BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Perwerdeya PKK’ê Ronî Baz tekîldarî ciwanên Kurdistan, tevahî ciwanên li dervayî welat û yên enternasyonalîst; asta çalakî, pêşengtî û berxwedana wan, herwiha êrîşên ku li ser ciwanan tê pêşxistin û komploya navnetewî ya 15’ê sibatê ji ajansa nûçe ciwan re nirxand. Ronî Baz balkişand sekna ciwanên Kurdistanê û got, ‘’Ciwan bi sekn û berxwedana xwe asta tekoşîna azadiyê, asta şoreşê, asta fikr û ramana sosyalîst gihandin lûtkeyê.’’
‘Di dîroka mirovahiyê de ciwanên Kurdistan bi lehengî û berxwedan xwe dîrokek nû nîvîsîn’
Ronî Baz di destpêka axaftinê xwe de balkişand girîngî û rêveçûna pêvajoyê û got, ‘’Em di pêvajoyek her roj û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin re derbas dibin. Di dîroka mirovahiyê de ciwanên Kurdistan bi lehengî, berxwedan û tekoşîna xwe dîrokek nû dinîvîsîn. Ev ciwan dinava vê dîroka nû de jibona hemû mirovahiyê, ji bo hemû gelê bindest dibin hêvî. Ji ber ku bi fikr û ramanekî şoreşgerî hatin e perwerdekirin. Li gor fikr û ramanê Apogerî tekoşîn didin meşandin. Bi rihekî sosyalîst, bi fikr û ramanê şoreşgerî, îro ciwanê Kurdistan ji çîyayên Kurdistan bigre heta hemû bajarê Kurdistan, dervayî welat seknekî bê hempa ku ji bo herkesî dibe îlhama tekoşînê didin meşandin. Bê gûman di dîroka miravahiyê de gelek tekoşîn hatin meşandin. Lê qet gûman nîne ku tekoşîn û şerê ku îro ciwanên Kurdistan didin meşandin hemtayê xwe nîne. Asta tekoşînê, asta şoreşê asta fikr û ramana sosyalîst gihandin lûtkeyê. Bê gûman ciwanên Kurdistan çiqas serbilind bin, gelê Kurd çiqas bi ciwanê xwe serbilind bin jî, wê kêm be. Ji ber ku bi vê tekoşînê ve miletekî ku hatibû tinekirin, welatekî ku hatibû tinekirin û hatibûn kolekirin cardin rabû ser pîya û hebûna xwe avakir in.’’
‘Em ji herdemê zêdetir nêzî Azadiya Rêber Apo ne’
Ronî Baz di dewama axaftina xwe de tekîldarî komploya navnetewî ya 15’ê sibatê 1999’an ku li hember Rêber Apo hat lidarxistin wiha got; ‘’Em di pêvajoya komploya navnetewî ya Rêber Apo re derbas dibin. 23 sal xilas dibe û em derbasî sala 24’mîn dibin. Ji her demê zêdetir em nêzî azadiya Rêber Apo ne. Bi vê ve girêdayî em nêzî azadiya gel û welat bûne. Ji ber 24 sale Rêber Apo dibin esaretê de ye, em wek ciwan û gelê Kurdistan pêvajoyek rexnedayînê re derbas dibin. 23 sal ne kêm e, pir zêde ye. Ger hîna jî Rêber APo dibin esaretê de ye, ev heman demê kêmasiya me jî nîşan dide. Wê demê divê em ji kêmasiyên xwe yê berê tecrûbe derxin, milê xwe yê îdeolîk xurttir bikin û pratîka xwe ji her demê zêdetir mezin û gûrttir bikin, bi vê sala pêşiya me, derbeya mirinê li hêzên komploger bixin û Rêbertiya xwe azad bikin. Bê gûman tekoşîna ku niha ciwanên Kurdistan didin meşandin, vê hêviyê dide. Tekoşîna ciwanan ya bi giştî li Kurdistanê dide meşandin, dîsa li beramberî metîngerî û dagirkeriya dewleta qirker dide meşandin, mizgîniya sala pêşiya me jî ava dike. Bi vê vesîlê cardin em komploya navnetewî ya ku di şexsê Rêber Apo de li beramberî gelê Kurd û ya hemû mirovahiyê hatiye meşandin, bi nefret pêşîwaz dikin. Di vê pêvajoyê de berxwedana ciwanên Apocî di asta jor de çêbû, çi li Kurdistan, çi jî li dervayî welat, çi jî li metrepolan berxwedanên pir mezin çêbûn. Niha de em, berxwedana hemû ciwanên Kurdistanê pîroz dikin û berxwedana wan de serkeftin dixwaz in.’’
‘Kongreya Amedê encama tekoşîna ciwanên Kurdistan nîşan dide’
Ronî Baz balkişand kongreya Amedê ya beriya niha demekî kin çêbû û wiha pêde çû, ‘’Beriya niha li Amedê kongreyekî ciwanan çêbû. Berî hertiştî, lihember dewleta qirker ev kongre helwestek pir gîrîng bû. Ji ber ku her roj li beramber ciwanên Kurdistan şerekî taybet di asta jor de dihat meşandin. Rayedar û faşîstên dewleta Tirk her tim propagandeyek wisa dikirin û hîna jî dikin. Digotin ciwanên Kurd yên berxwedêr me lewaz kiriye, nikarin liberxwe bidin. Lê di vê pêvajoyê de me dît ku ciwanên Kurdistan li Kurdistanê, li herderê Apocî ne. Ne gengaz e ku ciwanên Kurdistan piştî ewqas berdelên mezin gav paşde biavêjin. Kongreya ku li Amedê çêbûye; bi heyecan, kelecan, bi dirûşm û morala xwe ve vêya cardin îspat kir. Bersiva herî mezin ji bo dijmin ev bû. Bê gûman ne tenê kongrê de wisa bû, pêvojoya hetanî kongrê heye. Kongre encamê tekoşîna ciwanên Kurdistan bû. Ev tekoşîn berdewam kir û di kongreyê de ciwanên Kurdistan gotin em bi gelê xwe, welatê xwe û Rêbertiya xwe re girêdayî ne û hûn çi dikin bikin jî em gav paşde navêjin.’’
‘Arteşa ciwanên herî mezin HPG û YJA-STAR e’
Ronî Baz diyar kir ku ne gengaz e ev girêdanbûn lewaz bibe, berovajiya vê her diçe gûrttir û mezintir dibe û got, ‘’rihê ciwanên Kurdistan rihekî Apocî ye. Rihekî PKK’yî bûne. Hêza xwe ji gerîlayê Kurdistan digre. Berxwedana ciwanên Kurdistan ne tenê li bajaran, li her derê ye. Artêşa herî mezin ya ciwanan HPG û YJA-STAR E.’’ Ronî Baz di berdewamiya nirxandinê xwe de berxwedana gerîlayê azadiya Kurdistanê bibirxîst û wiha got, ‘’Roja me ya îro em dibînîn li Zap, li Avaşîn, li Metîna, Heftanîn, li Xakurkê li seranserê Bakûrê Kurdistanê heta hin çîyayê Tirkiyê ciwanên ku xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde kirin e, bi rihê PKK’ê xwe avakirin e, bi azadiyê re tekîliyek pir xurt çêkirin e, çi anîn serê metîngeriya Tirk herkesî dît. Cîhan li wan kirin dojeh. Hertim dirûşmek bi vî awayî dihat avêtin, ‘’Kurdistan ji bo faşîzmê wê bibe goristan.’’ Îro li Metîna, Heftanîn, li Xakurkê, li Avaşîn, Zap û seranserê Kurdistan çawa ku doh ji bo metîngeran bû goristan, roja me ya îro jî dibe goristan. Kî potînê xwe ya qirêj bi armanca dagirkirinê bavêje Kurdistan, kî bi nîyeta dagirkeriyê were axa Kurdistan, doh çi bersiv girtin, îro jî wê vê bersivê bigrin. Her roj leşkerên Tirk bi binkeftinê ve gav paşde diavêj in. Ev bi lehengiya ciwanên Kurd çêbû. Artêşa gerîla arteşa ciwana ye.’’
‘Ji ber tekoşîn bi encam dibe, êrîş zêde dibin’
Ronî Baz êrîşên hewayî ya li beramber ciwanên Kubanê jî girt dest û got ji ber tekoşîn bi encam dibe, êrîş zêde dibin û wiha pêde çû, ‘’Ji ciwanên Kurdistanê pir ditirs in. Ciwanên Kurd dema xwe perwerde dike, dema xwe rêxistin dike, afîrener dike û dikeve nava kar û xebat de çi tîne serê dagirkeriyê dizanin. Ger em pir dûr neçin, di şerê 2015-16’an de ciwanên ku xwe rêxistin dikin bi hêzek çawa tevdiger in, bi biryardariyek çawa radibin wê çaxê dîtin. Eger em cardin bînîn bîra xwe şehîdên berxwedana ya bajarên Bakûrê Kurdistanê ku em wan birêz bibîrtînîn, di şexsê wan de me dît ku ger dijmin hatibe asta tinebûnê, bê gûman para berxwedana Bakûrê Kurdistanê ya 2015-16’an pir zêde ye. Ji bo wê li beramber ciwanên Kûbanê êrîş pêkanîn. Bê gûman wê ev êrîş tekoşîna ciwanên Kurdistanê lewaz neke. Berovajî wê xurttir bike. Li Rojavayê Kurdistanê Netewa Demokratîk ji her demê zêdetir hatiye avakir in. Miletê Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez, Sûryan û Ermen mil bi mil bi dil û can li beramber dagirkeriya Tirk tekoşîn didin meşandin.
‘Şoreşa Rojava şoreşa jinê û şoreşa ciwana ye’
Ronî Baz tekîldarî Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî; ‘’Divê em bizanibin YPG-YPJ’ê bi tevgera ciwana çêbû. Bi rêxistinbûna ciwanan çêbû. Şoreşa Rojava şoreşa jinê û şoreşa ciwana ye. Despêka şoreşê jî wisa bû, niha jî wisa ye, wê sibê jî wisa be. Milekî de li hember dewleta Tirk ciwanên Kurdistan, ciwanên Ereb bi çek şer kirin, lê di milê netewa demokratîk de jî xwedî seknekî pir mezin bûn. Hemû êrîşên bi vî rengî milekî de tirsa dewleta Tirk nîşan dide, milekî de jî dide nîşan ku tevgera ciwanan, rêxistina mîlîtanî ya Apocî çiqas bi hêz e û xwedî seknek berxwedêr e. Ciwanên Kurdistanê gotin ku divê em ji herdemê zêdetir rastiya dijmin bizanin, her kêliya jiyanê dagirtî derbas bikin, bi dînamîzma ciwanan derbas bikin, lewma roja me ya îro jî wisa ye. Li ewropa, li tevahî cîhanê, li nav ciwanên enternasyonalîst fikrê Rêber Apo ji herdemê zêdetir belav bûye. Tirsek dinav dilê hêzên emperyalîst û kapîtalîst de belav bûye. Em sekn û çalakiyên wan pîroz dikin.’’
‘Tekoşîn hişk e, bi êş e lê ewqasî jî bi keramet û bi rûmet e’
Ronî Baz tekîldarî planlamaya çalakiyên salvegera 15 sibatê 1999’an ya ciwanan jî wiha nirxand; ‘’Çend roj berî niha tevgera ciwanên Ewropa planlama xwe ya ji bo komploya navnetewî diyarkiribûn. Em bawerin ku bi pêşengtiya jinên ciwan, ciwanên enternasyonalîst wê ev planlama di asta herî jor de bimeş e. Bê gûman tekoşîn pir hişk e, tekoşîn pir bi êş e, lê ewqasî jî bi şeref e, bi rûmet e, bi keramet û dîrokî ye. Ne tiştek hêsan e. Dîroka miletekî ji nûde tê nîvîsandin. Dîrokên bi vî awayî hêsan nayên nîvîsandin. Xwîn dîxwaze, ked dixwaz e, xwêdan dixwaz e. Em ji bîr nekin, şoreşgerê mezin Mao Zedong dibêje, ‘dara azadiyê bi xwîn û xwêdan tê avdan.’ Ji bo wê jî çawa tevgera ciwanên Kurdistan bi pêşengtiya Rêber Apo PKK’ê ava kir, partiyek wekî PKK’ê bi pêşeng, sosyalîst, şoreşger avakirin, bi wê pêşengtiyê jî tekoşîn wê bigihêje serkeftinê.’’
‘Hember tekoşîna azadiya Kurdistanê ti hêz nikare liberxwe bide’
Ronî Baz tekîldarî deshilatdariya AKP-MHP’ê jî wiha got; ‘’Ji bo dijmin bişkê, ji bo faşîzma AKP-MHP’ê darbeya xwe ya dawiyê bixwe, pir kêm maye. Heya çend sal berê jî herkes digot faşîzma AKP-MHP’ê pir xurt e. Lê bi tekoşîna azadiya Kurdistan, bi tekoşîna tevgera azadiya Kurdistan, bi pêşengtiya ciwanên Kurdistan me dît ku partiyek wisa xurt li pêşberî me nîne. Hemberî tekoşîna azadiyê ti hêz nikare liberxwe bide. Dewleta Tirk ji bo tinekirina gelê Kurd û tasvîyekirina PKK’ê xwe pir rêxistin kirin e, dewlet liser tinekirina gelê Kurd jinûde avakirin e. Bi destê çeteyan cardin avakirin. Gladyo jî kirin serdesta vê dewletê. Tevî ewqas piştgiriya Nato, tevî ku pergala Kapîtalîst li pişt wan bûn, lê li beramber gerîlayê azadiya Kurdistan, li hember berxwedana Girê Sor, Mam Reşo û berxwedana bê hempa ya gerîlayê azadiya Kurdistan şikestin. Yê şikestin dewleta Tirk e. Yê serketin berxwedana gerîla ye. Ciwanên Apocî ne. Yê bindikevin ew in, yê ser dikevin em in. Yê pêşeroja wan tarî ew in, yê pêşeroja wan rohnî em in.
‘Kengî mirov nêzî azadiyê dibe, tekoşîn dijwarttir dibe’
Ronî Baz nirxandinê xwe wiha bi dawî kir; ‘’Ji bo ronahiyek mayînde, ji bo serkeftinek mayînde em pir nêz bûne. Lê pêvajoyên bi vî rengî ya nêzî serkeftinê ji herdemê zêdetir xeter in. Wê dijmin timî êrîşên xwe bidomîn e. Ji bo wê jî tekoşîn di pêvajoyên bi vî avayî de pir hişk dibe. Kengî mirov nêzî azadiyê dibe, tekoşîn dijwartir dibe. Ev diyalektîka tekoşîna şoreşê ye. Wê demê divê em ji herdemê zêdetir xwe rêxistin bikin û tekoşîna xwe xurt bikin. Ji herdemê zêdetir divê em bi sekna şoreşgerî jiyan bikin, çalakî bikin û tevbiger in. Ji ber em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûne. Em nêzî xewn û xeyalê gelê me ya bi hezar sala bûne. Em ji Şêx Saîd, ji Seyîd Riza û bi dehan serhildanên ku li Kurdistan çêbûne hezar qat zêdetir nêzî azadiyê bûne. Em destê xwe dirêj bikin, emê bigihêj in. Derbayek dawî ji bo faşîzma AKP-MHP’ê pêwîste. Gerîlayê azadiya Kurdistan heta dawiyê bi berpirsyartiya xwe tevdiger in. Ciwanên Kurdistan divê li bajaran erk û mîsyona xwe ya parastina cewherî pêkbînin, ji xwe hemû xebat di vê di çarçoveya parastina cewherî pêk were ku encam bigre. Em bawer in kongreya ciwanên Kurdistan ji bo çalakiya 15 sibatê amadekariyek e. Em bawer in ciwanên Bakûrê kurdistan dizanin ku sekna li beramber Rêber Apo û sekna hember 15 sibatê li hember xwe dibînîn, azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînîn. Ji bo wê ev kongre bi çalakiyên 15 sibatê dikare tacîdar bibe. Rihê kongrê, coş û biryardariya kongrê bi çalakiyên 15’ê sibatê wê bigihêje lûtkeya xwe. Wê encam bigre. Dawiyê de em dizanin hemû ciwanên Kurdistan, yên dervayî welat, her beşê Kurdistan di xebat û berxwdana wan de ku em wek gerîlayê Kurdistanê heyecan digrin, em bawer dikin wê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Dîsa em bawer in ku wê ji her demê zêdetir ciwanên Kurdistan her beşê parastinê ji her demê zêdetir mezin bikin, wê li her derê wekî gerîlayekî, wekî dîsîplîna gerîla wekî lêdana hişk ya tarzê gerîla wekî girêdanbûna gerîla tevbiger in, lê wê artêşa gerîla jî xurt bike û tevlîbûnên xwe zêde bikin.’’
Tolhildan Ozan/Nuçe Ciwan/Herêma Parastina Medya