Hevalê Erîs hebû. Di havîna 2014’an de li Akademiya Alî Çîçek bû. Li Amedê ji bo cebatên parastina cewherî hatibû vesaz kirin û heval li Sûrê ma. Bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, lê heval Elezîzê mezin bûye. Malbateke wî ya pir welatparêz heye. Welatparêzbûna malbata wî pir kevne. Ger we axaftina bavê wî ya di merasîma cenazeyê de dîtibûya, mîna ku xebatkarekî 20 salî axivîbû. Piştî ku min bavê wî dît, piştî ku min axaftina bavê wî dît, ez fêr bûm ku heval Erîş ew çand ji ku girtiye. Hevalekî pir bi çand, hêja, û rêzdar bû.
Yanî min digot, ma di sîstemeke wiha de hevalên bi vî rengî mane? Di modernîteya kapîtalîst a ku ev qas ferdperestî lê serdeste de, mirovek çawa dikare ewqas bi çand be? Hevalekî wisa bû. Hevalekî ku rêxistin baş fêm kirî bû. Wek Dibêjin, wî rêxistin pir cewherî girtibû. Wî rêxistinê ji çavkanî fêmkiribû, wisa fêhm kir û di xwe da zindî kir. Wî esasê pratîkê girt, ne aliyê şeklî yê pratîkê, şeklîbûn ji heval dûr bû. Ew hevalek rast bû, dema mirov bêje hevalek ku teorî û pratîk, fikir û jiyana wî yek e, ev heval tê bîra me.
Divê we di rojnivîsên Sûrê de jî li ser wî xwendibe, ji ber ku ew yek ji şehîdên pêşîn bû. Ewqasî bi rêxistinê ve girêdayî bû. Mînak li wir dibêje, heval em neçin vê çalakiyê. Lê heval israr dikin, dema heval israr dikin ew li ber wan dadikeve û pêşî li her kesî digire û diçe. Heval Êrîs hevaleki wisa bû. Disa biryarek an jî tiştekî cûda hebe, şexsî tevlî nebe an tiştekî razî nebe jî, eger ev yek veguhere biryareke rêxistinî, kesê li pêşî ew e. Ew pêşî tevlî dibe. Tû cari nedigot, ez razî nebûm, ez rast nabînim. Ger bibûya biryarek, ger bibûya biryareke rêxistinî, dê di destpêkê de wî cih bianiya. Qet serî de tevlî nebe jî. Li wir jî kesayeta xwe nîşan da. Çawa şehîd ket di rojnivîsên Sûrê de hatiye nivîsandin