NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj a ku her sal bi pêşengiya Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îsal li bajarê Sîerentz heta bajarê Strasboûrgê yên Fransayê bi dirûşmeya “Bi îradeya ciwanên Apoyî emê Rêber Apo Azad bikin” tê lidarxistin. Meşa Dirêj a ku wê heta 11’ê Sibatê bidome, roja xwe ya 1’emîn bi dawî kir.
Di çalakiya Meşa Dirêj a ku ciwanên ji Îngilîstan, Elmanya, Swîsre, Fransa û gelek bajarên Ewropayê tevlî bûn, tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî coş bêyî ku kêm bibe dewam kir.
Ciwanên ku îro 20 km meşiyan, li bajarê Colmar ê Fransayê dawî li çalakiya xwe anîn.
Wê îşev bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê ji bo ciwanan mîhrîcana muzîkê bê organîzekirin.
Çalakiya Meşa Dirêj wê di roja duyemîn de li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Colmar ê Fransayê dewam bike.
Tîjda Zagros û Recep Amed ên tevlî Meşa Dirêj bûne, têkildarî çalakiya xwe ev tişt gotin:
Aktîvîsta TekoJIN Tîjda Zagros: “Di serî de em tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar dikin. Sala 2022’an wê bibe sala ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were. Li ser vê bingehê ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku tevlî çalakiya Meşa Dirêj bibin.”
Recep Amed ku ji Swîsreyê tevlî çalakiyê bibû got: “Em tecrîda sîstematîk û girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezar dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ancax bi destê me ciwanên Kurd pêkan e. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku di rojên pêşiya me de tevlî meşa me ango çalakiya Meşa Dirêj a ku her sal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê lidarxistin bibin.”