NAVENDA NÛÇEYAN – Li aliyekî têkildarî ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dihate kirin, li aliyê din jî planên ji bo têkbirina gelê Kurd bi cih dihatin anîn. Dewleta Tirk ku şerê qirêj sor dikir, bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re jî hevdîtin dikir. Plana li piştperdeya van hevdîtinan çi bû? Li Deriyê Sînor ê Miştenûrê çi qewimî? Plana esasî ya dewleta Tirk çi bû? Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di beşa pêncemîn a hevpeyvîna bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re bersiv da pirsên bi vî rengî.
Hûn çûyîna pêşmergeyan çawa dinirxînin? Her wiha ji bilî YPG, HPG û hêzên pêşmergeyan kes tevlî pêvajoya berxwedanê bû?
Bêguman çûyîna pêşmergeyan ji bo Kobanê xwedî wateyeke taybet bû; ev rewş xwedî motîfeke neteweyî bû. Hêza ku çû hêzeke ji hejmareke kêm bû, bi giranî çekên giran bi kar dianîn. Sembolîk jî be çûyîna wan baş bû. Ji her tiştî wêdetir ji bo gelê me ji aliyê siyasî, moral û psîkolojîk ve dibû alîkar. Lê belê bi qasî ku zanim, beriya pêşmergeyan komên dostên YPG’ê yên bi eslê xwe Ereb tevlî pêvajoya berxwedanê bûbûn. Her wiha li gorî agahiya ji me re hate ragihandin, ji destpêka Şerê Kobanê heta dawiyê hin rêxistin hebûn ku li Kobanê diman; Mînak rêxistina Şems El Şîmal hebû. Berpirsyarê wê jî welatparêzekî gelekî mezin Ebû Leyla (Faysal Ebdî Bîlal Sadûn) bû ku piştre di pêngava Minbicê de şehîd bû. Ew timî bi hevalan re bû û tevlî her cûre êrişan dibû. Her wiha Siwar El Reqa hebû. Di nava vê rêxistinê de car carna bêîstîqrarî hebû jî hin ciwanên di nava wê de timî bi şervanên YPG’ê re tevdigeriyan. Yên din hinekî li paş diman, lê belê van rêxistinên ku Kobanê neterikand bi rengekî cidî piştgirî didan, ji wan şehîd jî ketin. Her wiha ji tevgera şoreşger-sosyalîst a Tirkiyeyê hinek çûn tevlî berxwedanê bûn. Destpêkê nebe jî piştre ji MLKP’ê kesayeta girîng û fermandara hêja hevrê Sarya tevlî berxwedanê bû û şehîd ket. Hevalê Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat Agirnasli) jî di demekê de ku berxwedan giran bû, şehîd ket. Hevrê Paramaz berê bi MLKP’ê tevdigeriya, lê piştre çû Amedê û tevlî nava refên gerîla bû. Yanî ew weke HPG’iyek hate Kobanê û bi wî rengî şehîd bû. Ew hevrêyekî me yê enternasyonal ê leheng bû. Şoreşgerekî enternasyonal ê hevgirtî bû ku ji bo me gelekî hêja bû.
Bi kurtasî li ser bingeha piştevaniyeke enternasyonal şervanên Ereb, Tirk, Kurd tevlî pêvajoya berxwedanê bûn. Kêliyek welê hat ku êdî yên herî fedaî tenê li refên herî pêş şer dikir. Lewma ev rêxistin hemû nedibû li eniyên pêş bûna. Di vê mijarê de divê bi taybetî bê destnîşankirin ku hevalên me yên endamên Hêzên Taybet bi roleke girîng rabûn. Beşek ji van hevalan şehîd bûn. Mînak yek ji van hevalan hevalê Cemîl (Velî Yaşar) bû ku biraziyê hevalê me Delîl Xelfetî bû ku di salên 1980’î de tevlî nava refên têkoşînê bûbû û li Garzanê fermandarî kiribû. Her wiha hevalên mîna Şehîd Medenî Ronahî hebûn ku bi çalakiyên fedaî tevkariyên girîng kir. Ji xwe di dema pêngavên êrişê de yên ku hevalê Gelhat da destpêkirin, hevalên bi vî rengî bi tîm roleke çalak lîstin. Mîna van hevalan bi sedan heval hebûn ku bi fedaî şer kirin. Ev berxwedan bi saya fedakarî û lehengiya wan bi pêş ket û bi ser ket.
Yanî her kesî bi dil û can şer kirin…
Bêguman di vê mijarê de divê mirov careke din qala hevrê Gelhat bikin: Ji ber ku hevalê Gelhat çawa ku gihîşt Kobanê tevî ku ew li Fermandariya Kobanê hate wezîfedarkirin jî ew derbasî refên pêş ên baskê êrişê bû û pêşengî kir. Ev rewş bû sedem ku şervan û fermandarên di bin fermandariya wî de hîn çalak bibin, hîn ji xwe bawer bin û bi biryar şer bikin. Dibe ku şaşitî be ku fermandarekî giştî timî di êrişê de be, lê belê di şert û mercên wê demê de eger fermandarê asta herî bilind pêşengî nekiriba dibe ku ruhekî bi vî rengî neafiriya yan jî kêm bima. Ji ber vê yekê pêşengiya hevalê Gelhat a li baskên êrişê, her wiha cihgirtina fermandarên din li nava êrişan, asta ruhê fedayî-têkneçûyî-êrişkar ê Apoyî li Kobanê xurt kir. Bêguman çavkaniya van hemûyan Rêber Apo ye. Ya rast, sekna milîtanên berdwedêr a xwe dispêre felsefe-îdeolojiya Rêberê me li pêşiya DAÎŞ’ê sekinî, DAÎŞ rawestand. Heman ruh bû sedem ku piştî rawestandina wê çeteya har, mal bi mal qadê ji wan paqij bike. Ev bi giranî ji aliyê hêzên YPG û HPG’ê û hin mirovên leheng ên mîna Ebû Leyla hate kirin. Çavkaniya sûdwergirtinê ya hemûyan jî îdeolojiya Rêber Apo bû.
Hevalê Gelhat 29’ê Cotmeha 2014’an şehîd ket. Ev şehadeta wî ya zû ji bo me windahiyeke mezin bû. Ew bi taybetî ji bo Kobanê girîng bû. Lê belê rêbaza êrişê dabû rûniştandin û piştî şehadeta wî hevalan êriş dewam kirin û êdî mal bi mal dest bi paqijkirina qadê ji DAÎŞ’ê kirin.
Têkildarî vê pêvajoya paqijkirinê de bûyerek an jî bîranînek heye ku hûn bixwazin bi me re parve bikin?
Di pêvajoya şer de gelek bûyer qewimîn ku me bihîst. Lê belê dikarim yek ji van parve bikim: Ji aliyê taktîka şer ve zehmet bû ku ji eniyê bi pêş biçe û berdêla wê giran bû hem jî demeke dirêj jê re diviyabû. Ji ber vê yekê me pêşniyar li hevalan kir ku parçe parçe dorpêç bikin û bixin. Ji ber vê yekê hate plankirin ku hêzek derbasî Miştenûr bibe, ji wir ber bi navendê ve êriş bike, di heman demê de hevalên ji navendê jî dest bi êrişê bikin û taxa di navberê de maye dorpêç bike û bixe. Armanc ew bû ku Miştenûr û navenda bajêr bigihîne hev. Me ev pêşniyar timî kir. Lê belê fermandariya li wê derê xwe nêzî vê nedikir. Digotin ‘Ji bo vê pêwîstî bi hêzê heye’. Jinûve hêz hate sewqkirin. Lê belê timî heval şehîd diketin; careke din pirsgirêka hêzê rû dida. Fermandariya ku şer birêve dibir, digot ku eger çeperan vala bike û hêzê ber bi çiyayê Miştenûrê ve bibe wê çeperên li navenda bajêr li hemberî êrişan nikaribe zêde li ber xwe bide. Ev fikara hevalan ne belasebep bû.
Lê belê bi wî rêbazê pêşveçûna li malan û kolanan, dikarîbû bi mehan, bi salan şer dewam bikira; wê bibûya sedema windahiyeke mezin. Xistina bi rêbaza dorpêçkirinê bi xwe re encameke zû anî. Ji ber vê yekê nêrîna me bi vî rengî bû. Her wiha bi teqwiyeyên nû, bersiv ji pêwîstiyên hevalan re dihate dayin. Me beşek şand beşek jî Fermandariya YPG’ê ya Cizîrê şand. Wê demê hevalên mîna Masîro hebûn ku li çiyê xwedî tecrûbeya taktîkên bi vî rengî yên dorpêçkirinê bû. Hingî ew heval derbasî Miştenûrê bûn.
Ji bo vê operasyonê jî şeva 28-29’ê Mijdarê hate diyarkirin. Wê şevê hevalên li Miştenûrê wê berê xwe bidan taxên jêrîn, hevalên li navenda bajêr jî wê berê xwe bidan Miştenûrê û serê sibehê wê hêzên DAÎŞ bixistina navbera xwe û ew der paqij bikirina yan jî dorpêç kiribûna.
Tu nabê DAÎŞ’ê jî tevî dewleta Tirk, li ser bingeha organîzasyona MÎT’ê heman rojê heman plan kiriye. Yanî gelekî eşkere bû ku MÎT’ê organîze kir. Her wiha wê rojê hevdîtina bi Rêbertî re eyar kir û ji heyeta çû hevdîtinê re ragihand. Ev yek ji raya giştî re jî eşkere kirin; bi vî rengî girseya me xistin pozîsyoneke welê ku li benda encama hevdîtinê bisekinin û helwestekê nîşan nedin. Eşkere bû ku ev plankirî bû. Lê li aliyê din plan amade kiribûn ku di şeva 28-29’ê mehê de Kobanê bixin. Yanî dixwestin ku hem pêşî li nerazîbûna gel bigirin, hem bigihêjin armanca xwe û bi vî rengî hîn bi destekî xurt derkevin hemberî Rêbertî.
Hûn qala planeke mezin dikin…
Belê. Ji bo vê wan jî planeke berfireh amade kiribû. Di vê planê de hikumeta AKP’ê bi navê Komara Tirkiyeyê rîskeke gelekî mezin dabû pêş çavên xwe. Li gorî plana wan; wê wesayiteke mezin a zirxî ya bombebarkirî di deriyê sînor ê fermî yê Murşîtpinarê re derbas bikin û li ber deriyê sînor ê Kobanê biteqîne, bi vî rengî hêzên leşkerî yên li wê derê tasfiye bikin; piştre jî baskê êrişê bikeve nava liv û tevgerê, bi vî rengî derî bixista û bi dest bixistina. Li gel vê yekê beşek ji hêzên DAÎŞ’ê wê ji ser rêya hesinî ya li ser sînor derbasî aliyê din ê sînor bibûya, yanî biketina nava Murşîtpinarê û yekser ji aliyê Bakur êriş bikira, bi vî rengî wê ew xet bixista. Yanî baskekî êrişê wê yekser ji Tirkiyeyê derbasî aliyê din ê sînor bibûya û derî û xet bi dest bixista. Lê belê hêza esasî û hîn berfireh wê ji başûrê Kobanê li her du aliyên rêya Helebê bi rengê çend parçeyan mîna baskê nêçirvanan bihata û bi vî rengî hêzên YPG û hêzên din ên berxwedêr ên di navberaê de mayî bieciqandina û bi tevgereke surprîz navenda bajêr bi dest xistibûna. Ji ber ku eger planeke bi vî rengî bi ser ketibûya, li rojavayê bajêr hêzeke mezin tune bû û ew hêz zêde nikarîbûya li ber xwe bida. Wê ew bi hêzanî bieciqanda. Bi vî rengî wê hêza esasî ya li çeperên rojhilatê navenda bajêr şer dikir, hatibûya dorpêçkirin; piştre bi plankirî ji hemû eniyan wê êriş li ser vê hêzê bihata kirin û Kobanê bihata xistin. Bi kurtasî plana hevalan û plana dijmin hem ji aliyê demê hem jî ji aliyê rêbazê ve mîna hev bû, li hev rast hatibû.
Haya we ji planê tune bû?
Kesî bi rewşê nizanî bû, lê belê haya me ji plana YPG’ê hebû. Ji ber ku me rewş meraq dikir, nîvê şevê saet derdora 3’an em li fermandariya koordîneya şer geriyan û me têkilî pê re danîn. Dema em diaxivîn dengê teqîneke mezin hat. Tu nabê hevalê ku em pê re diaxivîn li cihekî ne dûrî derî bû. Min pirsî ku ‘Çi bû?’ Heval got, ‘Herhal li cihekî nêz teqîneke mezin çêbû’. Ji bo heval hîn bibe ku çi qewimiye me axaftin qut kir û ragihand ku piştî 10 deqeyên din careke din bigerin. Dema ku em careke din lê geriyan, hate fêhmkirin ku ji aliyê Bakur ve wesayiteke zirxî anîne; wê wesayitê di deriyê fermî yê Tirkiyeyê re derbas dike, tînin deriyê ku nobedarên YPG’ê lê bûn, piştî ku zor dan derî li wir teqandin. Bêguma wê saetê hêzên YPG’ê jî di nava liv û tevgerê de bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê jî di nava tevgerê de bûn.
Hêzên YPG’ê dema ku ji aliyê rojava yê rêya Helebê ber bi Miştenûrê ve bi pêş diket, li wê derê li hêzên wan rast tên. Li gelek cihan bi metreyan nêzî hev dest bi şer dikin. Bi vî rengî li başûrê bajêr şerekî giran dest pê dike. Tevî vê yekê li deriyê sînor ji xwe şer dest pê kiribû. Li deriyê sînor ji ber teqînê şehîd hebûn, lê belê ne zêde bû; hevalan zû ketin nava liv û tevgerê, hêz şandin ber deriyê sînor û êrişên DAÎŞ’ê pêşwazî kir, dest ji derî bernedan. Lê belê li hin avahiyên Murşîtpinarê û derdora sîloyên genim DAÎŞ’î bi cih bûbûn. Vî şerî heta serê sibehê dewam kir. Li cihê teqînê 3, li başûrê bajêr di pêşwazîkirinê de zêdehî 10 heval şehîd bûn. Lê belê ew nekarîn mîna plankirî bi pêş ve biçin. Bêguman plana yên me jî nemeşiya, ji paşê re ma. Ji ber ku herdu plan li hev rast hatibû. Şer nava rojê jî dewam kir. Hêzên YPG’ê yekemcar êriş kirin, ji sînor derbas bûn, ketin nava Murşîtpinarê û li çeteyên DAÎŞ’ê yên li avahiyên wê derê xistin. Dîmenê DAÎŞ’iyên ku derbasî Bakur bûn û li Murşîtpinarê şer kirin, wê demê di çapemeniyê de hate weşandin.
Hêzên ku ji sînor derbas bûn, li nava Murşîtpinarê li dijî DAÎŞ’iyan şer kirin, ew avahî ji DAÎŞ’iyan paqij kirin. Li vê derê şerekî di nava hev de qewimî. Di wî şerî de Ebû Leyla jî hebû û hate ragihandin ku li wir birîndar bû. Çeteyên DAÎŞ’ê ji avahiyên nava bajêr derketin û li dora sîloyên genim ên li kêleka bajêr ketin çeperan û demekê şer dewam kirin. Wê rojê li wir man; roja din vekişiyan. Rayedarên Tirkiyeyê yên li wê derê hingî agahî şandin, nêzîkatiyek welê nîşan dan ku ‘ne hûn ne jî ew li nava xaka me şer nekin’. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan dabûn.
Hesabekî çawa hatibû kirin?
Ev yek planeke hevpar a MÎT û DAÎŞ’ê bû. Bêguman ev plan li ser bingeha agahiya Erdogan hatibû amadekirin. Ev, Deriyê Murşîtpinar ê fermî ye. Mînak; ew wesayita zirxî çawa karîbû ji wî deriyê hesinî yê Tirkiyeyê derbas bibe?
Em bêjin deriyê aliyê Sûriyeyê şikand, derbas bû û xwe teqand. Baş e deriyê hesinî yê fermî yê li aliyê Tirkikyeyê çawa bi bêdengî vekir û jê derbas bû? Ev yek planeke eşkere bû. Ji xwe dîmenê çeteyên li dora sîloyan şer dikirin hatibû kişandin; ew dîmen wê demê di çapemeniyê de hatin weşandin û ji xwe her tişt radixist pêş çavan.
Weke min got, wê rojê bi Rêbertî re hevdîtin hebû. Ji ber vê yekê girseyê nezanîbû wê çi bike. Girseya Bakur li hemberî êrişa li Murşîtpinarê nerazîbûnê nîşan bide yan jî li benda agahiyek ji Rêbertî be! Yanî diyar bû ku ev yek plankirî bû. Ji ber vê yekê wê rojê liv û tevgereke xurt a girseyî nebû. Lê belê tevahiya rojê li nava Murşîtpinarê li dora wan sîloyan li hemberî DAÎŞ’iyan şer hate kirin; yên ji başûr hatin têk çûn û piraniya wan mirin; li serw vê yekê yên ji bakur hatin xwe vekişandin. Di 29’ê Mijdarê de şerekî bi vî rengî qewimî. Ji xwe belgeyên van hene. Dîmenên kamera hene ku hatine kişandin. Ev yek belgeyeke eşkere bû.
Baş e vê pevçûnê bandoreke çawa li Şerê Kobanê kir?
Bêguman plansaziyeke hêzên berxwedanê hebû ku danîbûn pêşiya xwe. Ji ber vê êrişê ew plan pêk nehat. Lê belê ev serneketin di heman demê de baweriya DAÎŞ’ê ya serketinê û bidestxistina Kobanê lawaz kir. Li aliyê berxwedêran jî moral, motîvasyon û baweriya bi serketinê xurt kir. Yanî di berxwedana 29’ê Mijdarê de, sekna fedaî ya hemû milîtanên bi navê YPG’ê têdikoşiyan nîşan dan, berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke nû kir. Dibe ku vê yekê bandoreke mezin li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir. Ji ber ku piştî wî şerî piştgiriya hewayî li gorî berê zêdetir bû û bi vî rengî pozîsyona êrişê ya li dijî DAÎŞ’ê bi xurtî dewam kir. Bêguman plana berxwedêran a ku Miştenûr û navenda bajêr bigihîne hev bi vî rengî pêk nehat. Piştre pêk hat. Ji xwe piştî pêk hatina wê Kobanê êdî kete nava pêvajoya rizgarkirinê. Bi vî rengî fikra me ya taktîkî ku me ji destpêkê ve pêşniyar kir, piştrast bû. Yanî piştî ku hêzên YPG’ê li ser Miştenûrê bi temamî serwer bû û ketin çeperê, DAÎŞ’ê êdî nekarî li taxên jêrîn li ber xwe bide. Weke me berê got, di nava wê rêxistinê de vekişîn tune bû, lê belê piştî wê demê yên ku tengav bûn dema rê didîtin yekser direviyan. Ev yek dihate wateya destpêka pêvajoya şikestinê di nava DAÎŞ’ê de.
Û bi pêvajoya piştre dest pê kir re Hêzên Azadiyê yên Kobanê gav bi gav bi pêş ketin, 26’ê Çileyê êdî temamiya taxên nava bajêr ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin, bi vî rengî êrişa berfireh a bi hevkariya DAÎŞ û AKP’ê li dijî Kobanê hate kirin, hate têkbirin.
Piştî ku navenda bajarê Kobanê hate paqijkirin, pêvajoyeke çawa dest pê kir?
Bêguman şerê li Kobanê yekser neqediya. Şer li gundan demekê dewam kir. Weke me berê got, DAÎŞ’ê xwest li gund gundan şer bike. Eger bi wan re mantiqekî rast ê leşkerî hebûya, wê hêzên xwe hemû vekişanda deştê, derbasî qada berfireh a li pişt gundê Karamûxê bibûya û xwe komî ser hev bikira. Lê belê welê nekirin; li her gundî şer kirin; vê jî ji aliyekî ve pêvajo dirêj kir, lê belê li aliyê din ew jî têk bir. Yanî navenda bajarê Kobanê hate rizgarkirin, lê vê carê şerê rizgarkirina gundan demekê dewam kir. Lê belê DAÎŞ’î şikestibû û moralê wan têk çûbû. Gelek tiştên wan hatibûn bidestxistin; welê li wan hatibû ku nema karibe li ber xwe bidin û reviyan.
Di vê pêvajoyê de YPG’ê jî windahî da. Mînak fermandara me ya hêja Zehra Goyî ku ji Botanê derbasî Kobanê bû, heman piştî rizgarkirina Kobanê li gundekî nêzî Kobanê ji ber xefika li malekê hatibû danîn şehîd ket. Bi heman rengî hin hevalên din şehîd ketin. Piştre şer derbasî qada bejahî bû, lê belê şer êdî di bin kontrola YPG’ê de bû.
Di pêvajoya şer de hûn windahiyên DAÎŞ’ê û profîla wan çawa dinirxînin?
Tê gotin ku li vê derê nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. Ne tam 5 hezar jî be li gorî fermandariyên pêwendîdar ragihandin di ser 4 hezar çeteyî re bû. Ji ber ku gelek cenaze hatin komkirin. Her wiha di destpêka şer de wan bi xwe gelek cenaze derbasî herêmên xwe kirin. Piraniya DAÎŞ’iyên li Kobanê hatin kuştin çeteyên wan ên herî pêşketî bûn. Ji fermandaran heta bi şervanan kadroyên herî bijarte bûn û ji bo şerkirinê hatibûn. Bi taybetî ji welatên ku ‘ecnebî’ jê re digotin ji Çeçenistan, Ewropa, Efrîka, Ozbekistan, Tirkmenistanê hatibûn û xwe li gorî şer amade kiribûn, perwerde kiribûn, di sabotajê de xwe şareza kiribûn. Piraniya van milîtanên wan mirin. Eger DAÎŞ’ê bi vê enerjiyê li şûna Kobanê êrişî paytexteke cuda kiribûya wê teqez bi dest xistibûya. Ji ber vê yekê nîqaşên wan ên di vê mijarê de di navbera xwe de dikirin balkêş bû.
Li Kobanê di şerê dijî DAÎŞ’ê de çend şehîd hatin dayin?
Li Kobanê 485 kadroyên me şehîd ketin. Piraniya van jî fermandar bûn. Şervanên Botan, Amed, Garzan, Erzîromê bûn. Ev yek ji bo me berdêleke gelekî giran e û tiştekî ji rêzê nîne. Me ewladên herî têkoşer û bijarte yên gelê xwe şehîd dan ku li Bakur şareza bûbûn û bûbûn xwedî tecrûbe. Her yek ji van hevalan gelekî hêja bû. Bi qasî wan hevalên YPG’î şehîd bûn.
Bi dayina berdêlên giran, bi şehîdketina fedayiyên bijarte yên herî leheng Kobanê û qada wê ya bejahî hate rizgarkirin. Ev ne tiştekî hêsan bû. Bi piştevaniya gelê me û hevrêyên me yên enternasyonal, bi lehengiya milîtaniya Apoyî, bi fedakarî û wêrekiyeke mezin serkertineke wiha pêkan bû.
Hemû hevrêyên me yên ku di pêvajoya berxwedanê ya Kobanê û Rojava de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Wan ne tenê ji bo gelê Rojava û Kurdistanê ji bo azadî û ewlehiya tevahiya mirovahiyê xwe feda kirin, milîtanên Apoyî, PKK’î û YPG’î bûn. Divê cîhan hemû vê rastiyê bibîne. Piştre ji bilî hevalên me yên gazî û tedawiya wan dewam dike, me hêzên xwe hemû vekişand. Ji ber ku serketina hate bidestxistin ji her alî ve YPG xurt kir. Hêzên wan di şer de şareza bû; her wiha têkiliya bi hêzên navneteweyî re gelekî bi pêş ket û êdî pêwîstiya wan bi me nemabû.