Rêber APO
Saziya malbatê ya di civakê de û têkîliya jin û zilam, çawa ku weke saziyeke ketinê, xwe ji her alî ve bazarkirinê û her cureyê harbûn û xerîbûnê tê nirxandin û ev nirxandin jî çiqasî girîng e, di nava partiyê de jî bi bandora wê ve tekoşîn dayîn jî ew qas gîring e. Pêwîste mirov van bandoran nexe nava partiyê. Di nava partiyê de ber bi çareseriyeke rast ve çûyîn û riyeke rast girtin girîng e. Di rastiyê de ev mijareke gelekî kûr e. Ev mijar ewqasî ji cewher hatiye derxistin ku, ji bo hemû bêrûmetiyan ew qasî bingeh avakiriye ku di serî de çareserkirina wê çawa ku gelek ji we bi wî rengî bawer dike, ew qasî hêsan nîne. Ev pirsgirêkên ne bi zewacên şoreşgerî yên erzan, ne bi înkarkirin, ne jî bi rêbazên pêşxistina zextê ve nayên çareserkirin. Pirsgirêk hîna berfirehtir e. Ev pirsgirêk bi qasî ku dîrokî ye, pirsgirêkê wisa ye ku pêwîste di riya wê de tekoşîn were dayîn.
Dema ku serdestiya partiyê bi pêş dikeve, milîtaniya partiyê hêzê bi dest dixe, tişta ku destpêkê tê bîra mirovan, serdestiya li mirovan e. serdestiya li ser mirovan de şêwazeke zext û dagirkeriyê heye. şêwazeke din jî wan azad bikî û bi kar bînî ye. Ger kadroyên me di nava têkîliyên malbatê yê kevneşop de ne û li ser hîmê serdestiya dewletê hatine mezinkirin, ev yek tê wê wateyê ku ew serdestiya partiyê, ya dewletê û ya malbatê tevlîhev dike. Ji ber wê jî dema ku dibêje ezê partiyan an jî gelan bixim bin serdestiya xwe, di rastiyê de hetanî dawiyê xeteriyê nîşan dide. Ji bo ferasetên serdestiyê yên derveyî xwe re rê vedike. Ger ev bi rengê koletiyê xwe nîşan bide hîn xetertir e. bêhêz e, ji serdestî û erkgirtinê agahiya xwe tuneye. Ji bo koleyekî kî çi bibêje ewê bi wir ve biçe. Ber bi kû ve were xwestin dê biçe wî alî, ew jî gelekî xeter e. Dema ku ev rastî li ser jinê bi pîvanên zilam ên kevneşop were pêkanîn jî, ev tiştekî hîn xetertir e. Li hemberî azadiyê û wekheviyê bêhêz e. Tiştê xirab jî, dema ku derfet bibîne, yan aliyê xwe yê înkarkirinê yan jî ketibûnê dide axaftin. Ev her du rewş jî xeter in.
Dema ku di bin bandora nêzîkbûnên kevneşop an jî têkîliyên her du zayendan de bimîne, ya nikarê wê derbas bike yan jî dê înkar bike. Ku ev di her du kesayetan de jî gelekî bi bandor e. Ev rastî vê pirsgirêkê giran dike û ber bi çareseriyê ve nabe. Çanda wî lewaz e, asta wî ya perspektîfan lewaz e. Ya herî girîng jî hewldan û tekoşîna wî lewaz e. Pirsgirêk bi vê nêzîkatiyê ve nayê çareserkirin. Beriya her tiştî xwe di asta ferasetê de amade nekiriye. Ji bo têkîliya di navbera zayendan de gelo bi kîjan feraseta bingehîn ve nêzîkbûn çêdibin? Di vê mijarê de tişta ku destpêkê tê bîra mirovan “bavê min bi dayika min çi kiribe, dayika min bi bavê min çi kiribe, yan di kolanan de yan jî di televîzyonê de çawa tê pêşxistin ezê bi wî rengî bikim” ev nêzîkbûn e. Asta wî ya dîrokî nîne, asta azadiyê nîne, asta şer nîne hînî rêzefilmên tv yê yên sînemayê bûye, nêzîkbûnên ku ji vir girtiye, nêzîkbûnên ku malbatê ew hîn kiriye, yê ku ji malbatê dîtiye û dizane ye. Tê zanîn ku ev çiqas tiştên bi nexweşî ne. Heta ev nexweşî yê ku faşîzm tehrîk dike ye. Gelekî zelal e ku ev nêzîkbûn ji serdema despotîk maye.
Gelo ji bo rastiyê dê hêz ava bibe? Ev yek bi asta azadiyê ve û ew kesên ku li gel me ne çiqasî milîtanên azad û şoreşger in, bi bersiva wê ve gengaz e. ger em gihiştibine van encaman, ew bi şoreşgeriya me ve gengaz e. Ji ber ku em şoreşger in. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîste em li ser vê pirsgirêkê serê xwe biwestînin. Em dîwarên malbat û zayendê ve rastî hev hatin. Ji ber wê jî çareserî xwe ferz dike. Ger tu rêberê partiyê bî tuyê çareseriyê pêk bînî. Weke din tu nikari ji bin vê pirsgirêkê derbikevî. Ez zehmetiyê dikişînim, bi nêzîkbûnê “serdestiya min bihêz bû, ez xanedaniyekê ava bikim, dijberê rêgezê serokatiyê derbikevim” ve xelaskirina rewşê ne gengaz e. Ev jî me lewaz dihêle, gotina “ezê înkar bikim” jî dê bihelê mirov li şûna şoreşê bihêle, ku ev jî bi jiyanê ve tund girêdayî ye. ji ber vê sedemê pêwîste em çareseriyeke kûr di ferasetê de û ger gengaz be di gavên xwe de pêk bînin. Em li ser vê bingehê nêzîk dibin.
Gelo feraseta me ya di derbarê van mijara de wê çawa be?
Ya yekemîn, pêwîste em teqez li hemberî malbatgeriyê seknekê ava bikin. pêwîste hun taybetmendiyên malbatî derbas bikin. Pêwîste hest, hezkirin û bandorbûnê xwe yên ku xwe disprên saziya malbatê hun dê teng bikin û derbas bikin. Ew hiquqa ku bi yê malbatê ve bisînor e, hunê dev jê berdin. Hêvî û hînbûnên xwe dev jê berdin. Reva ji malbatê jî weke rizgariyekê nebînin. Derbaskirina malbatê cuda ye, jê rev cuda ye. di vê astê de nêzîkatiyeke li vê pirsgirêkê bikin. Vî tiştî jî ji bîr nekin, ev sazî bi serê xwe nîne. Saziyeke taybet e ku dijmin bi ziravî bi dest digre û derdixe beramberî we. Bikartîne û bingehê xwe yê dîrokî gelekî bihêz e. Xwe bi xwe nehatiye vê rewşê, ev sazî tenê saziyeke ku di Kurdistanê de li ser piyan maye. Lê belê saziyeke ku belaya seriyan e. Li pêşiya pêşketina hiquqî ya civakbûn, netewbûn û mirovahiyê astenga herî mezin e. Ev pirsgirêk bi tenê bi milîtanbûneke bi pergal ve tê derbaskirin. Derveyî vê mirov nikare tu riyeke din bihizire.
Ya duyemîn, girêdayî ya yekem, têkîliyên jin û zilam, şêwazê têkîliyan a ku li ser tê ferzkirin, weke encamekî jiyana çanda malbatgerî û dewletê hunê derbas bikin. Hun dê li têkîliyan navbera zayendan pêwîste di vê çerçoveyê de lê temaşe bikin. Hun dê nirxên ku ji têkîliyên zayendî û têkîliya navbera zayendan re tê dayîn ne bi çanda sînema û televîzyonê, ne pîrozkirina dewletê û ne jî bi helwestên exlaq ên malbatê ve wekhev nebînin. Hun dê bixebitin ku girêdaniya uslub, rêgezên têkîliyên di navbera zayendan de bi dagirkeriyê ve, dewletê ve, serdestiya paşverû ve û faşîzmê ve bibînin. Bi taybet hunê bibînin ku, nêzîkbûnên îro li hember jinê tên kirin, ji faşizmê û çewisandinê re serdestiyê re xizmet dike. Kesayetê tevlîhev dike û li xwe xerîb dike. Ev tenê ji bo zilam derbasdar nîne, pêwîste her du alî jî hindekî vî tiştî bîninin. Ev zelal e. Hunê bibînin ku ev qada bi neyîniyên cidî ve dagirtiye. Mirovan girtî dihêle, bêhêz dihêle, ji hêzê û fîzîkî û manewiyatê dixîne. Yê ku her dem li pey têkîliya zayendî ye, ji aliyê madî û menewî ve ji hêz dikevin. Pêwîste hun vê yekê bibînin û li hember wê helwestê daynin. Hunê bibînin ku ew nêzîkbûnê li gor ol û mûmînan jî ne çare ye. înkarkirin jî nabe çareserî. Ev dijberî rêpîvanên jiyanê ye. Ev jî dê ji rêderketinan re weke din rê vebike.
Ya sêyemîn; hunê xwe li ser bingehê pirsên weke, gelo ezê nêzîkbûnên rast û xwezayî ji bo vê têkîliyê serbixim? Gelo ma hêzeke min heye, Gelo ma di têkîliyeke ku bi sedan sal in û bi taybet jî di nava pergala serdest de, ev qasî ber bi xerîbûnê ve çûye bi ber bi paş ve çûyînan ve dagirtiye û bi derewan ve hatiye hunandin de, ezê çawa rastiyê bibînim de xwe lêpirsîn bikin û bawer bikin ku çareserî bi hêsanî çênabe. Hunê bawer bikin ku çareserî bi qasî çareserkirina arîşeyeke felsefê yan jî siyasî zehmet e. hunê vî tiştî baş bizanibin ku çareseriyên hêsan nînin. Pirsgirêk li hevhatina du kesan jî nîne, ev pirsgirêk di mercên şoreşê de hîn jî girantir e. Ger em bi rengê “me hev ecibandin û gihane hev” nêzîkî pirsgirêkê bibin, tê wê wateyê ku me riya dibe karesatan hilbijartiye. Çareseriyeke wisa ya seranser bi qasî yên din dê we rûbirûyê encamên xeter ve bîne. Pirsgirêkeke sempatiyê ya ji rêzê, pirsgirêkeke ji hev têgihiştin û fêmkirinê jî nîne. Hela pirsgirêka du kesan qet nîne. Bi qasî ku pirsgirêkeke ya siyasî ya gelekî cidî ye, di heman demê de bi serê xwe pirsgirêkeke şer e. Dibe ku gelek kes bibêjin, “tu gelekî mezin dikî, du kesan li hev kirin, ji hev hezkirin û gihiştin hev” lê belê di nava me de jiyan nîşan dide ku ev yek ne bi vî rengî ye. Tê dîtin ku di malbatên hatine avakirin de rewş ne bi vî rengî ye. Weke ku pirsgirêk bi qasî dêwekê ye û ezmûnên di nava partiyê de jî datîne holê ku ev ne bi vî rengî ye. Ji ber ku ger jêdera wê kûr be, di bin dîrokê veşartî be û xwe xapandin, xeflet hetanî çokê be, ev encameke cuda nade. Tê wê wateyê ku hun bûne qurbanê sedan salan. Jixwe tiştên li gel me tên kirin, bûyîna qurbanê niyeta baş e.
Ya çaremîn, pêwîste li ser çareseriyeke rasteqîn lêgerînê wê hebin. Di vir de zanebûn girîng e, hunê di derbarê vê mijarê de xwe zane bikin. Hunê bingehê wê yê dîrokî bi roja me ve girêdana wê hebûna her sê nêzîkbûnên neyênî ku me di mijarê de behs kiribû bizanibin, ji her alîyî ve bigihêne zanebûna wê. Piştî ku hun gihiştinê wê zanebûnê, pêwîste nêzîkbûneke we ya ku di giştî de were pêşxistin, bi rengê şêwazê têkîliya di navbera zayendan de bi kîjan rêgezê ve dê were sererastkirin, çêdibe bi exlaqî, felsefî û civakî ve girêdan hebe. Nêzîkbûnên wê yên felsefî ji bo vî tiştî çi ye? zilam jinê û jin jî zilam çawa dibîne? Mêbûn û nêrbûnê hun çawa dibînin? Di vê mijarê de helwesteke we ya exlaqî ya çawa heye? ew helwestê exlaqî ku jêdera wê ew mijar e, ango ew kategoriyên ku weke gelekî hişk-nerm an jî durû ku şêwêyên nêzîkbûnan e, yan jî kes li hember hev rave dikin, dibe kategoriyên exlaqî. Jin ji bo ku li hember zilam bikeve rengên exlaqî xwe dixe nava rewşên balkêş. Dîsa zilam jî xwedî gelek helwestên ku dişibine vî tiştî ne. Rexneyên van helwestan hatine kirin.
Wê demê pêwîste dê helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gor ku di bin koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî rastiyeke û dualî ye. hunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e, tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. bi qasî ku bi welat û bi rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser bingehê xayiniyê heye. Tu pêwendiyên xayinan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad bikin.
Ev yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne. Ger ne wiha be, dê bibe jirêderxistin, dê bibe lêyîstok, dê bibe durûtî. Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? ma we kîjan arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di heman demê de raveya rastiyê ye. ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin jî derbasdar e.
Me ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranseriya heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin.
Erkeke me ya erênî jî, di vê benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne. Hizirandina bi ferzkirinê, yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza me ya azadiyee ya giştî ye. bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin, bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora şer a azadkirinê pêk neyne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bêagahî ne. Ji rewşa şênberiyê jî bêagahî ne. Çi ye, qaşo gelekî hev diecibînin û dê hev bigrin û birevînin. Ev têkîliyekê dizî ya herî hov û ketîbûnê ye.
Em baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK de tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistanê de be, wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin.
Ya pêncemîn, ger têkîlî bi azadiyê ve, ger azadî jî bi şer ve were girêdan di encamên vê de dê hezkirin bi pêş bikeve. Ev rêgezeke rast e û hezkirina rast jî bi van rêgezan ve hatiye girêdan. Ger ji çar hêmanên destpêkê encam were girtin wê demê ji hêmanê pêncemîn jî dê encam were girtin û emê bikaribin ji pirsgirêka hezkirinê re nêzîkbûneke rast avabikin. Ger li gel we ev her çar hêman di nava hev de negihiştibe serkeftinê hunê jî nekaribin bigihên hezkirinê. Hezkirin, encameke ku weke dareke fêkî bide, hunê şitil mezin bikin dê şax û çiqilên darê çêbibin, gul bidin û piştre jî fêkî bide. Vaye hezkirin ev e. Di gelekan de hezkirin, bêdar û bêgiha ye. tenê bi rengê encam e.
Min hîna di serî de ji hestan û hezkirinan guman dikirin, min digot ev van hestên seyr ji bo çi dipejirînin? Hez dikirin lê belê li ser kîjan bingehê? Ma welatê wî, mala wî xirab bûye, paşeroja wî nîne, ev ji bo çi pêwîstî bi evqasî bi hev ve girêdaniyê dibînin? Min ev dîtin û ez jê zinixîm (igrenmek).
Ev feraseta hezkirinê feraseta faşîzm û dagirkeriyê ye. Feraseta hezkirinê ku gelek kes tê de dijî û salane ferz dike jî ev e. Ev hezkirin ji naveroka dîrokî dûr e. Ji pergala çewisandin û dagirkeriyê, ji kirêtî û pirsgirêkên malbatî dîsa ji kedê bêagahî ye. Ez bawer nakim ku hezkirineke li ser bingehê derveyî rastiyê bi wate be.
Ya rast, feraseta hezkirinê ya ku em dixwazin pêş bixin e. Pêwîste em di hezkirina ku bingehê wê yê rastî heye û feraseta wê de bi israr bin. Lê belê pêwîste em rasteqîn bin. Bêyî ku di van hêmanan de hun serkeftî bin, hun nikarin di hezkirinê de serkeftî bin, hez bikin û werin hezkirin. Bi gotina “min hez kir, çavên min dît, dilê min xwest, me li hev nihêrî em li hev hatin” ve hezkirin nabe. Ji bo çi? Ji ber ku hun ji xeteriyên mezin û wê ev hezkirin çi bîne bêagahî ne. Bi vê têkîliyê ve hunê di roja diduyan de bibin xayin. Ji bo ku hun vê têkîliyê rizgar bikin, hunê xwe bispêrin dijmin, naxwe ev feraseta hezkirinê rast nîne, hela meseleyeke din qet nîne. Ew mijareke şer e.