DÊRÎK – Li Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrîkê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê, li ser fikir û ramanên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, pêşbirka helbestan li darixistin.
Tevgera Xwandekarên Demoqratîk, li Girkêlegê, ji bo xwandekarên dibistanê pêşbirka helbestan li ser navê şehîd Behdînan Kobanê li darxistin. Ev pêşbirk, Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an, ya ku di şexsê Rêberê gelê kurd de, li ser tevahî civaka bindest hatî pêşxistin bû.
Yek ji beşdarvanên pêşbirkê Dilovan Saroxan; ” Em bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikin”, dewam kir û got; Me pêşbirka xwe li ser navê şehîd Behdînan Kobanê li darxist. Ev pêşbirk ji aliyê Tevgera Xwandekarên Demoqratîk û komîteya çalakiyan ya rêveberiya dibistana Girkêlegê ve hate bi rêxistin kirin. Armanca me ji vê pêşbirkê ewe ku, em ji dijmin re bêjin raste Rêberê me di zîndanê de ye, lê fikir û ramanên wî azadin û diherikin. Ev pêşbirk bi beşdarbûna 36 xwandekaran û 4 kesên ku cihê xwe di jûriya de digirtin hate destpêkirin. Di dawiyê de kesên ku bi serketine ji wan re bawername hate dayîn”
Bi tevlîbûna 36 xwandekaran, pêşbirkê destpêkir û bi serkeftina 8 xwandekaran re bi dawî bû. Hemû xwandekarên ku bi serkeftine ji wan re bawername hate dayîn û ji bo hemû beşdarvanan spasname hate dayîn.