ŞELADİZ – Li Şêladizê welatiyek di encama bombebarana balafirên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. PDK’ê bilez û bez xwest cenaze were definkirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta Tirk raste rast gundan bombebaran dike û heya niha bi dehan kes di encama êrişande jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya ANF’ê duh carek din dewleta Tirk bi balafirên şer êriş kir. Balafiran navçeya Şêladizê bombebaran kir, di encama êrişê de welatiyê bi navê Hiseyîn Heyder Steyî (Hiseyîn Rêkanî) jiyana xwe ji dest da ye.
Cenazeyê Rêkanî di saetên duh êvarê de hat definkirin. Rêkanî derengiya şevê di nava bêdengiyê de hate definkirin.
Tê gotin PDK’ê bi aweyek lezgîn xwest cenaze were definkirin ku nebe sedema xwepêşandan û nerazîbûnan.