MEXMÛR – Kampa Penaberan a Mexmûrê ev demeke dirêj e di bin êrîşên hevpar ên Iraq, Dewleta Tirk û PDK’ê de têkoşîneke mezin dide. Li hember Gelê Mexmûrê PDK’ê bi ambargoya mutleq hewl da bi ser neket, Iraq hewl da kampê bi têlan dorpêç bike, gelê li dijî vê yekê li ber xwe da leşkerên Iraqî û ew leşker paşve şandin. Gel li hemberê van polîtÎkayan berxweda û serî netewand. Dewleta Tirk a faşîst herî dawî bi SÎHA û balafirên şer dest bi lêdana kampê kir.
Hevseroka Meclisa Mexmûrê Fîlîz Budak, diyar kir ku gelê Mexmûrê di bin ewqas ambargo û esaretê de nekarin teslîm bigrin, wê li hemberî balafirên Tirk jî serî netewînin. Hevseroka Meclisa Mexmûrê Fîlîz Budak li ser mijarê ji Ajansa Nûçe Ciwan re nirxandinên girîng kir.
Nirxandinên Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filiz Budak Bi tevahî wiha ye:
Navê min Filiz Budak, Hevseroka Meclîsa Gela Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê, Êrîşen ku niha liser mexmûrê çêdibin,polîtîqaya dewleta Tirk û a hikûmeta PDK‘ê ya herêma Kûrdistan liser mexmûrê, armanc, belav kirin û valakirina mexmûrê ye, Ji despêka 94’an heta niha ev rewş bi vê şêwarîye, Wargeha mexmûrê, bêrî ku were mexmûrê jixwe heft war gûhertine birêzêve, Herî dawî jî em di 98 de em li mexmûrê bicih bûne, Piştî ku em li mexmûrê bicih bûyîn heta roja meye îro,hem bejayî hem hewayî êrîşên ku liser mexmûrê kêm nebûne, Bi taybetî bi destê hikûmeta Tirkîyê ye, Hikûmeta Tirkîyê tiştên ku dixwazin,biryarên ku dixwazin bidin pêk anîn, tiştên ku dixwazin liser mexmûrê bidin pêk anîn, bi destê PDK‘ê, bi destê hikûmeta herêma Kûrdistanê, hevkariya wana,dixwazin liser mexmûrê bidin pêk anîn, Mexmûr, me got wekî hefizayekî ye, salê 90‘î ye, Jibo belavkirina vê hefizayê, ji bo tûne kirina vê hefizayê, jibo belav kirina berxwedana Mexmûrê, tiştên ku ji destên dewleta Tirkîyê tê dide pêk anîn. Hem bi şerê taybet hem bi şerê psîkolojîk, hem bi şerê fîzîkî qirkirina fîzîkî, dixwaze liser Mexmûrê bide pêk anîn.
Polîtîkayekî taybet yê ku hikûmeta AKP‘ê û hikûmeta herêma Kûrdistanê, li ser Mexmûrê dide pêk anîn nikare gelê Mexmûrê teslîm bigre. Di encamê berxwedana 28 salan de, dixwazin vê civakê, bi avayekî bêrûmet teslîm bigre, belav bike û kiryarên xwe jî liser binumixînin. Îşkence, talan kirin, şewitandin, qirkirinên ku di sala 90-94’ên ku dayîn pêk anî, dixwazin vana bi temamî ji holê rakin û Mexmûrê liser vê esasê ji holê rakin. Mexmûr 28 sale di beranberê şert û mercên xwezayî,li beranberê bêderfetiyan, kêmderfetiyan û li beranberê polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirkiyê û hevkarê wan PDK‘ê liberxwe dide. Mexmûr wargeheke sivîlane, gelê Bakurê Kûrdistanê ye , Ji 94 pênaber bûye heya niha, Di wargehande jiyan dike, Rêwîtiyekî penaberîye,yê xwedîyê 28 salane,xwedî serpîhatiyekî 28 salane. Di vê berxwedaniya xwe de, heta roja îro jî mirov dikare bibêje gelê Mexmûrê gav paş de neavîtiye.
Herî dawî jî 2014‘an êrîşekî Daiş’ê, li ser Maxmûrê hatiye pêk anîn. Di encama van êrîşan de jî dîsa gelê Mexmûrê gav paş de neavêt. Heta em dikarin bibêjin yek ji cihên ku Daiş tê de binketî, pêngava yekemîn a binketinê,di Mexmûrê de jiyankirin, di Şêngalê de jiyankirin, di Rojava de jiyankirin. Bi vê yekê, li beranberê raya giştî jî mirov dikare bibêje, navê Mexmûrê hîn zêdetir belav bû, têkoşîna Mexmûrê hîn zêdetir belav bû,berxwedana Mexmûrê hîn zêdetir belav bû û li aliyê din jî pêngava avakirina netewa demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk, 2050 gava yekemîn li Mexmûrê bingehê wê hat avêtin. Sîstem hat avakirin,meclîsê xwe hat avakirin, saziyê xwe hat ava kirin, Li Mexmûr sîstema alternatîfê netew dewlet,a kû dixwest ava bike, li Mexmûrê hate ava kirin. Ev jî dibe sedem ku hîn zêdetir êrîşên dewleta Tirk, li ser Mexmûrê, hîn zêdetir bibe. Mexmûr, heman demê de mînaka bêdewlet tê jiyan kirin, mînaka berxwedana gel ku bikare bixwe xwe rêve bibe ye. Gel dikare her alî de pêşwaziya civaka xwe bike û dikare xwe rêveberiya civakî, xwe rêveberiya herêmî bide ava kirin. Ev jî hîn zêdetir dihêle ku êrîşên hêzên desthilatdar liser Mexmûrê zêde bibe, Di vî alî de Mexmûr 12 hezar nifûsa xwe heye, 3500 -4000 xwendevanê xwe heye,zarokê ku temenê wê ji hîn xwendinê negirtî heye, bi temamî civakekî sivîl e, liser xaka Iraqê jiyan dike. Dibin sîwana netewe yên yekbûyîn de jiyan dike, Li kêleka wê hikûmeta herêma Kûrdistanê heye û dinya alem dizane kesên ku li Mexmûrê jiyan dikin,kesên medenî,kesên sivîlin, Kûrdên Bakurê Kûrdistanê, ê jiber zilm, talan kirin û qirkirina dewleta Tirk, warê xwe hêlane, Kûrdên Bakurê Kûrdistanê, ê jiber zilm, talan kirin û qirkirina dewleta Tirk,warê xwe hêlane,gûnd û warê xwe hêlane hatine Başurê Kûrdistanê.
Li ser vê yekê, dema ku dewleta Tirk bi gûnd valakirinê,bi penaber kirinê,mişext kirinê,nikare vê civakê teslîm bigre, vê carê bi Daişê êrîş kir. Bi êrîşa DAIŞ’ê re jî dema ku têk çû nikaribû teslîm bigre,bi taybetî jî 2017‘nde heta niha,bi avayekî,li ser Mexmûr êrîşên hewayî pêk anî. Ji aliyê teyyare yên şerê dewleta Tirkîyê ev ji 2017‘an heta roja îro jî wargeha mexmûrê tê bombe barankirin. Di van bombe baranan de gelek şênîyên wargehê jiyana xwe jî dest dane, Birîndar çêbûne, Malên derdor ku,ji van êrîşan zerar dîtine hene. Bertekekî netewe yên yekbûyî,bertekekî hikûmeta Iraqê,li beranberê vê em bibêjin wusa tûj derbikeve holê, van êrîşan bide rawestandin,heta niha pêk neanîye, Em behsa PDKyê nakin; jixwe PDK hevkarê van erîşa ne, şîrikê van êrîşan e. Niha, ger li Başûrê Kurdistanê nêzî 50 baregehê dewleta Tirk hene û ketina nav herêma Kurdistanê ya şeniyên mexmûrê qedexe be ev ji hevkariyê zêdetir bi dewleta Tirk re xwediyê heman polîtîkayê ye, Ji ber wê tiştekî ku em di derbarê wan de bibêjin nîn e. Îxanetkar in, hevkar in, xwediyê heman fikirê ne xwediyê heman polîtîkaya înkar û îmhaya Kurda ne, Gelê Mexmûrê jî ev polîtakayên dewleta Tirk yên tunekirin û înkarkirinê bi sekin, berxwedan, tekoşîn, pergala xweseriya demokratik ya ava kirî îro jî vala derxistin. Ji ber wê jî di êrîşa herî dawiyê ya ku di 1 Sibat 2022‘an de li wargeha Mexmûrê pêk hatî de gel him di kêliya êrîşê de, him di xwedîderketina li Şehîd û birîndarên xwe de, him di pêkanîna çalakiyên danîne holê de sekin û helwesta bi awayekî vekirî nîşan da. Li beramberî îxanet û êrîşan kesayeta Kûrdê azad dê çawa karibe ber xwe bide û ser bikeve di kesayeta şeniyê mexmûrê de derkete holê, Niha, tiştê ku li Mexmûrê tê jiyankirin, li Şengalê tê jiyankirin, li Rojava tê jiyankirin heman tişt e; êrîşên li ser pergala me ne, êrîşên ser vîn û îradeya Kûrda ye.
Lewre, kengî êrîş li ser Şengalê herî zêde hate pêkanîn; piştî ku Şengalê got: Êdî temam, piştî fermana 74‘an ez dikarim wek civak hebûna xwe berdewam bikim, ez dikarim rêveberiya xwe ava bikim, xwe bi rê ve bibim, Piştî vê helwestê êrîş li ser Şengalê hatine pêkanîn; Bi taybetî êrîşên van demên dawiyê de pêkanîn, bombebarankirina li dijî avahiya Meclîsa Şengalê û Şehîdxistina hevserokê meclîsê û herî dawiyê jî li ser Rojavayê Kûdistanê heman polîtîka têne meşandin, Rojavayê Kûrdistanê dema behsa pergalê dike, dema behsa xweseriya demokratik, herêmên xweser dike, koalisyona navneteweyî jî li hember êrîşan bêdeng dimîne, Em di vir de çi dibînin, li hember her cihê ku Netewa Demokratîk lê were avakirin êrîş dike,berê xwe dide wî alî, Ji ber wê li ser Şengal, Rojava û Mexmûr; ser van her sê xetan êrîş pêk anîn. Ev êrîş ne ji xweber in, ne tesadufî ye ne bijartinekî ji rêzê ye, Bijartineke li ser Kûrdê ku dibêje: Ez hem ê, xwebûn û hebûna xwe ez diparêzim e.
Herî dawiyê li Mexmûrê êrîşeke hikumeta Herêmê pêk hat, ji xwe berê derdora wê dorpêçkirin û ambargo heye, Bi vê girêdayî êrîşekî hikumeta İraqê li ser Mexmûrê pêk hat, Jixwe Mexmûr qadeke ku derûdora wê diyar e, ketina û derketina wê diyar e û ev sê sal e ji aliyê PDK ve ambargoyek heye, li kêleka wê û hikumeta İraqê vê carê xwest derûdora kampê bi têlê dorpêç bike, Wateya vê zindankirin e, dîlgirtin e, koletiyê ye û tê wateya ku hûn di bin desthilatdariya me de ne em tu rê nadin we, hûn ê xwe radest bikin, Lê belê Gelê Kûrd ji bo xwe radest neke, ji ber zilma Tirkiyê bav û bapîrên xwe berdane, welatê xwe berdane û hatiye ser axa te û tu jî radestbûnê dispêrî. Ev civak ji bo xwe radest neke bi rojane; nêzî du meh e ku li ser piyan e. Çalakiyên xwe yê n ji bo şikandina vê biryara hikumeta İraqê ya li ser Mexmûrê xwe dimeşîne û di vê mijarê de biisrar e. Çi dibe bila bibe; Em têlkirina derûdora wargehê qebûl nakin, Dema ku nikaribûn têl bikin xwestin quleyên leşkerî ava bikin.
Di heman rojê de gel bi giştî li ber deriyên wargehê meşiyan, bi awayekî girseyî li wir kom bûn û gotin, heta hûn biryara xwe paşve nekişînin, em vê qebûl nakin û ji vir ranabin, Hikumeta İraqê di meha Tîrmehê de hevdîtin xwestin bi wargehê re, bi meclîsa wargegê re, bu sazî û komîteya dîplomasiyê re hevdîtin pêkanîn û ji her tuştî re gotin: Erê; em ê dibistanên we wek fermî qebûl bikin, em ê rê û rêbarên vekin, em ê aliyê xwarin, vexwarin, gaz, zexîre her çi pêwîst e, em ê wek berê bibin alîkar. Lê, piştî ev hevdîtin pêk hat, piştî hatin serjimêr kirin, vê carê rabûn, çûn û hatin gotin: Em ê derûdora wargehê sîn bikin, Ew jî derewên wan, îxaneta wan, xapandina hikumeta İraqê ya di van hevdîtinan de derxiste holê,