NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser wan hewldanan ku bi rê û rêbazên nû zext û êşkenceya li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê tê girankirin û hewl tê dayin ku komploya navneteweyî bi ser bê xistin. Dûran Kalkan işaret bi gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser Îmraliyê kir û armanca ji sîstema dîlgirtinê vegot.
Beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re hate kirin, wiha ye:
Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in dîl e, kirinên wekî qutkirina têkiliya wî ya bi dinyayê re, hewldana jehrîkirinê, tengkirina hucreya wî, qusandina porê wî ya bi darê zorê jî tê de gelek tiştên dermirovî û metodên şerê psîkolojîk hate kirin. Bi van kirinan re Girava Îmraliyê bûye rejîmeke êşkenceyê. Pêgermok (volta) jî ji bo Rêberê Gelê Kurd wekî sûc dîtin û hate qedexekirin. Bi van êrişan re dixwazin çi bikin?
Ev rewşeke girîng e, divê baş were fêmkirin. Ji ber ku di vî warî de ferasetên şaş hene. Di serî de jî ferasetên şaş hebûn. Ev ferasetên şaş hin caran di nav partiya me de jî derketin pêş. Di nav derdorên welatparêzan de jî tê dîtin. Ji derve jî ji aliyê şerê taybet propagandaya wê tê kirin. A rast ev tişt têkiliya xwe bi rastfêmkirin an jî rastfêmnekirina komploya navneteweyî heye. Ji ber vê jî ji fêmkirina rewşa Îmraliyê û helwesta li hemberî wê wêdetir, girêdayî rewşa rastfêmkirin an jî rastfêmnekirina komploya navneteweyî û têkoşîneke xurt û serkeftî ya li hemberî wê ye. Heta wê derê jî dikare biçe, ji ber vê jî gelekî berfireh e. Ji ber vê jî divê baş li ser wê were sekinandin.
Ji komployê û vir ve em rastî van meylan hatin: Hinek ferasetan gotin ‘Komplo ji bo çareserkirina doza Kurdan hatiye kirin’. Di nav partiya me de jî ev tişt derketin holê. Di zemîna Kongreya 7’emîn de jî bi eşkeretî hate gotin. Gotin ‘Divê mirov li hemberî komployê tênekoşe, divê mirov piştgiriyê bide komployê’. Ev rewş gihişt asteke wisa dûr. Hinekan gotin ‘Li ser esasê lihevkirinê komploya 15’ê Sibatê kirin, bi şertê ku neyê darvekirin DYE Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê kir’. Hinek kes hê jî li ser vê fikrê ne. Di nav partiya me de jî hate gotin, di nav derdorên derve de jî hate gotin. Me di beşên berê de nirxand, rewşa rastîn berevajî vî tiştî ye. Kesên bi metodên komployê nekarîn Rêber Apo îmha bikin, bi darvekirinê xwestin bigihêjin wê encamê. Ev rastiyek bû. Rola TC’yê jî zêde mezin dikin, wekî ku îmhakirin bi tenê nêzikatiya TC’yê bû xuya dibe, dixwazin di nav komployê de hêzên wekî DYE û Ewropayê pak bikin. Dixwazin wisa nîşan bidin ku bibêjin ew ji Kurdan hez dikin û baş in. Ev gelekî xerab e, ev nêzikatiyeke gelekî xetere ye. Dema ku wisa be, bi awayekî berfireh nêzî têkoşînê jî nabin. Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê baş nayê fêmkirin. Dîlbûna Rêber Apo jî baş nayê fêmkirin. Di vê rewşê de jî TC piçekî tê rexnekirin, wekî ku tiştekî wisa mumkin e jî ji DYE û Ewropayê hêviyan dikin. Ev jî şaş û xetere ye.
Hinek kesan jî gotin ‘Nabe ku komplo were têkbirin û pûçkirin, pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê ranabe’. Tasfiyekarên di nava me de xwe spartin vî tiştî. Gotin ‘Me pêşiya îmha û darvekirinê girt, bes e, jê wêdetir em nikarin bikin, bihêlin em jî ji xwe re bijîn’ û teslîmî pergalê bûn. Qaşo rola xwe pêk anîn. Îradeya têkoşîna li hemberî komployê û têkbirina komployê nîşan nedan. Li hemberî komployê stûyê xwe xwar kirin, têk çûn ango teslîm bûn. Ferasetên wisa jî derdikevin holê.
Divê ez tiştekî din jî lê zêde bikim. Çûn ba Rêbertî û hevdîtin hatin kirin. Demekê parêzer çûn hevdîtinê û di serdema borî de jî, di pêvajoya salên 2013-2014’an de ya bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ de, heyetên HDP’ê çûn pê re rûniştin. Hevdîtinên wisa û agahiyên ji wir hatin, rê li ber vî tiştî vekir ku rewşa Îmraliyê rast û têr neyê fêmkirin. Atmosfereke wisa ava kirin ku heke hevdîtin bi Rêbertî re tê kirin nexwe rewş normal e. Carinan jî gotin ‘Rewşa Rêbertî baş e, li hemberî wî bi hurmet in’, gotinên wisa gihiştin heta ba me. Wekî ku Rêbertî li wir mêvan e. Derdorên dijmin ev tişt di têkoşîna xwe ya navxweyî de bi kar anîn, lê xwestin gotinên wisa di nav me de jî belav bikin. Vê gotina min a dawîn bi nêteke xerab nehate kirin, bi nêteke baş ji bo ku mirovan aram bikin jî hate kirin û rastfêmkirina rewşa Îmraliyê ji holê rakir.
DIVÊ EM BAŞ FÊM BIKIN KU EM LI HEMBERÎ ÇI TÊDIKOŞIN, SERKEFTINA TÊKOŞÎNA ME WÊ ENCAMÊN ÇAWA DERXÎNE HOLÊ
Niha di nav çarçoveya vî tiştî de, em pirsê çawa bibersivînin wê rast be? Rêber Apo di warê hiqûqî de ne li wir e. Ne kesekî wisa ye ku hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn, ji ber sedemên şexsî jî ne li wir e, ji ber sedemên îdeolojîk û siyasî li wir e. Di vî warî de fikra hemûyan wisa ye. Dibêjin ‘dîl e, hêsîr e’. Erê, dîlbûn di şer de heye, lê feraseteke dîlbûnê heye ya ku danheviya dîrokî ya bi hezaran salan ew derxistiye holê, nêzikatiyeke li hemberî dîl û hêsîran jî heye. Ma nêzikatiya li Îmraliyê wekî ya hêsîran e, tiştek jî nayê kirin. Rewşeke wisa tune. Nêzikatiya li hemberî hêsîran çawa ye, kêm zêde hiqûqê ev tişt di nav xwe de hewandiye lê li Îmraliyê rewşeke wisa tune, hiquq tune ku dîlbûn jî hebe. Ji ber vê jî hiqûqa dîlbûnê nayê pêkanîn, divê mirov xwe şaş neke.
Ji aliyê din ve jî dibêjin ‘rehîne’, rehîne çi ye? Dibêjin û derbas dibin. Divê em hay ji wateya têgihê hebin. Kesek çima rehîn tê girtin? Ji bo ku sûdê jê bistînin. Yan ji bo li hemberî kesên din bi kar bînin, yan ji bo li ser wî bazarek were kirin an jî ji bo berjewendiya kesên rehîn hatine girtin, pevguhertin pêk were. Ji bo bidestxistina van tiştan jî her cure zext tê kirin, li gorî tu pîvan û qaîdeyan tevnagerin û zext tê kirin. Ji ber vê jî heke pergala Îmraliyê pergaleke rehînetiyê be, nexwe li ser Rêber Apo her cure zext tê kirin. Her cure zextên fîzîkî û psîkolojîk tê kirin. Şerê esasî li Îmraliyê ye. Me ev tişt sed caran gotiye, em hemû jî dibêjin, ji ser zimanê me diçe û em baş fêm nakin em çi dibêjin. Em nikarin li gorî wê helwestekê daynin holê. Şerê esasî li Îmraliyê tê kirin, ji ber ku komplo didome. Armanca komployê ev bû ku bandora Rêber Apo bişkînin. Hê jî nekarîne wê bandorê bişkînin, êrişa şikandina bandorê didome, nexwe li ser Rêber Apo her cure êriş tê kirin. Îmralî navenda êrişeke wisa ye. Ew xistine qefesê û li ser wî her cure zext tê kirin. Li hemberî vî tiştî jî rastiya berxwedêr a Rêbertî heye. Rastiya Rêber Apo heye ku 23 sal in li hemberî van zextên har ên fîzîkî û psîkolojîk li ber xwe dide, van zextan pûç dike, stûyê xwe xwar nake û têk naçe, berevajî wê hêzên zextker dide ber pirsan wan didarizîne mehkûm û teşhîr dike, pê re jî hiş û çalakiya azadî û demokrasiyê li Kurdistan û dinyayê geş dike, pêşengtiyê û rêbertiyê ji vî tiştî re dike. Divê em vî tiştî fêm bikin. Nexwe divê em zemîna Îmraliyê baş fêm bikin, divê em komploya navneteweyî baş fêm bikin. Pergal ji bo çareserkirina pirsgirêkê neçar nema ku komployê bike, ji bo hevdîtina bi Rêbertî ew nebirin Îmraliyê, berê dikaribûn biçûna Lubnan û Sûriyeyê û hevdîtin pê re bikirina. Jixwe pê re hevdîtin jî kirin. Ew fikr şaş in. Dema ku wisa tê gotin dibêjin ‘Ev tişt zêde tê mezinkirin, ma Apo evqasî mezin e’ hinek kesên ji derve bi eşkeretî wisa dibêjin. Di nav me de jî bi eşkeretî nayê gotin lê gelekî di bandora wan de dimînin. Dibêjin ‘Ev xwemezinkirin e, ma dinyayê belaya xwe bi Kurdan daye û ji ber vê Rêber Apo kirine hedef?’ Erê, dinyayê belaya xwe bi Kurdan daye û ji ber vê Rêber Apo kirine hedef. Şerê herî mezin li vir tê kirin. Avadaniya hegemonîk a pergala modernîteya kapîtalîst a global xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye. Heke tu qirkirina Kurdan ji holê rakî wê pergala kapîtalîst a global ji hev belav bibe û parçe bibe, dijminê li hemberî te wisa ye. Divê em baş fêm bikin ku em li hemberî çi têdikoşin, serkeftina têkoşîna me wê encamên çawa derxîne holê. Bêguman têkoşîna ku ji destpêkê ve ava kir, ew afirand, rêbertî jê re kir, ew bi rê ve bir û heta îro anî hêza herî mezin e. Hêzên ku li hemberî Kurdan planên qirkirinê dikin û van planan bi rê ve dibin, bêguman êrişa xwe ya herî mezin li hemberî vê hêzê dikin. Di 9’ê Cotmehê de xwestin îmha bikin. Piştî wê bi qasî çar mehan li bajarên cihê yên dinyayê li Atînayê xwestin îmha bikin. Li Mînskê xwestin îmha bikin. Li Kenyayê xwestin îmha bikin. Kom amade kirin, plan çêkirin, dema ku nekarîn bi ser bikevin, ji bo ku dar ve bike dan Tirkiyeyê. Pergala Îmraliyê wê bibûya cihê darvekirina Rêber Apo. Rêber Apo ev hemû tişt pûç kir. Gelê me û tevgera me ev tişt pûç kir. Berxwederên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li dora Rêbertî xeleqeke ji agir çêkirin, ev tişt pûç kirin. Berxwedêrên Kurd ev tişt pûç kirin. Em xwe biçûk nebînin, em bandora berxwedana xwe biçûk nebînin, em nebêjin ku qey wê komplo têk neçe, em nebêjin ku bi berxwedanê em ê bi ser nekevin. Mazlûm Dogan got ‘Berxwedan jiyan e’. Berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne, bi berxwedanê ev serkeftin hate bidestxistin. Lê wisa didin nîşandan ku dibêjin ‘Ma me bi hewldana Rêbertî pêşiya darvekirinê girt, jixwe Emerîkayê wisa kiribû.’ Ferasetên wisa hene ku dibêjin Emerîka her tişt e û em jî ne tu tiştek in. Ev feraseta teslîmbûyî, asîmîlebûyî ye û ev rewş qebûl kirine. Rêber Apo ji vî tiştî re got ‘qirkirina ferasetê’. Qirkirineke ferasetê ya kûr heye. Rewşeke rebenbûnê heye ya ku xwe biçûk dibîne, hemû kesan jî mezin dibîne, ji wan hêviya tiştekî dike û diyar dike ku ew ê nikaribe tiştekî zêde bike. Divê em vê ferasetê hilweşînin. A niha meseleya esas ev e.
HEKE EM RÊBER APO BAŞ FÊM NEKIN EM Ê NIKARIBIN LI HEMBERÎ PERGALA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN
Li Îmraliyê hinek tişt hatine kirin. Derbarê tiştên li Îmraliyê hatiye kirin, Rêber Apo hinek êriş û bûyer ragihandiye. Ev rewşên qebe ne. Wekî qusandina por û guherandina cih. Rêber Apo ev tişt di asta darbeyê de nirxandibû. Di 17’ê Mijdara 2009’an de dema ku cihê wî hate guherandin, Rêber Apo got ‘Ez xistime tabûtê’. Ev gelekî watedar bû, di nava têgihên hatine bikaranîn de jî gelek tişt hebûn. Hewl dan jehrî bikin. Dema ku nekarîn darve bikin û bi ser neketin, di pergala êşkence û tecrîdê de dema ku bi ser neketin û têk çûn, vê carê ji bo bandora Rêber Apo bişkînin û wî bitengijînin her cure metodên êşkenceyê, zextên qeba û hûr bi kar anîn û vî tiştî hê jî dikin. Ev rastiyeke beloq e. Divê em vî tiştî bizanibin. Ji ber vê Rêber Apo gelek caran em hişyar kir û got “Îmraliyê rast fêm bikin, jiyana li Îmraliyê rast fêm bikin, şaşiyan nekin, berevajî fêm nekin. Jiyana li Îmraliyê çawa ye, mirov çawa li hemberî van tiştan sebir dike, berxwedan çawa tê kirin, heke hûn vî tiştî rast fêm bikin, wê demê hûn ê bikaribin helwesteke rast nîşan bidin, metodên afirîner ava bikin û pratîkeke serkeftî pêk bînin”. Tişta rast û rasteqîn ev e. Ji ber vê jî jiyana li Îmraliyê baş nayê fêmkirin. Bi berfirehî nayê fêmkirin. Ne bi tenê li hemberî hinek bûyeran, heke em nizanibin di vî 23 salan de di her sal, meh, roj, saet, saniyeya wê de şer û berxwedana herî mezin a dîrokê heye, em wisa nêz nebin û bi têkoşîneke wisa kêlî bi kêlî fêm nekin ku Rêber Apo hebûn, azadî, fikr û helwesta vî tiştî ava dike, em li derve em ê nikaribin tarz û taktîkeke afirîner ava bikin û em ê nikaribin têkoşîneke serkeftî bikin, em ê bi Rêber Apo re nikaribin bibin yek û em ê nikaribin li hemberî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê jî têbikoşin.
Tecrîd ne ev e ku gelo bi Rêbertî re hevdîtin çêbû yan na, li wir tê xwestin ku bêhna Rêbertî were çikandin, dengê wî were birîn û nehêlin ku ew bifikire. Bi kêmanî em bala xwe bidin kesên pênaseyên ku pergala Îmraliyê ava kirine, em ji wir rast fêm bikin. Hûrşît Tolon ê ku Îmrali amade kir gotibû ‘Li vir mirov her kêlî û her saniye dimire, me pergaleke wisa ava kir ku em ê Rêber Apo birizînin.’ Tayyip Erdogan jî got “Ez heta ku hebim wê Îmralî neqede”. Ma wê hîn bi eşkere bibêjin çi? Qet nebe divê em van gotinên wan baş fêm bikin û tecrubeyên rast jê werbigirin. Ji ber vê jî pirs girîng û watedar e. Ji ber ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, armanc û metoda wê û li hemberî vî tiştî helwest û têkoşîna Rêber Apo û divê bi wate û girîngiya vê helwest û têkoşînê çawa yekîtiyek pêk were, baş û rast nayê fêmkirin. Di vî warî de feraset û fikrên şaş, xelet, parçebûyî, qels û berevajî hene. Ji ber van şaşî û xeletiyan têkoşîn qels dimeşe, li hemberî komploya navneteweyî têkoşîneke rast, bi bandor û yekgirtî nayê kirin, serkeftinên mezin nayên bidestxistin. Ji ber vê divê em pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê rast fêm bikin, divê em baş bizanibin li wê derê her kêlîka jiyanê şerekî mezin e û divê em bizanibin ku her cure zext û êşkence li ser Rêber Apo tê kirin. Niha tecrîd û zexta li wir piçekî li ser zindan, civak û derve pêk tê her kes feryadan dike. Lê di rastiyê de bi milyon caran li wê, 23 sal in li Îmraliyê pêk tê. Çima em wisa fêm nakin? Îroj bi kêmanî em ji van tiştan karibin encameke wisa derxînin, pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê rast fêm bikin.
24 SAETAN BI ZEXT Û ÊŞKENCEYÊ BAZARÊ LI SER RÊBERTÎ FERZ DIKIN
Hatiye pirsîn divê mirov bibersivîne. Bi zext û êşkenceyeke wisa dixwazin çi bikin? Em dikarin ji vî tiştî re bibêjin çi. Em bi gotinên Rêber Apo bersivê bidin. Ji ber ku em hinek tiştan bibêjin dibe ku ne rast be. Rêber Apo gotibû “Ji ser min dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. Bi zexta li ser min re dixwazin encamekê bistînin, ez di bin zexteke wisa de me. Ji min re dibêjin PKK’ê tasfiye bike, ez ê çawa vî tiştî bikim, ji bo vî tiştî hêza min jî tune. Heke ez tiştekî wisa bikim, ma wê gel qebûl bike, wê partî qebûl bike?” kesên ku ev tişt ji wî dixwestin, hişyar kir. Rêber Apo got “Hûn vî tiştî ji min dixwazin, lê ev partî û civak serwext e, rastiyê jî û şaşiyê jî dizane, wê ji min re bibêjin xayîn û vê rewşê red bikin’. Ji ber vê wî got, “Nabe ku tiştekî wisa ji min bixwazin” û “Partî û civak vî tiştî qebûl nakin”. Rêber Apo bi zelalî ev tişt got. Wê demê gelo çima zext û êşkence tê kirin û gelo çima tecrîd tê kirin. Nexwe bi zext û êşkenceyê dixwazin hinek tiştan ji Rêber Apo bi dest bixin, qet nebe xebata wî asteng bikin, dixwazin psîkolojiya wî xerab bikin, pergala wî ya fikirandinê belawela bikin, nêhelin ku li tiştekî bifikire, tiştekî nû hilberîne û xebata wî tê astengkirin.
Ji aliyê din ve ne bi tenê ev tişt e, gelo li zindana Amedê çima evqasî zext û êşkence kirin? Zindan çima hene? Çima mirovan rehîn digirin? Ji mirovên ku rehîn hatine girtin çi tê xwestin? Yan tu yê li hemberî hinek kesan bikin zemîna bazariyê yan jî tu yê hinek tiştan bi wî bide kirin. Her du tişt jî ji Rêber Apo tê xwestin. Li hemberî têkoşîn, partî û azadiya Kurdan li wê derê her tişt dibe mijara bazariyê. Bi zexta li ser Rêber Apo re, naxwazin Rêber Apo li ser azadî û têkoşîna demokrasiyê bifikire û ji bo van tiştan xizmetê bike, dixwazin Rêber Apo bînin asta ku ji bo tasfiyekirina van tiştan tiştekî bike. Ji ber vê jî evqas tişt li ser wî tê ferzkirin, ev qas zext tê kirin, ev tişt tên kirin, ji ber vê rehîn e. Rehînetî ev e. Rehînetiya Rêber Apo li ser vî esasî ye. Ji bo ku li hemberî partiyê, li hemberî gelê Kurd, azadiyê, azadiya jinan û mirovayetiyê bikin mijara bazariyê, ew rehîn girtine. Bi zext û êşkenceyeke bîst û çar saetan, bazariyeke wisa li ser wî ferz dikin. Ne bi tenê li Îmraliyê, li derve jî bi kirinên xwe li ser Rêber Apo zextê dikin. Bi qetlîaman, bi kirinên xwe yên li Bakur, Başûr û Rojava û li derên cihê yên dinyayê dixwazin li ser Rêber Apo zexteke wisa bikin.
Em bala xwe bidinê, ew tişt kîngê hatine kirin. Qusandina por di havîna 2008’an de çêbû. Çima çi bû? Piştî şerê Zapê çêbû. Dema ku li Zapê têkçûneke dîrokî hate serê wan, plansaziya wan a li Zapê têk çû, berê xwe dan Rêber Apo. Çima? Ketin hewldana ku tişta di şer de nekarîne bikin gelo wê bikaribin li ser Rêber Apo zextê bikin.
Guherandina cih, dema ku ew xistin cihê wekî tabûtê, ango darbeya 17’ê Mijdarê kîngê çêbû? Piştî hilbijartina herêmî ya di 29’ê Adara 2009’an de. Di warê siyasî de dema ku têk çûn, dîsa xwestin li ser Rêber Apo zextê bikin û vî tiştî telafî bikin. Êrîşeke berfireh û ji her alî kirin. Li hemberî gerîla, gel, jin, ciwan, gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê me yê li derveyî welat, li her derê zext û terorên faşîst dikin, qetlîaman dikin. Lê zext û êrişa herî giran, a herî hûr û herî kûr her dem li Îmraliyê tê kirin. Her dem êrişî Rêbertî dikin, ji ber ku komploya navneteweyî didome, komploya navneteweyî tê wateya êrişa îmhakirina Rêbertî. Hedefa wan Rêbertî ye. Di 9’ê Cotmehê de jî wisa ye. Ji wê rojê heta niha 23 sal û 4 meh heman tişt didome. Ji ber ku negihiştin armanca xwe, têkçûn jî qebûl nekirin, veneguherîn siyaset û feraseteke cihê, me jî nekarî em hebûna wan hilweşînin, wê demê çi dikin, bi metodên cihê cihê di pergala êşkence û tecrîdê de zext û êşkence giran kirin û bi vî awayî dixwazin encamekê bistînin, di komploya navneteweyî de bi ser bikevin û encamekê bi dest bixin. Vê hewldana xwe didomînin, divê em vî tiştî bibînin.
DIVÊ EM BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ RAST FÊM BIKIN Û LI HER QADÊ KÊLÎ KÊLÎ PÊK BÎNIN
Di vî warî de di pirsên berê de me qala wê kir jixwe dewleta TC’yê jî vî tiştî dike. Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê plansaziya wê dike û pêk tîne. Lê hêzên derve yê ku plansaziya komploya navneteweyî kirin, biryara wê dan û îro jî wê bi rê ve dibin. Ev êrişeke modernîteya kapîtalîst a global e. Divê em baş fêm bikin ku modernîteya kapîtalîst, Emerîka, Ewropa û Rûsyaya wê dîktatoriyeke faşîst a çawa ye, çawa li hemberî azadî û demokrasiyê dijminatiyê dikin û em bibînin ku dijminên Kurdan in jî. Dema ku van hêzan çend gotinên xweş kirin, em ji gotinên wan bawer nekin. Pîvan ne gotinên wan e. Ya duduyan ne nêzikatiya wan a li hemberî me ye jî. Pîvan nêzikatiya wan a li Îmraliyê ye. Nêzikatiya wan a li hemberî Rêber Apo ye. Heke hûn dixwazin hîn bibin kî çiqasî demokrat e, kî azadîxwaz û mirovî ye û vî tiştî bipîvin, li nêzikatiya wan a li hemberî Rêber Apo binihêrin. Ew der wekî kaxiza tûrnûsolê ye, her tiştî zelal dike. Her tişt li wir zelal dibe û derdikeve holê. Li wir her tişt derdikeve ber roniyê, bi awayekî zelal xuya dibe kî çi ye. Li Tirkiye û dinyayê wisa ye. Li Tirkiyeyê jî kî çiqasî demokrat e, pîvan nêzikatiya wan a li hemberî Rêber Apo ye. Ji ber ku ew tê wateya nêzikatiya li hemberî gelê Kurd û îradeya wê ya hebûn û azadiyê û van tiştan temsîl dike. Li dinyayê kî çiqasî demokrat e, di nêzikatiya wan a li hemberî Rêber Apo de derdikeve holê. Kesên ku Rêber Apo xistine nav pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û wekî rehîne li ser wî evqasî zext û terorê dikin, çawa dibin demokrat û azadîxwaz. Nexwe yê zextan dikin kî ne, faşîst kî ne û yên qirkirinê dikin kî ne! Nexwe ev hêz in. Nexwe divê em şaş fêm nekin, divê em rast fêm bikin. Divê em rastiya Îmraliyê jî, pergala wê ya êşkence û zextan û polîtîkaya wê ya rehînetiyê jî baş fêm bikin. Li ser Rêber Apo zexteke çawa û çima tê kirin? Li hemberî van tiştan Rêber Apo çawa li ber xwe dide. Rêber Apo got “Rastfêmkirina jiyana li Îmraliyê”. Divê em çil caran wî bixwînin û li ser wê hûr bibin. Bi çi li ber xwe dide, çawa li ber xwe dide, çawa ev pergalên zext û êşkenceyê yên herî qebe û hûr têk dibe. Berevajî wê çawa ji bo rizgariya Kurd û jin di serî de, ji bo rizgariya hemû bindest û mirovayetiyê, hest, raman, ruh, feraset, siyaset, îdeolojî û teoriyê ava dike. Li ser vî esasî dixebite. Çawa van tiştan dike. Îrade, cesaret, fedakarî, tarzeke çawa, hêza liberxwedanê, afirînerî ava kir û van tiştan derdixe holê. Divê em vî tiştî fêm bikin. Tişta ku mirovan nekarîn di nav derfetên herî mezin de biafirîne, Rêber Apo di nav pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, bi têkoşîneke hûr û kûr ev tişt afirand. Him li ber xwe da, him têkoşiya, him jî encamên wê veguherand razberiyeke teorîk, ev tişt kir hiş û nivîsand û pêşkêşî hemû mirovayetî, ciwan, jin, karker û kedkaran kir. Nexwe divê em jî vî tiştî rast fêm bikin, rast temsîl bikin û bi awayekî rast pêk bînin. Ji ber ku em hemû deyndarê wî ne. Rewşeke wisa ji bo me hemûyan tê wateya stendina peywiran û nêzikatiya rast. Ji bo fêmkirina rast, mirov bi awayekî rast bijî û têkoşîneke serkeftî pêk bîne, bangî me dike. Divê helwesta me ya li hemberî Îmraliyê li ser vî esasî be. Divê em pîvanê li gorî vî tiştî ava bikin, em vî tiştî ne wekî endamtiya partiyê lê wekî şertê mirovbûn, azadîxwaz û demokratîkbûnê, berxwedana Îmraliyê rast fêm bikin, bi awayekî serkeftî di her kêliyê de vî tiştî pêk bînin. Mirovbûna xwedî namûs û wijdan, girêdayî vî tiştî ye. Em dev ji şoreşgeriyê berdin, mirovbûna bi wijdan jî vî tiştî ferz dike. Ji bo mirovbûna rast jî ev tişt hewce ye. Divê li ser vî esasî em vî tiştî fêm bikin û xwe bigihînin asta ku em bi serkeftî vî tiştî temsîl bikin.
Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmraliyê berxwedaneke 23 salî ya mezin heye. Bi taybetî piştî sala 2015’an desthilatdariya AKP û MHP’ê dema polîtîkayên çokdanînê û tecrîd da destpêkirin, wî berxwedaneke dermirovî danî holê. Ji ber vê berxwedanê Erdogan û hinek nûnerên desthilatdariyê di demên dawîn de bi gotinên spekulatîf wekî ku hevdîtin bi Rêber Apo re tê kirin, didin nîşandan. Desthilatdarî li derve hêza xwe winda dike, di siyaseta Rojhilata Navîn de ketiye rêyeke teng û di nav xwe de jî ji ber krîza aborî û siyasî ketiye asteke ku kes pê bawer nake, di pêvajoyeke wisa de bi van gotinan dixwaze çi bike?
Derbarê vê rewşa heyî gelek derdoran fikra xwe diyar kirin, nîqaşan jî dikin. Tayyip Erdogan rê li ber vî tiştî vekir. Got “Wê Îmrali ji Selahattîn Demîrtaş hesap bipirse.” Me jî diyar kir ku Îmrali bi helwest, têkoşîn û hilberîna xwe xetek ava kiriye, helwesta mirovê azad û jiyanê temsîl dike, ji ber vê jî ji bo hemû kesan pîvaneke xwerexneyê ye û di pozîsyona lêpirsîn û hesappirsînê de ye. Me jî diyar kir heke em wisa nêz bibin, em Îmraliyê wekî kesê hesap dipirse binirxînin û em ê qala hesappirsînê bikin, di vî warî de yê ku divê herî zêde hesap bide, xwediyê vê gotinê ango Tayyip Erdogan e.
Hinek derdor cihê dinirxînin. Me ev tişt got, heke bi van gotinan dixwazin derbarê Rêber Apo yê li Îmraliyê agahiyan bidin, heke dixwazin li ser vî esasî têkoşîna ji bo azadî û ewlehiya Rêber Apo qels bikin, ev tiştekî şaş e, ev tişt wê tu encamê nede û wê nikaribin tu kesî bixapînin. Ji deh mehan zêdetir e, ji Îmraliyê tu agahî nayê stendin, pirsgirêka tendirustî û ewlehiyê ya Rêber Apo û hevalên din ên li wir ketine pêşiya her tiştî. Li ser vî esasî têkoşîneke mezin a ku dinyayê di nava xwe dihewîne hatiye destpêkirin, bi awayekî zelal nîşan didin ku qaîdeyên herî basît û mirovî nayên pêkanîn û rêveberiya Tayyip Erdogan li dinyayê bi awayê herî şênber teşhîr dikin. Heke ji bo rizgarkirina vî tiştî rêyeke wisa dabin ber xwe, ev nayê tu wateyê û ew ê nikaribe xwediyê xwe jî rizgar bike. Ji ber ku herî kêm divê qanûn û pergala xwe ya hiqûqî pêk bînin. Ji xeynî vê sûc e ku Rêber Apo di wan şertan de girtî be. Ji her awayî ve sûc e. Li hemû dinyayê ev fikr û çalakî belav dibe ku divê Rêber Apo di warê fîzîkî de azad be. Ji ber vê heke hiqûqê pêk bînin û derbarê ewlehî û tendirustiya wî agahî werin dayîn jî têr nake. Lê dûrhiştina ji van tiştan tiştan jî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî geş dike. Diyar e ku ji ber van tiştan tengijîn. Ji dêvila ku şaşiyan rast bikin, bi metodên wisa bi gotinan dixwazin telafî bikin. Bi vî tiştî re qaşo dixwazin diyar bikin derbarê Rêber Apo agahî belav bû, wê gelê Kurd, welatparêz û mirov qanih bibin. Me diyar kir ku wê qanih nebin, ev hewldaneke vala ye. Wê tu bandorê neke, wê têkoşînê qels neke, berevajî wê rewşeke wisa, wê qelsiya ev rewş ava kirine derxîne holê, ji ber vê jî li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşînê xurt û teşwîq bike. Jixwe geşedan jî van tiştan nîşan didin. Ji ber vê ev tişt girîng û watedar e.
Di çarçoveya van nîqaşan û pirsan de mirov dikare çi bibêje. Bi Rêber Apo re berê jî hevdîtin û kirin û dikin jî. Rêber Apo got “Ez ji serdanê re vekirîme, her kes dikare were, ez ê pê re rûnêm nîqaş bikim lê ev rewşeke mirovî ye, bila tu kes encameke siyasî ji vî tiştî hêvî neke, bila tu kes encameke wisa jê dernexe. Yên ku wisa fêm dikin wê şaş fêm bikin.” Ango xwest bila pergala hiqûqî were pêkanîn. Herî dawîn dema bi birayê xwe di telefonê de axivî jî qala rewşeke wisa kiribû. Gotibû divê li gorî hiqûqê her kes tevbigere, divê pergala hiqûqê bidome. Ji bo rewşa pratîk a niha ev tişt hewce ye. Lê ya din pirsgirêkên îdeolojîk û siyasî û rewşa têkoşînê cihê ye. Ji ber vê têkoşîna Rêber Apo heye. Helwestek heye. Ev tişt li derve wekî helwesta Rêbertî ya ku di serê salên 70’î de dest pê kir, partîbûn û berxwedana çekdarî û li ser vî esasî wekî encamak geşkirina têkoşîna hebûn û azadiyê derket holê. Li derve ev tişt derketin holê, di qonaxekê de qelsbûna tarza têkoşînê, heta wê demê lêgerînên çareseriyê yên di fikra mirovan de û ji ber qelsbûna metod û tarzan, komploya navneteweyî pêk hat û pergala Îmraliyê derket holê. Di pergala Îmraliyê de jî, bi têkoşîna li ser guherandina paradîgmayê tê xwestin ku komploya navneteweyî were têkbirin, siyaset û feraseta qirkirina li ser Kurdan ji holê were rakirin û di heman demê de tê xwestin hebûn û azadiya gelê Kurd were pêkanîn. Rêber Apo vê îradeyê temsîl dike. Ji ber vê jî di pergala êşkence û tecrîdê de rehîn e. Vê têkoşîna xwe li Îmraliyê sererast, kûr û geş kir û li ser xeta serfiraziyê didomîne. Ev tişt bandora xwe hene. Rewşeke girîng a têkoşîneke wisa heye. Meyla wê ya geşbûnê heye. Bi hemû rê û metodan nehate astengkirin, nekarîn pêşîya wê bigirin û wê qels bikin. Niha jî piçekî rewşa berê dubare dibe. Bi metodên nû tişta ku berê nekarîn bi ser bixin, a niha dixwazin bi ser bixînin. Hewldanên dawîn ên rêveberiya Tayyip Erdogan piçekî wisa ye.
Em dikarin vî tiştî bibêjin. Di nav pirsê de hinek tişt hatine diyarkirin, ne plana hilweşandinê lê plana çalakiyên rûxandinê bû. Em dizanin ‘plana çalakiyên rûxandinê’ ya ku Desteya Ewlekariya Millî di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara wê da, çi hatine kirin. Ji Cizîrê heta Sûrê hilweşandin û rûxandin çawa pêk hat, çend mirov hatin qetilkirin. Çiqas bajar, gund û tax hatin şewitandin. Çiqas çiya û daristan hatin şewitandin. Çiqas mirov hatin girtin, ev hemû li holê ne. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û heta niha li ser bingeha plana çalakiyên rûxandinê ev hemû tişt hatin kirin û bîlançoyeke giran heye. Li Kurdistanê di tu dema dîrokê de hovîtiyeke wisa nehate kirin. Tu rêveberiya qirker û dagirker evqasî qetlîam nekir. Ev qasî mirov, xweza û civak qetil nekirin. Bi qetlîamên li ser esaasê plana çalakiyên rûxandinê, li gorî tu hiqûq, pîvan, qaîdeya exlaqî tevnegeriyan. Tiştên kirin ne kirinên mirovan e. Di tu dema dîrokê de tişta ku mirovan neanîne serê mirovan, di wê serdemê de ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî gelê Kurd, axa Kurdistanê, jiyan, dîrok, nirxên çandî û hebûna Kurdan hate kirin. Bêguman li Îmraliyê jî di wê serdemê de zext, êşkence û tecrîda herî giran hate kirin. Destûra hevdîtinê nedan û xwestin Rêber Apo bixeniqînin. Ji aliyekî ve zextên wisa hatin kirin û xwestin tevgera xeniqînê ya di pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê xurttir bikin.
DIXWAZIN RÊBER APO ÇOK DEYNE
Bi van tiştan re dixwazin çi bikin? Dixwazin civaka Kurdan teslîm bistînin. Dixwazin bîra wê ya azadiyê û îradeya wê were şikandin. Dixwazin rêxistina azadiyê ji hev were belavkirin. Dixwazin ji çalakiya azadiyê dûr bixînin. Dixwazin li ber qirkirina Kurdan çokê bidin danîn, teslîm bistînin û qir bikin. Ji ber vê jî her cure zextên fîzîkî, êşkence, qetlîam û heta nêzikatiyên rûmetşikên ên herî hûr her tişt kirin û hê jî dikin. Hemû nirxên civaka Kurdan bin pê dikin û mirov anîne asta ku êdî nikarin bijîn. Evqasî zext tê kirin. Ev tişt gelekî zelal in. Li Îmraliyê jî ev tişt tê kirin. A rast bi van tiştan dixwazin çokdanînê pêk bînin û teslîm bistînin. Ji bo ku encamê ji polîtîkaya rehîneyê ya Îmraliyê werbigirin vî tiştî dikin. Dixwazin civakê bimelisînin, rêxistin ji hev were belavkirin, gerîla were têk bibin, têkoşîna azadiyê bişkînin, Rêber Apo tenê bihêlin û bi polîtîkaya zext, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê re çokdanînê pêk bînin. Rûxandin, çokdanîn e, teslîmstendin e. Ev girîng e. Rûxandin tê wateya tunekirinê. Polîtîkaya tunekirinê tune, polîtîkaya qirkirina çandî heye. Ji ber vê dixwazin teslîm bistînin, bêîrade bihêlin. Ev jî di esasê xwe de bi tiştên li derve tên kirin, dixwazin Rêber Apo çok deyne. Berxwedana Îmraliyê li hemberî van hemû tiştan dibe têkoşîn. Dibe têkoşîna ku van hemû tiştan pûç dike. Li hemberî her cure zext û zilmê îrade, rûmet û şerefa berxwedanê temsîl dike. Bi rastî jî divê mirov bi berxwedana Zindana Amedê girê bide. Di zindana Amedê de jî bi van metodên qebe bi awayekî eşkere hate kirin, gihişt derve, divê em vî tiştî zanibin. Li Îmraliyê encam ji tecrubeyên Amedê hatine derxistin û bi metodên hê hûr û pêşketî ev tişt tê kirin. Çokdanîn, teslîmstendin, îtîrafkarî tê wateya îxaneta li hebûna xwe. Li ser hemû Kurdan ev tişt tê pêkanîn. Li ser hemû gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat TC vî tiştî ferz dike. Tişta ku pergala TC’yê xwe dispêre wê, vî tiştî dike. Li Îmraliyê ev tişt tê kirin û li ser Rêber Apo ev tişt tê ferzkirin. Niha ew salên lêferzkirinê çû, bi ser neketin û tu encam nestendin. Jin, ciwan, karker, kedkar, zarok, kal û pîrên Kurd li ber xwe dan, dayikan li ber xwe dan, li hemberî van zext û heqaretan goristan hatine hilweşandin û rûxandin, cenaze hatin parçekirin, heqaretên mezin li cenazeyan hate kirin. Bi van tiştan re xwestin civaka Kurd û gelê Kurd nikaribin tiştekî bikin, xwestin gelê Kurd bînin asta ku hêza wê ya berxwedanê hatiye tunekirin, ji her tiştî re dibêje erê û teslîm bûye. Lê encameke wisa derneket holê. Civaka Kurdan çok danenî. Berevajî wê berxwedan geş bû, îrade geştir bû, îddîa zêdetir bû. Erê berdêl hate dayîn lê ew berdêl ji bo hebûna li ser xeta azadiyê û ji bo jiyanê wekî tişta pêwist hate dîtin. Li ser vî esasî bi rastî jî berxwedaneke qehremanî heye, îradeyeke mezin heye. Li hemberî her cure zext û zilmê, li her dera Kurdistanê, ji aliyê civaka Kurd berxwedaneke dermirovî heye. Welatparêziya Kurd niha di nav berxwedaneke wisa de ye.Gerîla bi qehremanî li ber xwe dide û pêşengiyê dike. Berxwedana Îmraliyê hemû berxwedanê temsîl dike. Ruh, bîr û îradeya berxwedana li Îmraliyê li hemû Kurdistanê belav dibe û vê berxwedanê geş dike. Ji ber vê jî ev ev berxwedan jî hêzê dide berxwedana li Îmraliyê û wê xurt dike. Bi Rêber Apo re yekbûna gerîla, gel, rêxistin, partî, jin û ciwan derdikeve asta herî bilind. Ev tişt di vê pêvajoyê de pêk hatin. Erê me berdêleke giran da lê ji aliyê din ve jî bîr, îrade û qehremaniyeke wisa derket holê.
Bêguman van hemû tiştan teşhîr kir, maskeya faşîzma AKP û MHP’ê xist, rûyê wê yê rastîn derxist holê. Nîşan da ku ew çiqasî dijminên Kurd, jin, gel û mirovayetiyê ne. Di wir de jî bi ser neketin. Vê zilm û zexta di dîrokê de mînaka wê tune, nekarî encamekê bistîne û bi ser neket. Ew bi xwe hatin asta çokdanînê. Ji ber rewşê tengijîne. Li ser vî esasî ji aliyekî ve zext û zilmê dikin û ji aliyê din ve jî dixwazin yekbûnê parçe bikin û berxwedanê qels bikin. Di nav lêgerîna vî tiştî de ne. Ev nîqaşên dawîn wisa hatin rojevê. Çawa ku di rojên teng de xwe diavêjin bextê tiştên xerab, Tayyip Erdogan jî li hemberî vê berxwedanê hatiye asta hilweşandinê û ji xwe re li tiştekî digere ku hêviya xwe pê girêbide. Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê ev qas nerazîbûn û têkoşîn çêbû, ji bo qelskirina vî tiştî gotinên wisa dike. Nerazîbûn nîşanî vî tiştî hate dayîn, gotin wisa nabe, ev heqaret e û nayê qebûlkirin. Civaka Kurd vî tiştî fêm dike û heqê wan ê tiştekî wisa jî tune. Divê li gorî qanûnan tevbigerin. Kesên li Îmraliyê jî heqê wan heye, her kes dibîne û li ser vî esasî daxwaz hene. Gelek derdoran diyar kirin ku wê bi nîqaşên wisa têkoşîn neyê qelskirin û wê tu kes qanih nebe. Ew daxuyaniyên rast û girîng bûn.
Ez dixwazim vî tiştî dubare bikim. Min berê jî gotibû, ev rewş çi nîşan dide. Ev nîşan dide ku rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê çiqasî qels bûne û ketine rewşeke dijwar. Heke xurt bûna, yan jî di kirinên xwe de encameke serkeftî bi dest bixistina, wê pêdiviya wê bi van tiştan nemaya. Wê metodên wisa nekira. Lê ji ber ku bi ser neket û qels ma, ji ber ku pêvajoya wan a helandin û rûxandinê kûrtir bû, hêviyê ji her tiştî dikin, ji bo ku temenê xwe dirêj bike, metodên wisa dike. Qaşo wê bi vî tiştî re têkoşînê qels bikin, têkoşîna berxwedanê ya Kurdan qels bikin û wê bi vî tiştî re di navbera Kurdan de dubendî û nîqaşan ava bikin, yekbûna Kurdan qels bikin û vî tiştî ji xwe re bikin hêza jiyanê. Bendewarî û hesabê wan ev e. Ma ne diyar e çiqasî qels bûne, ketine rewşeke reben. Ev ne hêza wê, lê qelsiya wan nîşan dide, ji xeynî vî tiştî tu nirxandineke vê rewşê tune.
HER CURE DEK Û DOLABAN DIKIN
Ez dikarim vî tiştî bibêjim, dibêjin ‘Gelek dek û dolabên Osmaniyan hene’. Rêveberiya dawîn a Osmaniyan her cure dek û dolab kirin, di şerê psîkolojîk de hoste ne, van metodan bi kar tînin û jixwe dikin jî, divê gelê me vî tiştî bizanibe û divê em hemû jî bizanibin. Divê em bizanibin ev pergaleke şerê taybet e û li gorî vî tiştî divê em rê û metoda têkoşîna li hemberî vî tiştî bibînin. Divê ev tişt bandoreke neyînî li ser me neke. Berevajî wê divê em bizanibin li ser tevgera me êrişeke çawa heye û ev êriş ji ber qelsbûneke çawa pêk tê, ji ber vê jî divê em têkoşîna li hemberî van kesan bi xîret, hêvî û bawerî û helwesteke serkeftinê bimeşînin. Yan na tişta berevajî wê qet nebe. Hatiye diyarkirin, bi rastî jî balkêş e, ma ne li holê ye ku çiqasî qels bûye, di ber civakê re diavêjin ku ew bi Îmraliyê re hevdîtinê dikin û bi vê re dixwazin hebûna xwe bidomînin. Hatine asteke ku tiştekî hilneberînin, tiştekî wan nemaye ku bidin, ewqasî qels bûne bi awayekî neyekser qal dikin wan bi Rêber Apo re diyalog danîne û bî awayî dixwazin li ser xwe bin. Ev nîşan dide, ew çiqasî qels bûne.
DIVÊ EM BI DEK Û DOLABÊN WAN NEXAPIN, TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN
Ji aliyê din ve jî ev tişt xuya dibe rastiya Rêber Apo di warê çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de çawa bûye girêkek, Rêber Apo çiqasî afirîner e. Bi rastî mûxalefetê jî tiştek negot, ew jî li ser heman feraset û islûbê ne. Wekî ku yek ji yekî xerabtir e û wekî hev bin, tu ferqa wan ji hev tune. Rêveberiya niha ya CHP’ê bêyî ku bi awayekî rast nêzî rastiya Rêbertî û Îmraliyê bibe, îddîa dike ku qaşo wê bikaribe doza Kurdan çareser bike. Ev jî helwesteke vala ye û tu cîddiyeta wê tune. A rast ev tişt derket holê. Siyaseta serwer a niha hêza wê tuneye ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Tiştekî wê tuneye ku bide civaka Tirkiyeyê, tiştek tuneye ku karibe hilberîne. Dema ku li hemberî hev nîqaş dikin jî gotinek wan tune. Êdî ji bo xwe îfade bikin, mûxtacî Rêber Apo bûne. Neçar mane ji Rêber Apo sûdê werbigirin. Ketine wê rewşê. Divê em van tiştan bibînin. Divê em bi dek û dolabên wan nexapin, têkoşînê bidomînin û li hemberî tiştên wisa bin. Ev wekî heqaretê ye. Divê em vî tiştî jî bibînin, aliyê hember qels bûye, ketiye rewşeke dijwar, faşîzm jî hildiweşe û dihele. Nexwe divê têkoşîneke bi bandor were kirin. Wê têkoşîneke yekbûyî û bi bandor, faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne. Divê mirov vî tiştî bibîne, li gorî vî tiştî têbikoşe û hilweşandineke wisa pêk bîne.