QAMIŞLO – Ciwanên Qamişlo bi meşekî ve Komploya 15 Sibatê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Qamişlo di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” di bin duruşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî bike” li dijî komploya 15 Sibatê meşek li darxistin.
Meşa ku li dijî komployê li taxa Cûdî hat li dar xistin û meş dîsa di nava kolanê taxa cûdî de geriya.
Piştî meşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Nîşan Herekol daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Qamişlo em komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Komplo dikeve sala 24’emîn. Rêber APO di nava çar dîwaran de ye, em weke ciwanan soza xwe nû dikin ku emê her tim li ser fikir û felsefeya Rêber APO bin û di vê oxrê de emê şer bikin.
Meş bi duruşmên Şehîd namirin û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.