NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo hat girtin. Ew rojeke reş û tarî ye ku ti carî nayê jibîrkirin.
Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo hat girtin. Ew rojeke reş û tarî ye ku ti carî nayê jibîrkirin. Li dijî wê roja reş û tarî gelek canbexşan got, “hûn nikarin roja me tarî bikin”. Komploya li dijî Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Yanî bi derketina wî ya ji Sûrî re.
Hêzên navneteweyî û yên herêmî li hev kiribûn ji bo ku PKK’ê û Rêberê wê tasfiye bikin. Rêber Apo jî yan wê çûbaya çiyê, yan jî berê xwe daba Ewrûpayê. Tam di wê wextê ku li ser difikirî, heyetek ji Yewnanistanê çû cem Rêber Apo. Li ser vê yekê, rêya Ewrûpayê hilbijart û berê xwe da Yewnanistanê. Lê bêbextiya destpêkê roja pêşî xwe da der. Yên ku gelek soz dabûn Rêber Apo, lê qulibîn. Rêber Apo jî heman rojê berê xwe da Rûsyayê û zêdetirî mehekê li wir ma. Qonaxa sêyemîn jî Îtalya bû. Piştî Moskovê, vê carê jî pêvajoya Romayê dest pê kir û 66 rojan dewam kir. Piştî Romayê, careke din çûyîna Rûsya û ji wê derê jî vegera Yewnanistanê.
Rêwîtiya komployê ku ji Yewnanistanê dest pê kir, dîsa li wê derê dewam kir. Piştî ewqas rêwîtiyê, Rêber Apo fêm kiribû ku ew di çerxa komployê de ye. Vê carê jî çûyîna Kenyayê hebû. Ew jî qonaxa dawî bû. Yanî rawestgeha dawî ya komployê û piştre jî rehîngirtina wî. Di dawiyê de jî radestî Tirkiyê hat kirin. Komplo û radestkirin di heman demê de li dijî Tirkiyê jî bû. Rêber Apo ji bo komployê gelek nirxandin û şirove kirin. Di nirxandinên xwe de jî balê dibe ser rola Emerîkayê. Ji ber ku komplo operasyoneke NATO-Gladyo bû. Bi vê komployê re aloziyeke mezin li Rojhilata Navîn dest pê kir. Yanî bû destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê. Hedef û armancên komplogeran zêde bûn. Rêber Apo bi taktîk û stratejiyên nû rê li ber komplogeran girt.
Ji komployê heta girtina Rêber Apo, ji pêvajoya Îmraliyê heta dadgehkirina wî, em dibînin ku tiliya Emerîka û hevkarên wê di vê meseleyê de heye. Jixwe, Rêber Apo di wê pêvajoyê de jî gotibû hêza Tirkiyê tinebû ku min bigire. Rêber Apo ev yek, ji wan kesan re jî gotibû, yên ku ew xistibûn ber lêpirsînê. Piştî girtina wî, cezayê bidarvekirinê li Tirkiyê rakirin û heman salê PKK xistin lîsteya terorê. Di wê demê de jî hewldanên Rêber Apo yên çareseriyê li pêş bûn. Li wê derê jî komployê dîsa dewam dikir û komploger dîsa li ser kar bûn. Dîtin ku nikarin bi Rêber Apo, vê carê jî tecrît xistin meriyetê. Ji sala 2003’yan ve jî pêvajoya tecrîdê dest pê kir. Tecrîd jî biryareke heman hêzan bû.
Wekî ku ji Rêber Apo re bibêjin; “Yan tu yê bi ya me bikî, yan jî em destûr nadin kes te bibîne”. Pêvajoya tecrîdê jî ya herî demdirêj bû. Ji wê demê heta niha, ew pêvajo dewam dike. Car caran hevdîtin çêbûn, car caran jî hatin qutkirin. Li gorî daxwaza komplogeran meşiya.
Li dijî komplo û komplogeran berdelên giran hatin dayîn. Ji çiya û zindanan heta metrepolan û Ewrûpayê, gelek kesan canê xwe feda kir.
Li dora Rêberê xwe bûn xelekeke ji agir. Ji bo ku mirin çênebe û alozî mezin nebe, Rêber Apo bang kir. Ev bang jî ji bo sekinandina xwînê bû. Lê komplogeran ev yek fêm nedikir û hê jî fêm nakin. Eger fêm kiribana îro tecrîd wê tinebûya. Rêber Apo ji sala 1999’an ve girtî ye û tecrîdkirî ye. Ev jî nîşan dide ku komplo dewam dike. Dewleta Tirk di vê komployê de ne bi destê xwe ye. Ew jî di heman demê de bûye hedefa komployê. Lewma bi girtina Rêber Apo re em rewşa li Tirkiyê binihêrin, ev yek xuya dike. Ji wê demê ve pêvajoya darbeyan heye û hevsengiya siyasetê guherî. Komploya ku niha dewam dike, bi rewşa Tirkiyê re têkildar e. Sedema komployê jî berfireh e. Li vê derê armancên hêzên navneteweyî veşartî ne. Komployeke berfireh û demdirêj e. Lê encama wê dibe ku ne li gorî komplogeran be. Ji ber ku ne Rêber Apo û ne jî PKK têk neçûn. Ji xeta azadiyê nehatin xwarê.
Yeni Özgür Politika