FRANSA – Meşa Dirêj ku bi rengekî kevneşop her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ve tê lidarxistin, îsal li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir.
Meşa Dirêj wê 11’ê Sibatê li Strasbourgê bi dawî dibe. Ji bo meşê ji gelek welatên Ewropayê ciwan amade ne. Endamên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê jî tevlî çalakiyê bûn.
Beriya destpêkirina çalakiyê ji bo bîranîna Şehîd Berjîn Zenda û şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Bi navê TCŞ’ê Çekdar Serhed axivî û got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt. Bi navê ciwanên Kurd em di wê baweriyê de ne ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin û ji bo vê jî em ê her tim li qadan bin. Li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, divê NATO êdî bes çekan bifiroşe dewleta Tirk. Ciwan wê di vê pêvajoyê de li dijî her cûre komplo û êrişên qirêj ên li ser gelê Kurd têbikoşin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna gerîla derkevin û bersivê bidin pêvajoyê.”
Berdevka Demkî ya TJK-E Swîsre Rabîa Baldemîr û Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş jî axivîn. Qisekeran bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, êrişên qirkirinê û berxwedana gerîla.
Meş wê îro di navbera bajarên Sierentz û Colmarê de pêk were. Ciwan wê îro bi 20 km’yî bimeşin.