BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat geşedanên girîng ên di rojevê de ji ajansa ANF’ê re axivî.
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat êrişên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî jinan, girîngiya xweparastinê ji bo jinan, êrişên desthilatdariya faşîst ên li ser girtiyên li zindanan û sedemên êrişa li dijî jin ên hunermend û rojnamevanan nirxand. Besê Hozat got, “Dayikên me û jin ên ciwan hêmanên esasî yên berxwedana civakî ne. Li cihê ku jin radibe ser piyan berxwedan jî çêdibe” û bal kişand ser pêşengiya jinan a li nava têkoşînê.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de wiha axivî:
Êrişên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî jinan giran bûne. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi zilma li dijî jinan, destavêtin, fûhûş, destgîrkirin, girtin û hwd. dixwazin îradeya jinan bişikînin. Dijminahiya faşîzma AKP-MHP’ê ya li jinan divê çawa bê fêhmkirin û armanca xwe çi ye?
Tevgera Jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî mezin didin. Di rastiya xwe de ya li dijî faşîzmê civakê li ser piyan dihêle têkoşîna jinê ye. Têkoşîna jinê di nava civakê de hêza têkoşîn û berxwedanê diafirîne. Jin di nava civakê de bi dînamîzmên demokratîk bi pêş dikeve. Jin li ber xwe bide, nirxên komînal û çandî yên civakê jî tê parastin. Ger ku em niha qala civakbûnekê, kevneşopî û çanda civakî dikin ev bi saya kesayeta jinê ya berxwedêr e. Têkoşîna ku herî zêde faşîzmê teşhîr û lewaz dike têkoşîna jinê ye. Têkoşîna jinan maskeya desthilata faşîst yek bi yek daxist. Rûyê faşîzmê raxist pêş çavan. Ger ku faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya cîhanê bi nefret tê pêşwazîkirin di vê de têkoşînê de jinan rolek mezin leyîstin.
Di vî alî de dijminahiya desthilata faşîst baş tê fêhmkirin. Ji xwe faşîzm dijminê jinê ye. Li ser pêkhateyên siyasî û civakî yên di nava van de li ser jinê desthilatî heye, hebûna xwe pêk tînîn. Ji ber wê azadiya jinê hîmê desthilatiya wan dirizîne. Têkoşîna ewqas bi hêz a jinan bêguman faşîzmê baş ditirsîne. Ji ber ku jinan bi têkoşîna xwe faşîzm ji kûrahiyê ve hejand. Jinan di ketina pêvajoya hilweşandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de rolê pêşengtiyê leyîst. Di hilweşandina faşîzmê de jî wê rolek mezin a jinan hebe. Ji ber ku desthilata faşîst vê baş dibîne dixwaze îradeya jinan bişikîne. Têkoşîna jinê ji hêla desthilata faşîst û çêkera ku dixwaze ava bike ve weke talûkeyek mezin û astengiyê tê dîtin û êriş dike.
Tundiya li dijî jinê bingeha polîtîkaya desthilata faşîst e. Ji wan heye ku wê bi tundiyê jinê teslîm bigrin û civakê bixin bin kontrola xwe. Dixwazin bi jina ku îradeya wê şikestî û ketî bin xizmeta wan re civakek kole bi rê ve bibin. Eger tundî, komkujî, destavêtina li dijî jinan zêde dibin, ev yek encamên vê hişmendiyê ne. Tundiya di dema desthilata AKP-MHP’ê de hema bêje bi qasî tundiya 90 salan a li dijî jinê ye. Vê desthilata faşîst dest danî li ser hemû destketiyên jinan ên ku bi dehan sal bi bedelan hatin bidestxistin. Dijminahiya li hevserokatî û sîstema temsîliyeta wekhev, girtina saziyên jinan, betalkirina Peymana Stenbolê, ne hesabek polîtîke ku tenê ji bo wergirtina dengên neteweperestan e. Bi temamî îdeolojiya desthilata zilam a faşîst û plana ku ji bo sîstemkirina siyaseta faşîst, pêngavên rêxistinkirî û polîtîk e. Her yek jê pêngavên stratejîk ên avakirina daîmî ya faşîzmê ye. Di vî alî de divê jin hêza xwe li dijî vê rejîma faşîst a dijminê jinê bike yek. Têkoşînek hevpar ji aliyê jinan ve pêwîstiyek jiyanî ye.
Tevgera jinan pêngava ‘Em xwe diparêzin’ dimeşîne. Li ser bingehê vê pêngavê çalakiyên girîng jî hatin kirin. Li qadek ku ewqas giran êriş tê li ser jinan, xweparastin ji bo jinan çiqasî girîng e?
Desthilata mêr û dewletê li dijî jinê rejîma tundiyê ye. Di bin siya vê rejîmê de jin li her cihî û her tim rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Ji ber ku dewlet xwedî rêgeza şerxwaz, tundî û zextê ye, dijminê jinê ye û ji ber vê nikare jinê biparêze. Parastina jinê ya ji aliyê dewletê ve û hêvîkirina parastina jinê ya ji aliyê kujeran ve, hemane. Zilam jî di nava civaka bi desthilata zayedperestî de nikare jinê biparêze. Tenê jin dikare jinê biparêze. Dema rêxistinbûna xweparastinê ya jinê çêbibe wê jiyana wê jî bê parastin. Ji ber vê yekê xweparastin ji bo jinan xwedî girîngiyek jiyanî ye. Divê li dijî tundiya zilam û dewletê bi xweparastinê têkoşîn bê meşandin. Jin divê di nava malê de, li kolan, tax, cihê kar bi têgihiştina xweparastinê xwe bi rêxistin bike, li dijî êrişan di nava yekitiyê de bi bandor têbikoşe.
Bêguman xwe rêxistin kirin, têkoşînek birêxistinkirî şêweyekî gelek girîng ê xweparastinê ye. Rabûna li ber êrişan û xweparastin bêyî rêxistinbûnê ne gengaze. Lê belê dema ku xweparastin li ser bingeha rêxistinbûnê pêk hat, dikare xwe bigihîne hêza parastinê. Di vî alî de perwerdeya fîzîkî, bi qasî bikare pêşî li êrişên fîzîkî bigre perwerde kirin, hatina gelhev û rêxistin bûyîn girînge. Bi hêza xwe ya xweparastinê ya li dijî tundiya zilam û dewletê meşandina têkoşîna hevpar baweriya bingehê jiyana jinê ye. Li ser vî bingehî divê jin li her cihê jiyana xweparastinê bi rêxistin bike û li ber êrişan rabe.
Pêngava tevgera jinan a ku ev ji du salan zêdetire bi rêve diçe, ya li dijî faşîzma zilam û dewletê parastina jin û civakê, encamên girîng derxist holê. Desthilata faşîst ji bingehê ve hejand. Vê pêngavê xweparastina jinê xurtir kir. Tevgerên Jinan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê di hişmendiya têkoşîna hevpar de hîn bi hêztir anî gel hev.
Armanca bingehîn ên êrişên desthilata faşîst ên li dijî jinan, astengkirina hatine gel hev a Tevgerên Jinan ên Kurdistan û Tirkiyeyê, pêşîgirtina li têkoşîna hevpar e. Faşîzm bi êrişên şerê fîzîkî û taybet-psîkolojîkî xwest ku vê yekitiyê belav bike. Li gel vê yekê jî di êrişên xwe de bi ser neket. Pêngava tevgera jinan a ‘Dema Parastina Jin û Civakê’ ku ev du sale dewam dike, komploya faşîzmê ya li dijî tevgera jinan pûç kir. Encamek berevajî ya êrişên faşîzmê derxistin; Tevgerên Jinan ên Kurdistan û Tirkiyeyê rojevên têkoşîna xwe ya hevpar berfireh kirin. Hîn zêdetir hatin gel hev û hîn zêdetir têkoşînek hevpar meşandin. Nerazîbûna li dijî faşîzmê jin anîn gel hev. Ev di asteke bilind de pêşketinek girînge. Ev jî şêweyekî xweparastinê ye.
Dewleta ku bûyî sîstema sazîbûna desthilata zilam, di pêvajoya dîrokî de ya şarezatiya desthilata perestên zilam û dewletê avakirina jina kole ji bo xwe kirine hinceta xwebûnê. Bi dûrxistina jinê ji xwezaya wê, xwestin ku koleyên xwebeş ji bo desthilatdariya xwe ava bikin. Xweparastina jinê şêweyê tolhildana herî girîng ji hişmendiya desthilata zilam û dewletê ye.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi girtina pêşengên têkoşîna azadiya jinan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bersiv da. Divê civak bi çi rengî xwedî li jinên girtî derkeve?
Xwestin zindanan bikin cihê teslîmgirtinê, şikandina îradeya jinan û bicihanîna serweriya zilmê. Ji ber vê sedemê bi hezaran jin xistine zindanan. Lê belê jinan girtîgeh kirine qadên herî berxwedêr û têkoşînê. Faşîzmê li girtîgehan nekariye çokê li jinan dane, bi xwe çok danîne. Faşîzm li beramberî sekna rast, bi biryar û bi îrade ya jinê bêçare maye.
Li cîhanê girtîgehên herî zêde jinên şoreşger û siyasî lê girtî ne, girtîgehên Tirkiyeyê ne. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran, bi deh hezaran jinên siyasî girtî ne. Bi sedan ji sih salan zêdetire girtîne. Şert û mercên zindanê bi serê xwe zext, êşkence û zilme. Jin herî zêde bi îradeyek bi hêz li beramberî şert û mercên êşkence û zextên giran li ber xwe dide. Wekî Xwoşewîst Aysel Tûglûk jî gelek hene ku pirsgirêkên wan ên giran ên tendirustiyê hene ku bi şêweyek bêhiqûqî di girtîgehê de tên girtin. Faşîzm ji Aysel Tûglûk a jiyana xwe ji bo gelê xwe, gelan û azadiya jinan, demokratîkkirina Tirkiyeyê dayî tolê distîne. Zilma ku li Aysel Tûglûk tê kirin her roj hîn zêdetir tehşîr dike. Jin û gelê me divê bi şêweyek xurt xwedî li Aysel Tûglûk derbikeve.
Jin li girtîgehan de bi wêrekî li dijî zilmê ber xwe didin. Di xeta hevrê Sakîne Cansiz (Sara) de bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedanek bi rûmet nîşan didin. Di kesayeta Aysel Tûglûk de hemû berxwedêrên di zindanan de bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Şehîdan bi rêzdarî û minnetdarî bibîr tînim. Sekna hemûyan bi rûmet û gelekî hêja ye.
Pêwîste destpêkê dayikên me û gelê me xwedî li berxwedana li girtîgehan a li dijî zilma faşîst derkeve. Li dora berxwedana girtîgehan bibin xelek. Têkbirina zilma li girtîgehan bi hilweşandina faşîzmê gengaz e. Berxwedana civakî faşîzmê ber bi tunebûnê ve dibe. Dayikên me û jinên ciwan kevirên çêker ên berxwedana civakî ne. Li cihê ku jin lê radibin berxwedan çêdibe.
Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî hunermend Sezen Aksû û rojnamevan Sedef Kabaşê kampanyayek linçkirinê dimeşînin. Gelek aliyên vê tên nirxandin, lê bi taybetî êrişa li dijî jinên di nava civakê de tê naskirin, ger ku em bi nirxînin bi van êrişan armanc çi ye?
Kesayetên hêza fikirînê, yên qabîliyeta wan heyî, jinên ku bi afirîneriya berhemên xwe bûne malê civakê, bandoreke mezin li jinan û tevahiya civakê dikin. Gotin, nivîsîn û tiştên ku ev jin dikin bandorê li civakê dikin. Sezen Aksû bi hunera xwe tê hezkirin. Hertim li kêleka mezlûman cihê xwe girtiye û heqîqet parastiye. Sezen Aksû ji desthilata faşîst ne raziye. Rexneker e. Têkoşer e. Ji ber vê çendê jî di hedefa desthilata faşîst de ye. Desthilata faşîst bi êrîşkirina li ser Sezen Aksû dixwaze hêza rexneker û têkoşînê û îradeya wê bişkêne. Di kesayeta Sezen Aksû de dixwazin hunermendên xwedî heman seknê bitirsînin. Lê belê êrişên van faşîstan hunermendan têk nabe, mezin dike.
Rewşek bi heman şêweyî dikare ji bo Sedef Kabaş jî were gotin. Sedef Kabaş rojnamevan û akademîsyenek xwedî qabîliyet, jîr û rexneker e. Ji aliyê beşên civakî yên ku xîtabî wan dike ve bi balkêşî tê guhdarîkirin. Lê belê rexneyên Sedef Kabaş ên ji bo Erdogan kêm in. Gotina Çerkes a ku bûye mijara rojevê di rastiya xwe de gotinek xweş e. Lê belê ev kesayeta Erdogan a darbekar, qatîl-qirker kêm îfade dike. Faşîstekî har, şibandina zindiyek bêguneh dibe xwedî nirxek ku wî heq nekirî be.
Di kesayeta Sedef Kabaş de dixwazin rojnamevanên bi wêrek û rewşenbîran çavtirsandî bikin. Faşîzm çi bike êdî nikare zêde encamek bigre. Ev hemû êriş h ewldanên wan ên dawî ne. Êdî her kes dema piştî Erdoganê faşîst nîqaş dikin. Rejîma faşîst ji bo yên li pey xwe amadekariyan dike. Di vî alî de êriş weke berê bi serketî nabin. Rewşenbîr, hunermend û demokratên rast ên civakê êdî dîwarên tirsê rûxandin. Civakê jî ev dîwar rûxandin. Li her cihî dengê nepejirandinê bilind dibe. Dînamîzma demokrasiyê bi hêz dibe. Hêzên demokrasiyê bi hatina gel hev mezin dibin.