ŞEHBA – Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û çekên giran ên li ser gelek herêmên kantona Şehba, Eyn Îsa, Dêrikê, Şengal û Mexmûrê şermezar kir
Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirah a kantona Şehba ji aliyê endama meclisê Hêvî Silêman ve bi zimanê Kurdî û bi zamanê erebî jî ji aliyê Mihemed Wilo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Êrişên dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan li ser herêmên Rêveberiya Xweser û gundên girêdayî wê, tevî hebûna dewletên garantor li Şengal û Mexmûrê dewam dikin, bi taybet piştî serkeftina dîrokî ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dest xisitne, ku komploya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê têk bir.
Têkoşîna tevgera me ya azadiyê di şikandina êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, gihaştiye qonaxeke nû.
Berxwedana dîrokî ya gelê me û dostên wê di hemû qadan de bi pêşengtiya berxwedana leheng a hêzên me karîbû komploya AKP’ê û MHP’ê bi desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), têk bibe, faşîzma Tirk a nikarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û berxwedana gel û dostên me têk bibe.
Serkeftina mezin a ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê bi dest xist, xwedî girîngiyeke dîrokî ye, tevî ku hin hêzan li dijî DAIŞ’ê dengê xwe nekirin jî, Hêzên Sûriya Demokratîk rola xwe ya di parastina gelên herêmê ji êrişan de îspat kir. Ji ber vê jî têkoşîna wê ya bi serkeftî û hevgirtî ya li dijî vê komploya mezin tê pîrozkirin, li aliyê din dewleta faşîst bi zanebûn hemû nirx û pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dike.”
Di daxuyaniyê de êriş û siyasetên şovenîst ên dewleta Tirk û niyeta wê ya ji bo tunekirina îradeya gelan û destkeftiyên wan ên li herêmê hate şermezarkirin.
“Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bang li hemû gelê xwe, hêzên demokratîk, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku di doza mirovahî de erka xwe ya exlaqî bi cih bînin û berpirsên van êrişan darizînin.”