KOBANÊ – Bi boneya meha reş ya Sibatê me wek Ajansa Nuçe Ciwan mîkrofon dirêjî malbatên ku demek pêşiya Komployê Rêber Apo dîtine kir, hest û helwestên wan wergirt.
Dayîka Emîna Elî diyar kir ku Serok Apo dîtin ji bo min şansekî pir mezin bû. Emîna Elî’ya ku got ewên heta dawî li pey serokê xwe bin.
Bi tevahiya roportaja me wiha ye:
“Navê min Emîna Elî ye, ez xwişka du şehîda me. Xwişka şehîd Baz û şehîd Leheng. Di sala 94’an de mala me li Şamê bû li neşawê bû. Heval dihatin gel me û diçûn di rojekê de heval hatin gel me gotin emê biçin civîna Serokatî ez pir kêfxweş bûm. Min nizanîbû ezê çi bikim min rabû zarokên xwe li gel cîrana hiştin û min xwe amade kir êvar bû em çûn ez û hevalekî ji neşawê çûn. Em çûn zeviyekî ez pir kêfxweş bûm min nizanîbû ezê bi çi rengî serokatî bibînim li wî cihî cihê birîndara hebû.
Ji bo min rojek Pîroz bû pir xweş bûm wekî ku cîhan hemû bû ya min. Bi dîtina serokê xwe demekê em li hêviya wî man hevalekî ji derve bankir got şiyar bin! Teqereq bi kursiyê hevalên birîndar ket, hemû ling qutkirî bûn bi gotin şiyar bin em hemû sekinîn Serok ket hundir silav lime hemûyan kir û got rûnên. Em rûniştin heyecanek pir mezin bi min re çêbû. Bi dîtina Serok re wekî ku nû ji dayika xwe çêbûme. Ne mal û ne jî zarok hatin bîra min bi dîtina heybeta Serok re gotinên xwe xilas kir ji me pirs kir got pirsê kê hene min nizanîbû ez çi bêjim min destê xwe bilind kir û got serokê min nerînê van Erebên li gel tirkan bi vê şoreşa me çiye?
Xweşik bersiva min da û got rûnê pişt re me qedand gotin her dudu werin kêleka Serok fotrafê xwe pê re bigrin. Min pir dixwest Serok hembêz bikim û rûyê wî ramûsin lê bi min re derneket. Piştî ku me fotraf girt em derketin Serok û heval di hundir de man ji bo min rojek pir taybet bû. Gotinên min ji bo roja reş em wê rojê şermezar û nehlet dikin! Rojeke tarî ye, erê Serok hat girtin lê komplo bi ser me hemûyan hat. Em pir bi vê rojê dêşin û emê li pey Serokê xwe bin heta dawî heya ku Serokê me rizgar be .”