ŞEHBA – Bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê kom bûn û salvegera 23`yan de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Xwepêşandanê ji pêşiya navçeya Fafînê ber bi rêya sereke ya Dibistana Ajotinê ve çû û beşdaran sloganên “Bijî berxwedana rêber Ocalan” û “Na ji Komploya Navneteweyî re” berz kirin.
Li qada dibistanê beşdaran li perspektîfên rêber Ocalan ên li ser şoreşê, têkoşînê bi armanca bidestxistina azadiyê, jiyana birûmet û hevgirtina li hemberî hemû hewldanên qirkirinê guhdarî kir.