STENBOL – Milîsên Agir Kop ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di 12’ê Sibata 2022’an de saet di 21.30’an de li Taxa Îmrahor a Arnavûtkoya Stenbolê bi bombeyên deng û fîşekên hewayî li mala Yilmaz Babat hate xistin. Ev kes xizmeta polîsan dike û di heman demê de sîxurtiyê jî dike. Ji ber îfadeyên vî sîxurî gelek rêhevalên me dîl hatine girtin. Heke ew vê hişyariya me fêm neke û dawî li karên sîxurtiyê neyne, ew ê bi giranî were cezakirin.
Em careke din hemû sîxuran hişyar dikin, kesên teslîmî faşîzmê bûne divê bibînin ku wê desthilatdariya we hildiweşe. Ew ne dikare xwe biparêze û ne jî dikare we biparêze. Hê rêya wê heye, werin teslîmî hêzên şoreşger bibin, sûcên xwe eşkere bikin û dev ji sîxurtiyê berdin.”