MEXMÛR – Balafirek ku nayê zanîn ya kîjan welatî ye, ji danê siharê ve li ser ezmanê wargeha penaberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.
Balafir tenê li ser wargehê digere û bi dumanê nîşana girover çêdike. Liv û tevgera balafirê li ser wargehê balkêş û bi gumane.
Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser wargehê heye.
Herî dawî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.