MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgerta Jinên Ciwanên a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê bi meşek meşaleyî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgerta Jinên Ciwanên a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, meşek meşaleyî ji bo şermezar kirina komploya 15’ê Sibatê ya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hate lidarxistin.
Meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, dovîzên li ser ‘Cıwan fedayîyê Rêber Apo ne’ û ‘Em 15’ê Sibatê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin’ hatin hildan. Di meşê de dirûşên, ‘Bimire îxanet.’, ‘Kes nikare Roja me tarîke’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berz kirin. Meş li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê rawesta û daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî bi eqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên a Mexmûr Çîçek Orhan ve daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek Tevgera Cıwanên a Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên a Mexmûrê serî de şehîdên destpêka ku pêngava li hember vala derxistina bê bextiya li ser Rêber Apo û gelê me hatî pêkanîn de bi awayek can bexşan bedena xwe dan ber agir û kirin bombe. Em bi rêzdarî û hûrmetek mezin bibîrtînin û bejna xwe li ber wan tewînîn. Soza serxistina armancên wan û bilind kirina ala wan ya têkoşîn didin.
Em dikevin di sala 24’yemîn ya ku ew bêbextiya ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevger, gelê me û hemû gelan hatî kirin. Di serî de wek gel û tevger, me bi her awayî şahidiyek ev 24 salin ku bi têkoşîn û berxwedaniyê çawa derbaz bû me serî da nîşanê dijimê û mirovatiyê kir. Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi çi rengiye, ew zanista ku Rêber Apo afirand û şehîdên vî gelî ku bi xwîna xwe ropelên dîrokê de bê mirin kirin û gihandine roja me. Bêguma di salên derbaz bûyî de her car zêdetir û zelaltir eşker bû ku ew bêbextî bikengê ve hatiye plansaz kirin.
Di roja îro de jî gelê me yê welatparêz, hemû gelê Kurdistanê yên herêmî dibînin û di şopînin ev bêbextiya ku taybet sedsala dawî de rûyê xwe yê qirêj daye der û di têkoşîna azadiya gelê me de derbeyên mezin yên dîrokî li dijmin dan. Li hember nasnameya Kurdên azad cardin ketin nav karê qirêj. Di rojên em jiyan dikin de jî sala komployê yên 23’yemîn ku pişt xwe dihêlîn de.
Wek ciwan em dikarîn bêjîn ku ew xeta ku li hember nirxên gelê Kurd di nav xiyanetê de ye wê ti carî bi ser nekevin. Ji bo ku ev xet negiha aramaca xwe emê li hember vê xetê têkoşîna xwe li her cihî bilind bikin û bigih serkftinê. Em bang li hemû ciwanê Kurd, gelê xwe û hemû kesên ku girêdan xwe bi Rêber Apo re diyar kirin dikin ku hemû ciwan û kes bê ku hesabek kesî, malbatî û siyasî bikin li Rêber Apo xwedî derbikevin. Ji bo azadiya Serokatiya ya fîzîkî mîsoger bibe û komploya bi vî rengî bê encam were hiştin bikevin nava tevgerê û têkoşîn bikin. Em di vê serdema ku gelek guhertinan di nav xwe de dihewî ne de Kurdistan azad mîsoger bikîn.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Kes nikate Roja me tarî bike’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bij Serok Apo’ Bi dawî bû.