HESEKÊ – Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de, bi banga azadiya fîzîkî ya rêberê Gelan Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê çalakiya pirtûkxaneya gerok organize kir.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok li gelek navçe û bajarokên kantona Qamişlo hate lidarxistin û ji 23’ê Çileyê ve ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ yên li ser girtîgeha Sînaa û qedexeya derketina derve, rawestiya.
Çalakî îro ji nû ve ji kantona Hesekê dest pê kir. Her wiha erebeyek ku bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistan, siloganên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dike hatiye xemlandin. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên rêber Abdullah Ocalan de hene.
Pirtûkxaneya gerok li çerxerêya Dêra Asûriyan ya taxê Til Hecer û li kampa Waşûkanî ya rojavayî bajêr bi siloganên “Ji rêber Ocalan re azadî” hate pêşwazîkirin.
Têkildarî çalakiyê, Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besme Mihemed got:” Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye ev çalakî orgenîz kir da ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bike û bixwazin ku navê Partiya Karkerên Kurdistan ji lîsteya terorê rabe. ”
Besme Mihemed lê zêde kir ku çalakî dê 3 rojan li kantona Hesekê berdewam bike. Besme Mihemed destnîşan kir ku pirtûkxaneya gerok siba dê ber bi bajarokê Til Beyder û roja sêyemîn dê ber bi herêmên başûrî Hesekê ve dewam bike.
Besme Mihemed diyar kir ku çalakî şêniyan bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfirehtir dide nasîn. Li aliyekî din jî hemleya komkirina îmzeyan ji bo rakirina Partiya Karkerên Kurdistan ji “lîsteya terorê” didin meşandin.