QAMIŞLO – Di salvegera 24’yemîn ya komploya navnetewî de jinên ciwan ên xwandekar meşeke girseyî li darxistin.
Ji aliyê jinên ciwan ên xwandekar ve, li kolanên bajarê Qamişlo, ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşeke girseyî ku ji du aliyan ve digihêje hev du hate li darxistin.
Jinên ciwan ên xwandekar, ku ji taxa Hemdanî destpêkirin, û li ber dewaraye Taxa Wehde gihîştin gel hev du û li vê derê find pêxistin.
Herî dawî Berdevka xwandekaran a xwaser Emîne daxuyanî xwand û tê de da diyar kirin ku, wê jinên ciwan heya azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ,di qadan de bin û têkoşîna xwe li hember her cure êrîşan bidomînin.