QAMIŞLO – Rêzeçalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya 4`an dewam dikin.
Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ciwanên şoreşger û xwendekaran bi tevlêbûna şêniyan meşek li dar xistin. Di meşê de diruşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin birzkirin û wêneyên rêber Ocalan, alên PKK û pankartên bi nivisînên “Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” hatin vekirin
Li aliyekî din xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava, ji xwegehên xwe yên bi navê Hemedanî û Suryan derketin û heta çerxerêya El-Wihdê ya li Qamişloyê meşiyan. Xwendekaran bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo” û rakirina wêneyên Rêber Ocalan gihaştin çerxerêyê û li hewîrdorê çerxerêyê mûm vêxistin.
Piştre xwendekara bi navê Emîna Mihemed axivî û got: ” Hêzên navneteweyî bi pêkanîna komployan nikaribin roja me tarî bikin, bi şehîdên pêngava “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ev komplo hat pûçkirin.”
Emîna Mihemed destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan li hember tecrîdeke giran li Îmralî li ber xwe dide û wiha dom kir: “Armanca girankirina tecrîdê ew e ku ramanê rêber Apo neghêje me. Lê em jî heta şikandina vê tecrîdê têbikoşin.”
Çalakî bi sloganên “Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.