BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di beşa çaremîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de qala berxwedana rizgarkirina Kobanê kir.
Di hevdîtinên xwe yên beriya niha de we gotibûn, di berxwedana Kobanê de yek ji kesên ku bi rola herî bi bandor rabû Şehîd Gelhat Gabar bû. Li ser çûyîna Gelhat Gabar a ber bi Kobanê û bandora wî li şerê Kobanê hûn dikarin çi bêjin?
Hevalê Gelhat Fermandarê Herêma Cûdî bû. Bi raporekê pêşniyar kiribû ku ew jî dixwaze tevlî berxwedana Kobanê bibe. Piştre bi rêya cîhazê careke din heman pêşniyar kir. Me jê re got ‘bisekine’. Hevalekî wêrek bû ku bi taybetî di pratîka şer a Botanê de tevlî gelek çalakiyên êrişê bûbû, xwedî tecrûbe bû. Lê belê weke me got, piştî ku li Kobanê rewş krîtîk bû, bi rêya Fermandariya me ya Sewk û Îdareyê ya Bakur me jê re got ku dikare bi komeke ji hevalan derbas bibe. Hevalê Gelhat li ser vê bingehê ji Cûdî berê xwe da Kobanê.
Di vê pêvajoyê de tiştekî bi vî rengî diqewimî; DAÎŞ her roj bi pêş ve diçû û car carna li wir lawazî rû dida. Lewma me ji nêz ve rojane dest bi şopandina rewşê kir. Bi taybetî heta 5-6-7’ê Cotmehê DAÎŞ timî bi pêş ve diçû. Wê demê me pêşniyara bîsîkletê li hevalan kir. Yanî çawa ku bîsîkletek dema ku tê ajotin qet nakeve, lê belê dema disekine nikare li ser 2 tekeran bisekine û dikeve, me DAÎŞ jî şiband bîsîkletekê. Yanî ji hevalên li Kobanê re ev tespît hate kirin, “Eger hûn êrişa DAÎŞ’ê rawestînin wê bikeve, derfet jî wê çêbibe ku hûn dest bi êrişa dijber bikin.” Hevalan jî giranî dan ser vê yekê. Her sibehê ji wan dihate pirsîn, lê timî dihate gotin ku DAÎŞ bi pêş ve diçe. Rojekê li ti eniyê bi pêş ve neçûbûn; hevalan li ber xwe dabûn, bi pêngavan êrişên DAÎŞ’ê şikandibûn. Lê belê DAÎŞ’ê li eniyekê malek bi tenê girtibû. Li gel vê rewşê jî me diyar kiribû ku bîsîklet hîn jî li ser piyan e û divê malekê bi tenê jî nikaribe bi dest bixe.
Di vê mijarê de ez ê rola hevalê Gelhat binirxînim, lê beriya wê bi kurtasî jî be divê balê bikişînim ser berxwedana bi pêşengiya fermandara leheng hevala Destîna. Hevala Destîna hevalek û fermandarek ji Başûrê Kurdistanê bû ku ji Botanê çû Kobanê. Di bin fermandariya wê de 8 heval hebûn, avahiyek ji 5-6 qatî diparastin. Berxwedaneke bêhempa bû. DAÎŞ hat heta qatê jêrê yê avahiyê. Di nava avahiyê de şer qewimî. Lê belê nekarîn hevalan ji qatê jorê daxînin, lewma nekarîn bi pêş ve biçin. Piştre qemyonek bi teqemeniyan tijî kir û li qatê jêrê yê avahiyê bi cih kirin, li wir qemyon teqandin. Teqîneke welê kirin ku bi qasî erdhejekê bandora xwe hebû. Mirovên li Pirsûsê jî bi dengê teqînê hişyar bûn û bandora wê hîs kirin. Bi vî rengî avahî bi temamî hilweşiya, hevalên me yên li wê derê şehîd bûn. Lê belê hevalên li wê herêmê çûn ser enqazê û parastina herêmê kirin. Nehiştin ku dijmin wê herêmê bi dest bixe. Bi vî rengî li wê eniyê dijmin nekarî bi pêş ve biçe. Di heman demê de li eniyên din jî bi sîstemeke xurt a parastinê êrişên DAÎŞ’ê hatin şikandin û êrişên dijber hatin destpêkirin. Di rojên destpêkê yên êrişa dijber de windahî çêbûn. Hevalê Gelhat di vê nuqteyê de bi roleke gelekî girîng rabû. Hevalê Gelhat li Bakur tevlî gelek çalakiyên êrişê bûbû, di mijara êrişê de di asta bilind de xwedî tecrûbe bû, fermandarek bû. Endamekî hêzên taybet bû, hevalekî me yê fedaî bû, wêrek bû. Ew bi xwe derbasî pêşiya tîmên êrişê bû û dest bi êrişa dijber kir. Li ser vê bingehê rêbaza serketinê da rûniştandin. Yanî çeperên DAÎŞ’ê ji hev xist û di rêya wî de parçe bi parçe bi pêş ketin. Mal bi mal, kolan bi kolan pêşketin çêbû û berxwedan êdî derbasî asta berfirehbûnê bû. Çepera welê teng a li Kobanê bi vî rengî berfireh bû. Bi vî rengî her şevê li kolanekê pêşketin çêbû. Divê mirov mafê kesî ji nedîtî ve neyê, bêguman hevalên din jî hebûn, lê belê di rûniştandina vê rêbazê de hevalê Gelhat bi roleke girîng rabû, pêşengî kir.
Koalîsyon çawa tevlî pêvajoyê bû?
Wê demê Serokê DYE’yê Obama û lîderên gelek welatan bi rêya peykê li rewşa li Kobanê temaşe dikirin. Mîna ku li fîlmekî temaşe bikin. Dîtin ku hêzên parastina Kobanê dikin hin herêm parçe bi parçe ji destê DAÎŞ’ê derdixînin û derbasî pozîsyona êrişê bûne. Bi kurtasî fêhm kirin ku berxwedêrê li Kobanê tevî bêderfetiyê, bi kleş û bombeyên destan li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa dikin. Li gorî hate gotin, li ser vê bingehê Obama li Erdogan digere, jê re dibêje ku yên li Kobanê li ber xwe didin hîn jî li ber xwe didin, eger cebilxane û çek bigihêje wan wê ev berxwedan mezintir bibe û divê piştgirî ji wan re bê dayin. Lê belê Erdogan jê re dibêje ku yên li wir şer dikin YPG nîne PKK’î ne, ‘PKK rêxistineke terorîst e ku ji DAÎŞ’ê bêhtir metirsîdar e’ û piştgiriyeke bi vî rengî wê ji aliyê wî ve neyê qebûlkirin.
Yanî li gorî tabloya ku eşkere bû, Erdogan derî li we vekir; derbasbûna hevalên we ji bo Kobanê ji nedîtî ve hat, lê li dijî piştgiriya ji derve ji bo we bê helwest nîşan da…
Weke min got, Erdogan plan kiribû ku Kobanê ji bo PKK’ê bike mîna goristanekê. Ji ber vê yekê helwesteke bi vî rengî li dijî Obama nîşan da; lewma ji hêzên xwe yên xwecihî re jî got ‘ji nedîtî ve bên, bila hemû biçin û li wir bimirin’ û planeke metirsîdar a komkujiyê amade kir. Wê demê qaşo hevdîtinên Îmraliyê hene; qaşo agirbest heye û wê çareserî bibe! Ji xwe pêvajoya ku jê re pêvajoya çareseriyê digotin, weke pêkanîneke taktîkî ya şerê taybet hatibû amadekirin. Ev yek piştre bêhtir hate fêhmkirin. Wê demê hatina hêzên PKK’ê ji bo Kobanê, ji bo wan firsendeke mezin bû, lewma ji nedîtî ve hatin û xwestin hevalên li wir hemû derbasî Kobanê bibin, li wir bên qetilkirin. Bi vî rengî nîşan da ku tevî DAÎŞ’ê di nava planeke diyarkirî de ye.
Lê belê li gel van hewldanên Erdogan jî Koalîsyonê ragihand ku wê bikeve dewrê…
Tevî ku Erdogan bersiveke bi wî rengî da Obama, ji ber ku Obama bi çavên xwe dît, jê bawer nekir. Dibe ku gotibe, ‘kî dibe bila bibe ew li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didin’ û di rewşekê de ku kesî li ber DAÎŞ’ê li ber xwe neda, piştgiriya bi vê berxwedanê hîn bêhtir li berjewendiyên DYE’yê tê. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYE’yê 16’ê Cotmehê biryar da ku piştgiriyê bide berxwedêrên li Kobanê, lê belê ev yek di heman rojê de nexist pratîkê. Êrişên hewayî yên li dijî DAÎŞ’ê piştre dest pê kir.
Êrişên hewayî bandoreke çawa li berxwedana Kobanê kir?
Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin: Heta wê demê ji xwe berxwedêrên li Kobanê beşek ji Kobanê ji destê DAÎŞ’ê derxistibû. Yên ku di pozîsyona êrişê de bûn, berxwedêrên Kobanê bûn. DYE’yiyan û hêzên Koalîsyonê ev dîtin. Ji dîmenên ji balafirên bêmirov bi xwe dîtin ku roj bi roj serketin pêk tê, li Kobanê DAÎŞ tengav bûye. Ji xwe piştre biryar dan piştgiriyê bidin. Biryar dan, lê wê çawa bi cih bînin! Ji ber ku têkiliyek xwe bi YPG’ê re tune bû. Kesekî ji wan li wir tune bû ku koordînatan bide. Wê demê rewşeke gelekî balkêş qewimî; Li Silêmaniyeyê hevalekî wan hebû ku weke nûnerê YPG’ê hatibû wezîfedarkirin. Fermandarekî Hêzên Taybet ên DYE’yê bi rêya YNK’ê têkilî bi wî re danî. Ew heval jî bi fermandarên YPG’ê yên li Kobanê re diaxive, dibêje ‘hûn dixwazin em li ku bixin’. Ew jî her carê ji neçarî dibêjin ku ne eniyê, lê belê hin deverên piştî eniyê bixin. Ji ber ku eger cihê çeteyên nêzî wan bidan ku li dijî wan şer dikir, ji ber ku koordînateke diyarkirî tune bû, dikarîbû li wan jî bixista. Ji xwe bi şaşitî du caran balafiran li hêzên wan xistin. Ji bo qezayên bi vî rengî nebe bi şêweyê ‘Çend metre dûrî filan avahiyê li wê xetê bixin’ agahî didan wî hevalî. Wî hevalî jî agahî dida rayedarên DYE’yê û balafiran jî bi wî rengî lê didan. Yanî bi rengekî ku rêveçûna şer diyar bike yan jî bi bandor be lê nedidan. Bêguman roleke xwe hebû, lê belê şerê li Kobanê bi rêbaza şerê sîng bi sîng, şerê mal bi mal hate qezençkirin. Piştî demekê GPS gihandin fermandarên YPG’ê û hevalên me yên li wê derê. YPG’iyan bi rêya GPS’ê cihê xwe diyar dikirin; her wiha hevalan jî bi heman rêyê koordînatên xwe didan û bi heman rengî hedef diyar dikirin. Lewma tevkariya êrişên hewayî zêde li Kobanê nebû. Eger koordînat karîbûya bihata dayin û bi vî rengî ji hewayê li hedefa bihata xistin, wê bêhtir encamgir bûya. Lê mixabin heta ku Kobanê hate rizgarkirin tiştekî bi vî rengû tune bû. Bi texmîn cih dihate gotin; wan jî li wê derê dixistin.
Bêguman bandora êrişên heyî hebû, lê ya rast piştî demekê, yanî piştî Kobanê hate rizgarkirin hin pisporên leşkerî yên DYE’yî hatin qadê; bi hatina wan re koordînasyona bejahî û hewayî pêk hat. Piştre jî di pêngavên Minbic, Tebqa û Reqayê de bi roleke çalak rabûn. Lê belê berxwedana Kobanê bi giranî berxwedanek bi hêza xwe bû. Koalîsyona Navneteweyî bi derengî biryar dan ku li DAÎŞ’iyên li wê derê bixe, ji ber sedemên ku min anî ziman derbên ku yekser bandorê li şer bike nexistin. Lewma bandor li şer nekirin.
Mirov dikare bêje ku ji teknîkê bêhtir mirov li ser şer bi bandor bûn?
Tevî ku di destê DAÎŞ’ê de wesayitên zirxî mîna tankan hebû jî, mirov dikare vê bêje. Her wiha dikare bê gotin, “Şerê Kobanê di navbera DAÎŞ’ê û PKK’ê de şerê îradeyê bû.” Û di encama vî şerî de DAÎŞ li hemberî îrade û îdeolojiya PKK’ê têk çû. Bûyera ku li Kobanê qewimî ev bû. Ji vê wêdetir roleke hêzên navneteweyî tune bû. Şerê esasî ji destpêka Cotmehê û pê ve heta 20-25’ê Cotmehê qewimî. Ya ku rêveçûna şer diyar kir bûyerên wê demê bû; hêzên me gihîştin qadê, xwe gihandin YPG’ê, bi YPG’ê re êrişên DAÎŞ’ê rawestandin, piştre jî dest bi êrişa dijber kirin, kolan bi kolan herêm ji DAÎŞ’ê wergirtin, cihên rizgarkirî berfireh kirin, bi vî rengî DAÎŞ kete pêvajoya têkçûnê. Ev bûyer xeleka herî girîng a şer bû. Di vê berxwedanê de li hemberî helwesta DAÎŞ’ê ya ku digot ‘eger bimirim ez ê biçim bihuştê’, berxwedana fedayî û bi biryar a PKK’ê li pêşiya wê bû dîwarek û ew ser û bin kir. Ya ku qewimî ev bû.
Lewma berxwedana bajêr a Kobanê berxwedaneke gelekî girîng e. Di vir de berxwedana destanî ya YPG û HPG’iyan; her wiha di şexsê Şehîd Gulan û Zehrayan de berxwedana lehengî ya YJA Starê, bi çalakiyên fedaiyane yên Zozan û Rêvan Kobanê re berxwedana lehengî ya YPJ’iyan gihîşt wê astê ku xwe bi cîhanê bidin naskirin. Bi kurtasî îradebûna YPG-YPJ û HPG-YJA Starê ya di berxwedana bajarê Kobanê de nîşan dan gelekî bi wate û hêja ye. Tabloyeke eşkere ye ku nîşan dide bê huner û hêza mirovî dikare çi bike. Ji ber ku li vê derê li dijî tankan bi çekên ferdî berxwedan hate kirin. Li dijî wan wesayitên zirxî yên xwe diteqandin, çeka herî mezin a berxwedêran dil û wêrekiya wan a fedayî bû. Ji bilî vê tenê kleşek, bombeyek destan û çekên B-7 hebûn. Berxwedêrên ku Kobanê parastin bi dilê xwe şer kirin, bi wêrekiya xwe li ber xwe dan û li ser vê bingehê bi destpêkirina êrişa dijber îradebûna mezin a ku DAÎŞ têk bir, afirandin. Vê îradeyê Kobanê rizgar kir û ya ku DAÎŞ têk bir ev îradeya Apoyî bû.
We got ku hûn bi fermandar û şervanên li Kobanê li ber xwe didan diaxivîn. Di van axaftinan de we çi dikir? Gelo we şer bi rê ve dibir?
Bêguman ne min an jî ne me şer bi rê ve bir, yên ku şer bi rê ve birin fermandariya li Kobanê bû. Ev fermandarî jî bi giranî ji hevalên YPG’ê pêk dihat. Ji ber ku wan bajar û detayên herêmê nas dikir, lê belê hevalên HPG’ê yên çûn wê derê tevlî bûn, piştgirî dan. Ez hîn ji zarokatiyê ve Kobanê nas dikim, li wir mabûm. Lewma min bajar baş nas dikir, lê belê bajar mezin bûbû. Her wiha navên nû li tax û kolanan hatibû kirin. Ji ber wê yekê carna ez li hevalên li wê deriyê digeriyam û min li rewşê dipirsî. Wan jî bi rêya malan îzah dikirin. Yanî weke mala Hemê, mala Doktor, Camiya Hecî Reşîd, Mekteba Reş, Qonaxa Şahîn Beg, Asayîş, Firin, aliyê Helebê, bi rêya cihên wiha naskirî vedigotin. Bi vî rengî me fêhm dikir ku DAÎŞ gihîştiye ku derê, divê li ku derê enî bê danîn û li ser wê bingehê me pêşniyar û fikrên xwe pêşkêşî hevalan dikir. Her wiha ji aliyê pêşwazîkirina êrişên DAÎŞ’ê, wergirtina tedbîran, rê û rêbazên motîvekirinê ve me jî li gorî tecrûbeyên xwe car carna nêrinên xwe ji fermandariyê re radigihand.
Weke wezîfeyeke neteweyî serketina berxwedana Kobanê ji bo gelê me xwedî girîngiyek mezin bû. Şer êdî ji bo me jî ji bo hêzên êrişkar jî ketibû asteke stratejîk a gelekî girîng. Kêliyek welê çêbû ku şerê li nava Kobanê veguherî şerê fedayiyan. Ji ber ku di mejiyê DAÎŞ’ê de vekişîn tune ye. Ji xwe ti carî fermana vekişînê nedan hêzên xwe. Halbûkî di şer de vekişîn jî taktîkeke. Yanî gelek caran hêz ji bo êrişên hîn berfirehtir yan jî ji bo qezençkirina temamiya şer taktîka vekişînê bi kar tîne, lê belê mîna di gelek mijaran de di vê mijarê de jî mejiyê DAÎŞ’ê yekser bû. Meyla wan welê bû ku vekişîn bi wan re tune bû, her tim bi pêş ve dihatin. Ji ber vê yekê avêtina wan ji Kobanê ne karekî hêsan bû. Diviyabû biketa nava her malê û yên di malê de bihatina kuştin. Bi taybetî destpêkê, bi rê û rêbazeke cuda venedikişiyan. Ji ber vê yekê li gelek deveran di navbera hevalan û wan de herî zêde dîwarek hebû. Yên me jî, wan jî dîwar qul dikirin. Kê karîbûya destpêkê qul bikira û li yê hemberî xwe bixista, wî qezenç dikir. Bi vî rengî li Kobanê şerê fedayiyan qewimî.
Bi qasî ku bala me dikişîne ji bilî hin yekîneyên bi taybetî hatine wezîfedarkirin, gerîla ji bo ewlekariyê telefon, înternet û amûrên mîna wan ên ragihandinê bi kar nînin. We gotin ku bi telefonê axivîn. Ev rewş ji bo we nebû pirsgirêk?
Na, wê demê ez li pirsgirêkeke cuda rast nehatim. Lê belê MÎT’ê hemû axaftina min a wê demê ya bi fermandarên li Kobanê re qeyd kiribû û bi dosya pêşkêşî DYE’yê kiribû. Gotibûn, “Şerê li vê derê ne YPG, lê belê HPG dimeşîne; binerin Karayilan bi xwe bi rê ve dibe, ev jî belgeya wê ye.” Wê demê Emerîkiyan jî ji nûnertiya YPG’ê ya li Silêmaniyeyê pirsîn. Ev agahî bi rêya Fermandariya YPG’ê ya li Kobanê di axaftineke bi telefonê de ji min re hate ragihandin. Piştî ku ev agahî da, min ji heval pirsî ku wê kêliyê li ku ye. Cihê xwe got. Min dît ku nêzî gundê Koralî ye. Min jê re got, “Tu biçe gundê Koralî; dixwazim silavekê bidim xelkê li wir.” Got, “Temam.” Piştî nîv saetê careke din telefon vekir û got, “Ez niha li Koralî me, piraniya xelkê amade ye.” Wê demê bi rêya telefonê bi gelek mirovên ji herêmê re axivîm. Her wiha hoparlora telefonê vekirin û ji tevahiya mirovên li wir re axivîm. Gel jî nêrîna xwe got. Hemûyan ez nas dikir, rewşeke hestewarî çêbû. Bi rêya telefonê me civîna gel çêkir. Piştre min ji hevalê li wê derê re got, “Niha MÎT, CÎA yan jî rêxistinên îstîxbaratê yên cuda yên ku niha li me guhdarî dikin bila bi vê zanibin: eger ez têkiliyê bi we re datînim, têkiliya min a xizm û civakî heye. Ez bi rêya têkiliyên xwe yên civakî tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi we re parve dikim, dixwazim piştgiriyê bidim. Ji bo vê yekê kes nikare tiştekî bêje. Yên ku li me guhdarî dikin û bi dosya pêşkêşî hin hêzan dikin bila zanibin; bila vê jî li dosyayê zêde bikin.” Bawerim CÎA û rêxistinên îstîxbaratê yên cuda jî ev bihîstine. Ji ber ku dosyayên dewleta Tirk ên li ser wê mijarê bêencam man. Careke din me tiştek bi wî rengî nebihîst. Bi kurtasî mijara Kobanê êdî bû meseleyeke neteweyî. Di heman çarçoveyê de weke ku hûn jî zanin ji Başûr komek ji pêşmergeyan hatibû Kobanê.