SILÊMANÎ – Ji beriya çend kêliyan li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kes meşek girseyî li dijî komploya 15’ê Sibatê hat destpêkirin.
Meş wê heta Parka Azadî berdewam bike.
Di meşê de posterên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatine hildan. Her wiha bê navber dirûşmên “Azadî azadî bo Ocalan azadî”, “Bê serok jiyan nabe” tên gotin.
Tê payîn piştî girse gihişt Parka Azadî wê peyam û daxuyanî werin dayîn.