KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li pêşiya navenda xwe û bi beşdariya endamên jinên ciwan daxuyaniyek ji ber êrîşên hewayî ya dewleta Tirk da û tê de destnîşan kirin ku divê gelê kurd li hember van polîtîkayan hişyar bin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Dewleta Tirk a dagirker ev cend sale bê navber êrîşî gelê me û axa me dike. Dewleta Tirk bi balafiran li zarokan, jinan, kal û pîran dide. Duh şev saet 10 hem wext li ser Şengal, Mexmûr û Dêrîkê êrîşên qirkirinê çêbûn. Ew êrîş parçeyek ji qirkirina kurdaye. Ji xwe gelê me yê şengalê fermana qirkirinê re derbas bûn. Îro jî giştî cîhan çavê xwe ji wan êrîşan re digire. Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî wan êrîşan pêktîne. Çawa ku DAIŞ êrîş bir ser girtîgeha Hesekê ev erîşa duh jî ji berdewama van êrîşane. Dewleta Tirk û DAIŞ şirîkên hevdu ne. Êrîşên ku li ser navê DAIŞ’ê hatine Kirin li pişt Wanda dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk hêzek terorîst e. Beriya çend rojan dewleta Tirk dîsa Kobanê jî xist hedefa xwe û komkujî pêk anî.
Em di meha komploya nevnetewî de bang li gelê xwe dikin. Êrîşên li ser me êdî tehemûla me derbas kiriye. Emê bi hêza xwe ya civakî bersiva wan êrîşan bidin, û em dibêjin emê dawiya faşîzmê bînin.”
Bimre faşîzma dewleta Tirk
Bimre dagirkerî û xîyanet
Bijî Rêber APO