NAVENDA NÛÇEYAN –
Dibêjin ku em rêz didin cihêrengiya çandî, lê zimanê dewletê yê fermî tirkî ye. Temam zimanê dewletê yê fermî tirkî ye, lê wê zimanê bîst milyon mirovî çi bibe? Her hal ev bîst milyon mirov ne lawir in. Hûn dibêjin ziman, eger hûn ziman bi rêxistin nekin, ziman bikarneynin, ziman perwerde nekin, di rojname, radyo û di TVyan de her roj bikarneynin, di perwerdê de bikarneynin hun dê ziman çawa pêşbixînin? Ev ziman wê çawa bijî? Çand tenê dikare bi ziman were pêşxistin. Divê ziman were birêxistin kirin. DTP ji vê mijara sivik re jî nikare di heman kêliyê de bersiv bide, polîtîkayek pêşbixîne, kêm dimîne. Divê vana pir-pir bidin rave kirin û di vê mijarê de polîtîka bi afirînin.
Kurd vê dixwazin; divê çanda kurdan bi temamî serbest be. Divê serbestiyeke rêxistinkirina çanda xwe hebe. Ev rewş ji bo çandên din jî wisa ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê kurd xwe bi şêwazeke demokratîk-gerdûnî îfade bikin û destûreke bingehîn a demokratîk pêwîst e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê zêhniyeteke demokratîk, nîqaşeke demokratîk, karîgeriyeke (işleyiş) demokratîk, siyaseteke demokratîk, rêxistingeriyeke demokratîk û destûreke bingehîn a demokratîk pêwîst e. Heta destûreke bingehîn a demokratîk nebe, ev pirsgirêk çareser nabe.
Min nexşeya rê weke 160 rûpel amade kir. Min 600 rûpelê paraznameyê ya qisma “demokratîk kirina çanda Rojhilata Navîn” jî nivîsand. Bi giştî 760 rûpel in. Min tevahî radestî îdareya girtîgehê kir. Pêşgotinek di serê Nexşe ya Rê de heye, bi qasî nîv rûpel e. Pişt re jî qismê ketinê heye, bi qasî sîh û penc-çil rûpel e. Pişt re jî di beşa yekemîn de qismê têgeh, teorî û prensîp heye. Min pişt re jî pirsgirêka kurd û Tirkiyê girte dest. Tevî pêşgotin û ketinê , bi giştî ji heft beşan ve pêktê. Min di qismê têgeh-teorî-prensîp de, prensîbên çareseriya demokratîk anî ziman.
Welatê hevbeş, Tirkiye û Kurdistan e. Kurd wê him Tirkiyê him jî Kurdistanê weke welatê hevbeş bipejirînin. Tirk jî wê him Tirkiyê him jî Kurdistanê weke welatê hevbeş bizanibin. Peyva Kurdistanê jî peyveke eydî min nîn e. Vê peyvê, yekemîn car ez bikar nayînim. Cara yekem ji aliye Sultanê Selçuqiyan Sencer ve hatiye bikaranîn. Têgeheke dîrokî ye. Têgeheke ku Sultanên Selçûqiyan jî, di nameyên xwe de bikaranî ye.
Çareserî ew e; ji kurdan re derfet were dayîn ku bi awayeke serbest çanda xwe îfade bikin. Wê ev cihêrengiya çandî were naskirin û pêkanîn. Helbet ez vana ji bo çareseriya pirsgirêka kurdên bakur tînim ziman, lê ez ne tenê ji bo kurdên bakur, ji bo kurdên parçeyên din de jî tînim ziman. Wê têkilî bi kurdên parçeyên din re jî, were çêkirin. Wê bi hev re tevgerkirina vana, were çêkirin. Ez ji viya re dibêjim Komela Civaka Kurdistan, ez ji bo vê modela çareseriyê bi kurtî dibêjim KCK. Ez jî ji bo Rojhilata Navîn dibêjim Konfederasyona Demokratîk a Dîcle-Firat dikare were pêkanîn. Heta ez pêşniyar dikim ku di hewzeya Dîcle-Firat de konfederasyona çandinî, av û enerjiyê were avakirin. Dikarin bi gelên din re di qada aboriyê û yên din de bi xwe rêxistinkirinê re, ji bo konfederasyona gelan xebat bidin destpêkirin. Min di Nexşe ya Rê de vana jî da diyarkirin. Nexşeya Rê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pir girîng e. Nexşeya Rê demokratîk e, yekgir e (bütünleştiricîdir), hevgir e. Wisa ew gotina MHP ku dibêje cûdaxwaze, mîsoger e, ne rast e. Tam berovajiyê vê nexşeya rê hevgire, xizmet ji gelên Tirkiyê, Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê re dike. Heta Wezîrê Karê Hindirin dibêje modela Tirkiyê, vaye nexşeya rê, ji bo çareseriyê modela Tirkiyê ev e. Di nexşeya rê de min ji bo rihê Alparslan jî bangawazî kir. Têkiliya Alparslan a bi Kurdan re, yekgirtina wî; îtîfaqa Yawiz Selîm Sultan a bi Kurdan re yek jî min rewşa Mustefa Kemal jî anî ziman. Nameyên Mustafa Kemal jî ji bo Kurdan hene. Serokwezîr jî wê sibe bangawazî ji netew re bike, em dê bibînin ka wê çi bibêje.
Nexşeya min a rê û parêznameyên min pir girîng in. Min li vir serî xwe teqand. Min zanistên cîhanê û yên Ewrûpa tev xwand, tev hurkola. Tiştên ku min nivîsandiye encamên ku min ji vanan derxistiye ye. Zanistiye, ji aliyê encamên ku ez gihiştimê jî pir girîng e. Hizrên min têra xwe pêşketiye. Feylesufên Ewrûpa pir li ser ew mijarên ku ez behs dikim disekinin, lê yên min jî gelek berfirehin, heta ji yê gelekan jî pêşketîtir in, min gelekan jî derbas kir. Dikarin ev tiştên ku min nvîsandine weke derketina ji modernîteyê bê nirxandin.
Eger dewlet lîstok bilîze û neçareseriyê kûr bike ew jî dê xwe biparêzin. Ez ji ber PKK’ê nas dikim û stratejiya wê dizanim, ez vana dibêjim. Di PKK’ê de sê stratejî û feraseta parastinê heye: Parastina Pasîf, Parastina Çalak, Parastina Topyekûn. Eger çareserî pêşnekeve, wê tişta ku ji vê şûndetir kurd bikin; “parastina heyîna xwe û berxwedana pêkanîna azadiya xwe” bikin. Ji ber ku mekanîzmaya parastinê ya her kesî û ya her candarekî heye. Min da diyarkirin ku di vê rewşê de wê kurd ji bo parastina heyîna xwe û azadiya xwe bidin jiyan kirin û pêşxistin, wê li ber xwe bidin. Fermandarê Hêzên Hewayî jî dibêje “heta ku yek ferdê wan bimîne emê wan tune bikin”. Wê bikin, wê bikaribin bikin ez vê nizanim, ev mijareke ferasetê ye. Wê biçin ser PKKê, ew jî wê xwe biparêzin, şer bikin, an nekin, tune bikin, an tune nekin ez li vir van nizanim. Ev bi temamî karekî ku ew bixwe dizanine.
Beşek ji hevdîtina 26’ê tebaxa 2009’an a Rêber Apo