HESEKÊ – Li dijî Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li her derê cihanê gelê Kurd û enternasyonal daketin qadan û bi şêweyên cuda ve çalakiyên protestoyê pêk tînin.
Di van çalakiyan de her tim ciwan Û jinên jiwan derdikevin pêş. Taybet Rojavayê Kurdistanê de Bi rojane ciwan û jinên ciwan dev ji qadan bernadin.
Herî dawî Yekitiya Jinên Ciwan Li Hesekê li dijî Komployê rêzeçalakî pêk anîn. Jinên Ciwan ji bo zanebûna li dijî komployê di heman demê de xebatên perwedeyî jî pêk tînin.
Bi vê armancê li Hesekê Jinên Ciwan Semînerek li darxistin. Di semînerê de tevlêbûna hêzên navnetewî, nêzikatiya li hember gelê Kurd û bertekên gel û ciwanan ya li dijî komployê hate vegotin.
Dîsa bi heman armancê Jinên Ciwan Li Hesekê meşek pêk anîn. Maşa ku dehan jinên ciwan tevlê bûn ji aliyê şêniyên herêmê ve jî rastî eleqeyeke mezin hat. Piştê daxuyaniyê jinên ciwan bi zimanê Erebî û Kurdî siloganên Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo avêtin.