NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li nêzî gundê Xerzê yê li rojhilatê Dirbêsiyê, bi droneyekê êriş hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrişê de hin kes birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji destpêka meha Sibatê ve êriş zêde kiriye. Êrişa li Dirbêsiyê heman piştî êrişên hewayî yên hevdemî yên li ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê hate kirin.
Li ser herêmên Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê jî her roj êriş têne kirin.