QAMIŞLO – Konê çalakiyê ciwanan li bajarê Qamişlo ket roja xwe ya dûyemîn
Konê çalakiyê ciwanan ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li ser Rêber Apo ket roja xwe ya dûyemîn .
Li gorî programa konê çalakiyê hemû yanayên wezîşê tevlî wezîşvanên xwe ji lîstokgeha 12 adarê berê xwe dan konê çalakiyê ,li ber konê çalakiyê destpêkê ciwanan berê xwe dan pêşingeha wêne û pirtûkên Rêber Apo .
Di bin konê çalakiyê de berî ku program dest pêbike gel û ciwan ji bo giyanê şehîdan deqeyekê rêzgirtin rewistiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Mesûd axivî. Mesûd di axafina xwe de diyar kir ku bi rastiya gelê şerker û tekoşer ve serkeftin misogere. Her wiha bal kişand ser êrişên li ser zîndana Hesekê ku ji aliyê Dayîş de pêkhatiye ku konsebtekî êrişa tunabûna gelan bû.
Di dawiyê de ji bo 15 sibatê sinevizyona ku ji aliyê ragihandina Ciwanên Şoreşger ve hatibû amedekirin hat pêşkêşkirin. Her wiha fîlma Sûra Amedê ku behsa berxwedaniya Berxwedana Sûrê ji Amedê dike hat temaşekirin. Hêjayî gotinê ye ku wê çalakiyê sibe bidawî bibe .