ŞEHBA – Bi dehan ciwanên herêma Efrînê li qada sereke ya navçeya Ehresê kom bûn û ala ciwanên şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bimire komploya 15`ê Sibatê û dem dema azadiya rêber APO ye” bilind kirin.
Di meşê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, hatin berzkirin.
Meş li qada rojhilatê navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek bi navê ciwanan hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Armanca sereke ya dewletên komploger ji hedefgirtina rêberê me, hedefgirtina gelê Kurd li Kurdistanê û tevahî cîhanê ye. Komplo ne tenê li dijî rêber APO ye, lê belê li dijî tevahî gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Bi milyonan daketin qadan û wê demê komplo bi bin ket. Ciwanan bi dirûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” agir berdan laşê xwe. Ew jî bersiva dîrokî li dijî komplo û hêzên komploger bû.
Em komployê red dikin. Dirûşme û peyama me heta serkeftin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê dewam bike. Em ê heta têkbirina komoloya 15`ê Sibatê tê bikoşin. Dem dema azadiya rêber Ocalan e. Girêdan û berxwedana me ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê dewam bike. Em ê xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiya rêber Ocalan tê bikoşin. Em soz didin ku em ê dewleta Tirk a faşîst têk bibin û em ê hêviya azadiyê veguherînin rastiyê.”
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û banga azadiya rêber Ocalan, bi dawî bû