EFRÎN – Li gorî çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên Polîsên Leşkerî tevî çeteyên El-Nuxbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, welatiyên bi navên Ehmed Hanan Reşo (55) û Manan Seîd Şêx Seydî (32) yên ji gundê Şêxutkê yê navçeya Mabatayê revandin.
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan kesên revandî birine girtîgehên li navçeya Mabatayê da ku piştre wan veguhêzin girtîgehên li Efrînê.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ji bo serbestberdana kesên revandî, hezar û 500 lîreyê Tirk fîdye ji malbatên wan xwestiye.