NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Di dîroka Kurdan de her tim di wêneyên zid, li dijî hev derketine pêş. Di wêneyekî de berxwedan û di yê din de jî xiyanet.
Di dîroka Kurdan de her tim di wêneyên zid, li dijî hev derketine pêş. Di wêneyekî de berxwedan û di yê din de jî xiyanet. Jixwe, heger ne ji ber vê bûya, Kurd wê bi hezaran salan ne bindest bûna. Heger ne ji xayinan bûya, Şex Seîd û Seyid Riza ne dihatin bidarvekirin. Heger ne ji hevaltiya kêm û xiyaneta navxweyî bûya, erd biçûya ezman wê ti hêzê nikarîbûya Rêber Abdullah Ocalan dîl bigire.
Hêzên navneteweyî bi salan e ku ji bo gelê Kurd tine bikin, her rê û rêbaza qirêj ceribandine da ku Kurdan parçe bikin û bi rê ve bibin. Lê tevî wan hewldanan hemûyan jî nikarîne pêşiyê li vîna Kurdên azad bigirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, xwestin bi destê çeteyên DAIŞ’ê pergala neteweya demokratîk belav bikin. Lê berxwedana gelên azadîxwaz pîlan û hesabên wan têk birin. Li Şengalê xwestin koka Kurdan biqelînin, lê bi ser neketin. Li Mexmûra ku li hemberî zilma wan rêya berxwedanê hilbijartiye, bi êriş û ambargoyan xwestin vîna gel bişkînin û encamê bigirin, lê bi ser neketin. Lewma, yên ku biryara azadiyê dane, her zahmetî daye berçavên xwe û ew têdikoşin. Berdêl çi dibe bila bibe, ew çok danaynin. Li ber xwe didin.
Mînaka wê ya dawî jî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Şeva 1’ê Sibatê, dewleta Tirk bi awakî hemwext êrişî van deveran kir.
Dewleta Tirk dixweze vegere serdema Osmanî. Ji bo bigihîje ve mexseda xwe, li herêmê bi piştgiriya hêzên hegemon dest bi pîlan û konsepteke berfereh kiriye.
Jixwe, par bi tevahî, ev bi gelek şêwazên êrişên xwe dewam kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çekên kimyewî heta bi her rêbaza qirêj li dijî gerîla bi kar anî. Li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêşengên gel kirin hedef û ew qetil kirin.
Lê gelê herêmê, li hemberî êrişan hemûyan, vîna xwe parast û bi berxwedanê bersiv da êrişan. Ev sekna mînak di berxwedana 7 rojan a li Hesekê de li hemberî nûnerê vê pergala faşîzan a çeteyên DAIŞ’ê hat raberkirin. Yên li Hesekê têk çûn, ne çeteyên DAIŞ’ê bûn, dewleta Tirk bi xwe bû. Lewma, nekarî xwe li vê binketinê ragire. Vê carê bi xwe ket dorê. Ji bo heyfa çeteyên DAIŞ’ê hilîne, êrişî Mexmûr, Şengal û Rojaveyê Kurdistanê kir. Ev êriş li ber çavê hêzên garantor, hikûmeta navendî a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatin. Heta niha jî ev hêz bêdeng in. Em her dibêjin, bêdengî hevkariya sûc e, lê biya min ew jî yekser şirîk in.
Di vê şirîkatiyê de ya ku herî zêde mirovan diêşîne jî helwêsta mala Barzanî ye. Rojekê piştî êrişan, dema min wêneyên Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re dîtin, min weke kurdekê fedî kir. Lê ew fedî nakin, ji ber ku ez ji Kurdbûna wan bi guman im. Heger Kurd bûya wê berê xwe nedaya Enqerê û li gel neyarê gelê xwe poz nedaya. Wî dê berê xwe bidaya Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku li ser gelê wî bi sedan bombe hatibûn barandin. Tenê 21 top û qazan li Şengalê ketibûn. 9 şehîd û bi dehan birîndar hebûn. Erdogan piştî vê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û got; “Ew êdî hêdî hêdî dikeva xeta rast. Ev peyama Erdogan hevkariya PDK’ê ya bi dawleta Tirk û dijminatiya wan a bi gelê Kurd ê azadîxwaz re îsbat kir. Bila Mala Barzanî ji bîr nekin, dîrok wê hesabê vê yekê ji wan bipirse. Heta Kurdên azad hebin, xiyanet wê ticarî bi ser nekeve.
Di topbarana li dijî Şengalê de teyrekî tawiz ku sembola baweriya Êzdayî ye jî hat qetilkirin. Dibe ku wî wêneyî bala her kesî kişandibe ser xwe. Ruh ji laşê wî derketiye lê serî wî teyrî bilind e. Ew wêne nîşaneye Kurdên berxwedêr û azad e. Divê mirov wî wêneyî û wêneyên Nêçîrvan ê bi Erdogan re bînin berhev.Wê demê emê hîm bi hesanî karibin xeta berxwedan û xiyanetê zelal bibinin.