QAMIŞLO – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê destpê kiribû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişloyê bi bîr anîn.
Ciwanên ku li qada şehîdan bi mûman “121” nivîsandin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare kirin.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Nîşan Herekol diyar kir ku planên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û got, “DAÎŞ’a ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat tunekirin, ji aliyê dewleta Tirk a ku her cûre êrişên qirêj li hemberî gelê me pêk tîne, hewl hat dayin ku ji nû ve bê zindîkirin. Dewleta Tirk bi êrîşa herî dawî ya li Hesekê re, bi destê DAÎŞ’ê xwest ku ‘Împeratoriya Osmanî’ ji nû ve vejîne. Şervanên QSD’ê û hêzên me yên ewlekariyê berxwedaneke bi heybet nîşan dan û bi dayîna berdêlên giran pêşiya vê plana qirêj girtin.”
Herekol destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Hesekê hilîne, êrîşî Dêrik, Şengal û Mexmûrê kir.
Daxuyaniya ciwanan bi giştî wiha ye:
Êriş li ser bakur û rojhilatê sûriyê bidawî nabin ,hêza teror DAIŞ li ser destê Hêzên Sûriye Demokratîk QSD ê û hêza YPG, YPJ bi binket. Dijmin dixweze bi her awayî li ser gelê me êrişan pêş bixîne, bi bûyera ku dawî li bajarê Hesekê çêbûye dijmin dixwest ku tevlîhevî li welatê me derbixîne û ji nûve împeretoriya xwe bi riya DAIŞ îlan bike, lê me wekî QSD ê, û YPG û YPJ û hemû hêzên ewlehiyê bi destekî ji hesin me bersiva dijmin da. Heya dawî hêzên me berxwedanî kirin û me berdêlên giran dan.
Bila her kes bizanibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê Kurd berxwedanî dikin Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hemû temenên xwe piştgirî didin ciwanên xwe. Êrişên dawî li ser Mexmûr ,Şengal ,Dêrîkê çêbûne ev tola DAIŞ’ê bû. Dixwestin ku tola DAIŞ hilînin ji ber ku DAIŞ bi bin ket. Dewleta tirk xwest ku bi êrişên xwe yên bi balafiran û îxanetê tola DAIŞ hilîne û xwestin ku hêzên me li Rojava têk bibin. Lê ew têk çûn, ji bo vê em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwezin û sersaxiyê ji gelê xwe re dixwezin ,em dibêjin wekî ciwan em li pey şehîdên xwe ne û li pê fikra serokê xwene .
Di dawiya pêxistina mûman de bi sloganên şehîd namirin û Bijî Serok Apo ciwanan çalakiya xwe qedandin.