STRASBÛRG – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev, di çarçoveya Pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ de li navenda bajêr li dijî êrîşên li Dêrik, Şengal û Mexmûrê meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeyên bi Fransî û Kurdî ên “ Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Liberté Pour Ocalan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Solution Politique Pour Le Kurdistan” berz kirin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê de hate kirin de ev tişt hate gotin: “Tişta ku nekarî bi DAIŞ’ê bike, Erdogan hewl dide bi destên xwe bike. Bomberdûmana hemwext a li dijî baregehên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk a faşîst û qirker ve, piştî têkbirina çeteyên hov ên DAIŞ‘ê li Hesekê, êrîşeke tirsonek e. Ev êrîşên hemwext ên li dijî gelê Kurd tu carî nekariye vîna gelê Kurd bişkîne. Heta ku gelê Kurd û ciwanên Kurd tola xwe ji Tirkiyeya faşîst hilnede wê li qadan be. Çi dibe bila bibe wê ciwanên Kurd têk neçe. Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne.“
Çalakiya ciwanan heta saetekê berdewam kir. Ciwanan bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewelta Tirk a dagirker derkevin qadan.
Çalakî bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan“, “Terorîst Erdogan“ û “Bijî Serok Apo“ dawî bû.