QAMIŞLO – Li Qamişlo rêzeçalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşeger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên di bin dirûşma “Bimire Komploya 15`ê Sibatê” de dewam dikin. Îro ciwanan meşeke li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo li dar xist.
Ciwanan pankartên bi nivîsa “Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” rakiribûn û bi sloganên “ Bê Serok Jiyan Nabe” li kolanên taxa Kornîş meşiyan.
Di kolana de dayikan bi rakirina wêneyên rêber Abdullah Ocalan pêşwaziya meşevanan kirin.
Piştî meş veguherî mîtingê, di mîtingê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Amed Mehmûd axivî û got, rêber Ocalan ev çenda salin di girtîgeha Îmralî de ye, lê bi fikir û ramana xwe azad e û wiha got: “Serok Apo dibêje `Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin` em heta dawî xwedî li gotina serokatî derkevin.”
Amed Mehmûd da zanîn ku dê çalakiyên wan ên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji hêzên navneteweyî re dibêjin ku hûn ê di vê komployê de bibinkevin.”
Mîting bi berzkirina “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.