NAVENDA NÛÇEYAN –
Gelê Kurd mîna berê tarîtiyê tehemul nake û napejrîne. Ji ber vê yekê roja 15 ê Sibatê ti carî nayê jibîrkirin. Ew rojên ku mirovahî di dil û mejî de dane hejandin ne mumkine ku werin jibîrkirin. Gava ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, hingî wê mirovahî di hundirê aramiyekê de jiyan bike. Abdullah Ocalan 4’ê Nisana 1949’an li gundê Amarayê yê bi ser navçeya Rihayê hat dinê. Navê diya wî Uveyş û bavê wî Omer e.
Dibistana Seretayî li gundê Cibinê xwend, Dibistana navîn li Nizîpê xwend û li Enqereyê dibistan qedand. Sala 1969’ an li Amedê dest bi karmendiyê kir ,Paşê tayina xwe rakir Stenbolê û li wir dest ji kar berda navê xwe li zanîngeha Hoqûqê nivîsand 30’ê Adara 1972’an şorşgerên Tirk ê bi navê Mahir Çayan û hevalên wî li Kizildereyê hatin şehîd xistin di bin bandora vê kokujiyê de ma û ji bo vê, 7’ê Nîsanê di çalakiya şermezarkirina vê
komkujiyê de cihgirt , Ocalan di vê çalakiyê de hat binçavkirin û bi qasî 7 mehan di zindanê de ma, Ocalan li Enqerê demekê Serokatiya komeleya perwerdeya Bilind a Demokratik a Enqerê ADYODê kir piştre bi koma hevalên xwe re di sala 1975’an de biryar dan xebatê êdi li Kurdistanbimeşînî , 27’ê Mijdara 1978’’ an Ocalan û hevalên xwe li gundê Fîsê yê Licê biryara avakirina PKKê dan, PKKê kongreya xwe ya duyemîn di 1982’an li Lubnanê pêkanî û li vir biryara vegera welat hat dayîn Bi pêngava 15’ê Tebaxa
1984’an şer çekdari destpê kir,Oclaln 9’ê Cotmehê neçar ma ji Sûrî derkeve û berê xwe bideEwrûpayê,Ev destpêka ,komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bû, 15’ê Sibata 1999’ an di serî de Emerîka, Îsraîlê û gelek dewletan bi hev re Ocalan li Kenyayê radastî dewleta Tirk kirin, li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan 23 sal in , li Girava
Îmraliyê tecrîdkirî tê ragirtin.
Her wiha divê ciwan û jinên Kurd jî erkên xwe li hemberî vê pêvajoyê bibînin. Ji ber ku ew ê pêşengtiya têkoşînê bikin.