NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê agahiyên berfireh li ser operasyonên wan ên li Dêrazorê parve kir. Di encama operasyonan de çeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê hate kuştin û yek din hate girtin. Her wiha QSD’ê ragihand ku di operasyonan de miqdarek mezin a çek, cebilxane û madeyên hişbirê ku li gel çeteyan hatin dîtin, hatin desteserkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya encûmenên leşkerî yên xwecihî, çend operasyonên ewlekarî û leşkerî li dijî şaneyên terorîst ên girêdayî DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê pêk anîn û di encamê de yekîneyan terorîstekî metirsîdar kuştin û terorîstekî din jî girtin.
Di operasiyoneke leşkerî û ewlekarî de ji aliyê yekîneyên taybet ve li dijî şaneke terorîstî ya girêdayî DAIŞ’ê li bajarokê Cezra El-Milag, serkirdeyekî terorîstî yê metirsîdar bi navê (Ebû Hemze Şamiyê) hate kuştin ku plan û operasiyoneke terorîstî li ser navendek Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li gundê El-Zir li rojhilatê Dêrazorê di 10’ê vê mehê de armanc kiribû û bû sedema şehadeta 5 şervanan.
Terorîst Ebû Hemze yek ji terorîstên herî metirsîdar ên DAIŞ li herêma Dêrezorê tê dîtin û berpirsê amadekirina plan û operasyonên terorîstî li herêmê ye, ku şervanên me, kesayetî û rûspiyên li herêmê armanc girtin.
Di operasyoneke din a cuda ya yekîneyên taybet terorîstê bi navê Şukrî Kemal Xelîl li gundê Zghair ê rojavayê Dêrazorê hat girtin. Terorîst Şukrî Xelîl jî yek ji wan berpirsên belavkirina çek û cebilxane û madeyên teqîner li şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê ye.
Yekîneyên me dest danîn ser miqdareke mezin ji çek, cebilxane û madeyên hişbir.
Di çend rojên borî de hêzên me terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Karz li bajarê Reqayê ku berpirsê belavkirina pereyan û fînansekirina şaneyên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, girtin. “