NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî 15’ê Sibatê hêrsa ciwanan a di salvegera Komployê de her diçe mezin dibe. Di 15’ê Sibata 1999’an de girtina Rêber Apo ya bi komployeke navneteweyî û radestkirina wî ji bo Komara Tirkiyeyê, îsal ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bi çalakiyên curbecur hat protestokirin.
Ciwanên Kurdistanê bi çalakiyên ku li gelek deverên Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê belav bûne soza tolhildanê nû dikin, bi çalakiyên curbecur hêrsa xwe ya li hemberî komployê jî radixin ber çavan.
RANYA
Başûrê Kurdistanê li Ranyayê ciwanan li dijî Komploya 15’ê Sibatê posterên Rêberê gelan daliqandin. Ciwanên Ranyayê diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê gelan destbikeve ewên çalakiyên xwe bidomînin.
ANTALYA
Ciwanên Welatparêz bi heman armancê metropolên Tirkiyê de jî tevgerê de ne. Doh şev Ciwanan li kolanên navenda Antalyayê li ser dîwaran duruşmên azadiya Rêberê gelan nivîsandin. Di nivîsan de Bê Serok Jiyan Nabe, Hun nikarin roja me tarî bikin, Bimre komploya 15’ê Sibatê derketin pêş.