KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li darxis.
Îro Tevgera ciwanên şoreşger ya Herêma Firatê bi tevlêbûna dehan ciwanan li Kobanê civîna xwe ya salane li darxist.
Civînê ji bo giyana şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî civînê ciwana rapora xwe ya kar û xebatên salane pêşkeşê pêkhateya civînê kir.
Di civîna Ciwanên Şoreşger de li ser pêvajoya sîyasî û êrişên dewleta Tirk de jî ciwanan nirxandin kirin. Ciwanan diyar kir ku êrişên li ser Rojava beşeke tunekirina gelê urd a dewleta Tirk e. Ewên wek ciwanan li dijî vê berxwe bidin û li gel gerîla cihên xwe bigrin.
Herî dawî planlama salane hate erê kirin û civîn bi siloganên Bijî Serok Apo’ve qediyan.