DÊRA ZOR – Di hefteya borî de li gundewarên rojavayê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bû ku welatî qetil dikirin û mayîn bi cih dikirin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê li hember hemû hewldanan sekinîn û hejmarek çete girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê di rojên borî de 17 çeteyên ku êrişên sûîqastkirinê pêk dianîn û saziyên li herêmê dikirin hedef, girtin. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.
Derbarê mijarê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên gundewarên rojavayê Dêrazorê Beşar El-Seib ji ANHA‘yê re axivî. Beşar El-Seib diyar kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî zêde li herêmê çalak bûne, armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê xira bikin.”
El-Seib wiha domand: “Tevger û kuştina ku dikirin bi êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a bajarê Hesekê re hate kirin û di demên dawî de zêdetir bû. Şaneyan tevgera xwe li Dêrazorê zêde kir, hin rê qut kir û bi şev tekel di wan de dişewitandin. Paşê navend, nuqteyên leşkerî û ewlehî, her wiha hin saziyên sivîl kirin hedef.”
Beşar El-Seib destnîşan kir ku şaneyênê terorîst tevliheviyê derdixin û gotegotan belav dikin da ku şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê bitirsînin.
Beşar El-Seib bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên me bi koordînasyona bi hêzên leşkerî re bersiva hemû êrişan dan. Gelek mayîn bê bandor kir. Şaneyên terorîst ku êriş pêk dianîn, girt. Her wiha depoyeke madeyên teqemenî û mayînan li herêma rojhilat dîtin û bê bandor kir.”