NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hêzên dewleta Tirk girtin ser gelek malan û gelek kes destgîr kirin.
SÊRT
Li Sêrtê polîsan vê sibehê girtin ser avahiya TÛAY-DER’ê û dest danîn ser gelek materyalên komeleyê. Di heman demê de polîsan girtin ser mala rêveberên komeleyê û siyasetmedarên Kurd.
Di serdegirtinan de Hevseroka TÛAY-DER’ê Mûhsîne Ozhan, rêveberê komeleyê Necmeddîn Yûr, rêveberê berê yê komeleyê Resûl Arslan, dayikên aştiyê Maşallah Arslan, Taybet Tekîn, Hedîye Sûcîn, Vetha Kaçar û hevseroka HDP’ê ya navçeyê ya berê Emîne Aşkara hatin destgîrkirin.
Li Dihê jî nexweşa dil û gurçikan Kanîte Dayanan jî hate destgîrkirin û polîsan li zarokan dan.
ŞIRNEX
Li Şirnex û navçeyên wê jî gelek kes hatin destgîrkirin. Li Cizîrê rojnameger Zeynep Dûrgût jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Silopiyê jî Ridvan Ozmen, Dogan Şavlûk, Nesîm Sayin, Selahattîn Ormanli û Ziya Dûrmûş hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin.
EDENE
Li Edeneyê jî polîsan di heman demê de girtin ser gelek malan. Hejmara kesên hatine destgîrkirin nehate hînbûn.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî derbarê 52 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn. Ji 12’ê Sibatê û vir ve û heta niha herî kêm 43 kes hatin destgîrkirin. Serkan Şahîn ji ber destgîrkirina bêhiqûqî di 12’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir. Hate diyarkirin Ramazan Yildirim û komek ciwanên din jî di 14’ê Sibatê de wê dest bi greva birçîbûnê bikin.”