Baran Mawa
Yek ji hevalên ku li Geverê bûn hevala Viyan bû. Heval Viyan di zivistana 2014 an de li Akademiya Elî Çîçek bû. Jixwe nû tev li bûbû, berê jî di xebatan de cih negirtibû. Gava ku tevli dibe hema diçe Akademiyê. Lê belê, rexmî ku dewreya wan ne dewreyeke tam be jî, dewreyeke 2-3 mehîn a ponijandine bû. Heval Viyan bû hevaleke ku xwe pir zû pêş xistî û di dewreyê de jî bala her kesî bi vî awayî kişande ser xwe. Ango, rexmî ku qet di xebatên rêxistinî de cih negirtiye jî pêşketineke mezin nişan da. Herwiha, ji malbateke dûrî welatparêziyê tê; Birayên wê bavê wê Akp’yî bûn. Rexmî vê pêşketineke bêhempa nişan da. Ji ber cihê ku lê xwendî jî bi hevalan re pir têkiliya wê çênebuye.Li Sakaryayê dixwend, li malekê çend hevalên welatparêz nas kirine û bi rêya wan tevli bûye. Lê belê, hevaleke ku zû têdegihîje,fêm dike,serwext dibe bû. Bawerî dida derûdora xwe. Mirov ji nêrîna ewilî jê fêm dikir.
Bandora herêma ku jê hatî jî hebû; ji Amedê bû. Li Kurdistanê ji ber şert û mercan di kêm kesan de xwebawerî heye. Nemaze, taybetiyeke ku di jinê Kurd de tuneye, taybetiyeke ku pir zor bi pêş dikeve. Lê belê di Şehît Viyan de ev yek eşkere diyar bû.Hevaleke ku xwedî xwebawerî, jîr û zîrek, zû têgihiştin, zû fêmkirin û pêşketin û çalak bû. Pir zû çalak dibû. Ne xwedî kesayeteke pelt(pasîf) bû. Piştî demeke ji bo xebatên êlatê (eyalet) şandine Cîloyê. Ji bo ku demekê bi xebatên Colemergê re têkildar bibe şandine Cîloyê. Di nav êlatan de êlata herî zor êlata Cîlo ye. Zagros êlata herî zor e, pir dijwar e. Heval Viyan jî, rexmî ku ne xwedî raboriyeke rêxistinê ye, di kargeriyê de zêde nemaye, perwerdeya leşkeri nestdaniye jî çû wir. Ji ber ku hevaleke ku zû bi pêş diket bû, hevaleke ku zû lê digurive hate şandin. Piştî ku demekê li wir xebat meşandin, gava ku pêngava 24ê Tîrmehê dest pê kir du heval veqetiyan. Hevala li cem wê hate şandin û bi xwe jî ma. A rast, me jî dixwest ku hevala din biçe. Piştî ku demekê li wir tenê jî dimîne û xebatan dimeşîne êdî heyama paşvekişîn û hêwirînê dest pê dike. Êdî nikare li wir xebatê bimeşîne.Mînak, bi meha cotmehê re êdî xebat li wir nayên meşandin. Wê demê jî bi xwe pêşniyar kir ku biçe aliyê hundir û biryar hate girtin ku heval biçe Geverê.Çû Geverê û her li Geverê ma, heta ku Şehit ket jî li Geverê ma. Şehîdbûna Heval Viyan jî, di dema paşvekişîne de di stargehê de Şehît ket. Ew, di dema paşvekişînê ango heta kêliya dawiyê jî dijî, di nav berxwedanê de dimîne. Di dema paşvekişînê de komeke 7 kesî ne. Ew heval di stargehê de Şehîd dikevin.
Hevaleke ku, gelek heval behsa wê dikine. Rexmî ku berê tu kargeriya wê tunebû çû cihekî wek Geverê. Çû cihekî wek Geverê yê ku dijwar; cihekî ku ji bo me pir girîng e. Bandoreke mezin jî li wir berda. Asteke girîng jî bi dest xistibû. Heval pir qalê dikin, gelê wir jî zehf qalê kiriye. Taybetiyeke ku di jinên Kurdistanê de pir nayê dîtin di Hevala Viyan de pir diyar dihate jiyankirin. Rewşeke ku Ji roja ewilî ve dihate jiyankirin bû.Bi rastî jî hevaleke ku zehf pêş diket bû. Em bi yekî/a ku ji Geverê hatî re hevdîtin kir; Heval Viyan gava di nava berxwedanê de ye gotiye: Şehîdbûn li zora min naçe lê ku dijmin piştî Şehîdbûnê bi cendekê min bilîze dê zora min biçe. A niha bi rastî jî nizanim, malbat pir bi pey cendekê wê neket. Neçûn nimuneyên xwînê filan jî nedan.
Biryardarbûn û helwesta wê bi awayekî vekirî derdikete pêş. Di gelek kesan de ev tê jiyankirin: Şaşiyan dibîne, nerihet dibe lê belê pir nayîne zimên.Di Şehît Viyan de ne wisa bû; di wê mijarê de tund bû, balkêş bu. Gava ku şaşî didît, cih û war ferq nake helwesta xwe diyar dikir.