DÊRÎK – Dewleta Tirk ya dagirker li dijî Kurdan êrişên komkujiyan didomîne. Herî dawî di heman demê de Qereçox Şengal û MexmÛr bi hev re bi balafirên şer ve hatin lêdan.
Cihên ku hatin lêdan ji wan yekjî Gundê Teqil Beqilê bû. Dewleta Tirk cihê ku elektrîkê da û encamê de 5 kes şehîd bûn.
Me wek Ajansa Nûçe Ciwanê mîkrofona xwe dirêjê şêniyên herêmê kir û di derheqê mijarê de fikir û nêrÎnên gel girt.
Navê min Xalya Ferman Adem e. Slav û rêz ji ber van şehîdan hemûyan û çekê welat parêz û Serok APO. Erdoğan bi teqînan dixwaze me tûne bike. Nikare me tûneke, heta Serok Apo pişta me ye, nikare. Em bêjin nebêjin nikare dinyaye da Kûrda bîne erdê. Wek gotî, Em pey van şehîdane û înşallah xwedê teala xwîna van şehîdan nabe roda. Wek gotî,î nşallah Kûrdê me hemû jî bibin yek, hemû em birayên hevin û înşallah wek gotî jî em Kûrd birayê hev in. Em bêjin nebêjin Erdoğane, bêbexte. Nikaribû Hesekê de me tûneke,vê yekê de,divê dîsa nikare me tûneke. Îzna xwedê,wek gotî, em pey şopa van şehîdane û Serok APO‘ne û dinyayêda nikare me tûneke. Em jî weke YPG‘ê dikarin cihê xwe bigrin. Çi parêstin be, çibe. Çi were ser milê me emê bikin û înşallah jî wek gotî parêstin be, çibe, em wek jina cihê xwe tê de bigrin.
Ez Osman Ûbeyd. Ji gûndê Teqil Beqil. Hevserokê komînê. Êrîşa wan saet neh kêm deh deqe despê kir. Cihekî navtêdan ê kehreba giştî van gûndê me ye. Sivîl têde Şehîd ketin. Wekî em dibêjin civakî zarok tirsandin. Heta wek nihajî zarok gişt tirsê dane,nikarin di malê xwe de razin. Wekîdin ,êrîşek hovaneye.Heta dawiyê jî êrîşek hovane ye. Ew ji xwe re dibêjin ezê wî miletî bihecîrînim,wî miletî ezê bitirsînim ku cih berdin,tiştek desta de nemaye.Dixwaze bi rêya van êrîşê hovane wî miletî bitirsîne, ev milet cih berde. Lê dîsa jî milet jêra hişyare û banga me jî ji milet re, em dixwazin milet jêra hişyar be. Yanî nekeve planê dijmin, cihê xwe bernede.
Ez Behrem Îbrahîm. Ji gûndê Teqil Beqil. Mesela hevsa Hesekêda biryar dan bi rêya Daîş dixwaze milet tûnebike. Kurda li vir de nehêle. Piştî pêre nemeşî pêra şikest, ew muamela wan Daiş ji pêra şikest. Rabû piştre çikir? Rabû ev plan derxist. Cihê Kerebê da. Li şengalê da, li Mexmur da, li çiyayê Qereçox de. Bi vê ve dixwest îrada milet tûne bike,milet bitirsîne, milet bihecirîne. Lê milet cih bernade, milet ew nake, êdî nema zane çibike.