RANYA – Di 23’yêmîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatî de, li navçeya Ranya ya Silêmaniyê sînevîsyonek li ser komploya 15’ê Sibatê hate pêşandan.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer di 23’yêmîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye, werin cenga azadî û bi ruhê ciwantiyê Rêber Apo azad bikin’ sînevîzyonek li ser 15’ê Sibatê pêşandan.
Bi dehan ciwan tevlî temaşekirina sînevîzyonê bûn. Naveroka sînevîzyonê li ser armanc û encama komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bû.