NAVENDA NÛÇEYAN –
Rifat Ronî Nivîsand
Tê zanîn ku li Tirkiyeyê her roj pêkanînên ne demokratîk, binpêkirinên mafan, îşkence, tecrîd û her wiha hemû cûre alozî astengiyên maf û azadiyan tên jiyîn.
Ji ber van pêkanînên ku aramî û derûniya dayik û bavan, malbatan û tevahiya civakê serobin dikin, di nava civakê de cudahî, parçebûn û asta hestên neyartiyê zêdetir dikin.
Li welatên demokratîk, ji bo demokratîkbûna welatan saziyên sivîl, piştî rêveberî, zagonsazî, daraz û çapemeniyê, di warê demokratîkbûna welatan de xwediyê girîngiyeke mezin in û ji aliyê rêveberiyên welatan ve bi baldarî li ber çavan tên girtin.
Ev saziyên sivîl, ji bo ku pêşî li pêkanînên ne demokratîk ên dewletê û binpêkirina maf û azadiyan werin girtin tên avakirin û her sazî li gorî rol, mîsyon, peywir û berpirsiyariya xwe, ji bo ku di nava gel û civakê de hişyarî û hişmendî çêbibe, lêkolîn û tespîtan dikin, raporan amade dikin û pêşkêşî rêveber û rayedarên welatan dikin.
Rayedarên dewletan jî ji bo van kar û xebatên saziyên sivîl, ên ku rayedar û peywirdarên dewletê nagihîjin û nikarin bikin, saziyên sivîl di warê xwecihî de dikin û rayedarên welatan jî bi van lêkolîn û xebatên saziyên sivîl dibin xwedî agahî û ji aliyê herêmî ve kêmasiyên xwe yên xebat û xizmetên herêmî dibînin û temam dikin.
Ji ber van xebatan jî piştgirî û alîkariya pêwist didin saziyên sivîl û saziyan zêdetir arasteyê lêkolîn, xebat û xizmetên di warê xwecihî de dikin.
Li Tirkiyeyê sazî tên avakirin û gava ku di çarçoveya karên xwe de xebatan dimeşînin, li aliyê dewletê ve sûcdar tên dîtin, tên binçavkirin, di derbarê rêveberiyên van saziyan de lêpirsîn tên destpêkirin, doz tên vekirin, tên girtin.
Ji ber ku di çarçoveya karên saziyên xwe de xebat meşandine, li rêveberên bi sedan saziyan bi dehan salan ceza hetine birîn, hatine girtin û nayên berdan.
Ji van girtiyan hezar û 600 zedetir nexweş û 600 ji van girtiyan nexweşên giran in, nayên berdan û di 2 mehên dawî de ji 10 girtiyan zêdetir jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha bi hezaran girtî jî ligel ku bi dehan sal in di zindanê de ne, cezayê ku li wan hatine birîn kişandine, bi dawî bûye nayên berdan û tecrîdeke herî giran li ser wan tê meşandin.
Ji ber vê tecrîda girankirî ya li ser girtiyên siyasî tê meşandin, malbatên girtiyan, bi taybetî girtiyên nexweş, ji bo ku girtiyên cezayên li wan hatine birîn bi dawî bûye bên berdan li baroyên Amed û Wanê di çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ de ne û ev çalakî hîn jî berdewam e.
Li gel ku saziyên mafê mirovan û saziyên jinan di keseyetiya siyasetmedar Aysel Tugluk de balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo demek zûtir serbest berdana girtiyan bang li rayedarên dewletê dikin jî, rayedarên dewletê û wezareta edaletê ker in, kor in û van bangan nabihîzin.
Gelê kurd û dostên kurdan vê tecrîda giran a ku dewlet bi israr li ser girtiyên siyasî û bi taybetî tecrîda ku li ser birêz Ocalan dimeşîne, tecrîda li ser tevahiya gelê kurd û êrîşkariya li ser nirx û rûmetên neteweyî dibîne û dinirxîne.
Di 23’yemîn salvegera 15’ê Sibatê de ku gelê kurd navê ‘Roja Reş’ lê kiriyê de hemû hêzên demokratîk ji bo rûrêşkirina van pêkanînên dewletê, naletkirina vê rojê û bi dawîkirina tecrîdê, bi tevahî di nava liv û tevgerê de ne.
Heta ku ev tecrîda giran a li ser girtiyan bi dawî bibe, dê ev liv û tevger, ev nerazîbûn berdewam be û vê hêrsa li hemberî pêkanînên dewleta Tirkiyeyê zêdetir û bilindtir be.