DIRBÊSIYÊ – Bi dehan ciwanên navçeya Dirbêsiyê ji pêşiya navenda xwe dest bi meşê kirin. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan û diruşmeyên şermezarkirina komployê berz kir.
Meş li sûka navendî rawestiya. Bi navê ciwanan, endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûr Mehmûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.
Her wiha hate gotin ku ciwan dê şopdarên fikirê rêber Ocalan bin û bi hemû rêbazan têkoşînê bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bibe.
Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.