NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bal kişande ser geşkirina giringiya berxwedanê ya li ser hîmê Şerê Şoreşgerî yê Gel, ya li dijî pergala desthilatî û dewletî û êrîşê şerê taybet a giştî ya faşîzma dewleta T irk.
Nivîsa Duran Kalkan ya bi sernavê, ”Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hêza motorê ya tevgera antî faşîst e” ku di malpera PKK’ê de hatî weşandin wiha ye:
Asta Şerê Cîhanê yê Sêyan a li Rojhilat Navîn, asta ku hatiyê li ber çavan e. Rewşa destpêkê ya hêzen di nav vî şerî de, asta ku gihaştinê li holê ye. Ji van hemûyan encama ku derdikeve holê çiye? Li Rojhilata Navîn hêzên ku rê li şer vedikin ku dibine sedema mirin, birîndarbûna mirovan dikin ku bêmal û war bimînin ne xwedî ti careyê ne, bêgav men. Ti encamek dernexistina holê. Hêzeke ku wan li ser piyan bihêle jî neafirandine. Ti îdîayeke wan tine ku encamekê derxînin, bi vîn û projeyeke wan nîne ku bigihijin encamê. Dev ji serfiraziyê biqerin, ji şerê ku ketinê nema karin xwe derxînînin jî, ev çendî bêgavmane. Dema ku mirov li rewşa hêzên global û herêmî binere mirov bi rehetî dikare ve bibîne.
Rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyan ku ji Iraqê berbelavî Suriyê, Tirkiyê derxiste holê ew pergal ne pergaleke wiha ye ku probleman çarerser diek. Berevajî pergaleke wiha ye ku probleman çêdike. Pergaleke wiha ye ne ku nakokiyan û pevçûnan ji holê radike, berevajî nakokî û pevçûnan geş dike, diafirîne. Bi pergala xwe nakokî û pevçûann geş dike. Piştre jî dibêjin çima ev pevçûn derket gelan, çewisandiyan sûcdar dikin. Pergala bedest a dewletî bi hevdestekkirinê dixwazin serweriya li ser zextê, mêtinger a dewletê ya l ser gelan bidomînin. Niha piştevaniyeke wiha ya global danîne holê.
Li Kurdistanê şer bi rengekî rojane didome. Terora faşîst a AKP-MHP’ê li nav sînorên TC’ê her cure êrîşê tîne, li derveyî sînor jî van êrîşan tîne. Rojê 24 satean teror heye, zext û zordarî heye.
Bi van zextan dixwazin ti tiştî aidî civakê ji holê ranekein. Dixwazin bi zext û terorê tine bikin. Li ser hemû sinc, rêz û rêçikan, çandê teroreke wiha ya faşîst heye. Heke mirov guh bidiyê, dijmin herî pir ji wê ditirse ku Şoreşa Azadiyê derkeve derveyî Kurdistanê û bibe şoreşeke herêmî.
Ji ber vê dixwaze asten bike ku têkoşîna me ya azadiyê Kurdistanê li gund û bajarên Tirkiyê, li nav gelên Tirkiyê berbelav bibe, li ser hîmê hedefa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Deokratîk nequlibe ser şoreşa demokratîk. Naxwaze ku li ser hîmê Rojava û Şengalê şoreşa me ya azadiyê li nav civaka Ereb de, li ser hîmê xwîşk û biratiyê têkiliya Kurd- Ereban geş bibe, li qada Ereb bi destwerdanên derve û li dijî dîktatoriyên navxwe naxwaze li ser xeta xweseriya demokratîk tevgera nû ya şoreşê geş bibe û naxwaze şoreşa dmeokratîk a Kurd-Ereban geş bibe.
Bi vî rengî avaniya stratejîk a êrîşên giştî ya dij-şoreşger a dîktatoriya faşîst AKP-MHP’ê diyar dibe. Dixwaze asteng bike ku şoreşa me ya azadiyê li Rojhilata Navîn berbelav bibe, li nav Kurdistanê sînordar bike, bi êrîşên faşîst-qirker ên li ser vê qadê weke li gelek bajar û bajarokên li Bakurê Kurdistanê kirî bi çewisandin û derblêdanê dixwaze geşedanên azadîxwaz îmha û tasfiye bike. Bi vî rengî dixwazin îmha û qirkirinê ya li ser gelê me ku bi sedan salan didomînin, bi ser bixin.
Li bara van armancên êrîşên qirker ên TC a faşîst-mêtinger kî xwedî helwesteke çawa ya polîtîk e, ev jî li ber çavan e. Heta niha çi kiribin, niha jî hinek jê hinekî bisînor bûyî, hin jê jî bi rengekî veşartî, lê dîsa jî eynî tiştî didomînin. Bêguman di navbeyna van hêzan de nakokî û şerekî cidî yê berjewendiyê heye. Divê em van nokokî û şerî bibînin û fêhm bikin. Ji ber ku, ji bo çareserkirina pirsên ku hegemonaya kapîtalîst a global li Kurdistanê danî holê were geşkirin mirov nikare têkoşîna şoreşger geş bike, berteng, ji yek alî ve û seresere nêzîk nebe.
Pirsa Kurd ku hegemonyaya kapîtalîzma global daniye holê pirseke wiha ye ku tevahiya pergala desthilatî-dewletî têkel bûye. Ji bo guharandina vê bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna mezin a azadiyê ku tevgera me û gelê me rê ve dibe, li ser hîmê bîrewerkirina gelê Kurd û rêxistiniya wê, geşenên bi girîngiya dîrokî derxistiye holê.
Lê hişmendî û polîtîkayên ku naxwazin pirsa Kurd, li ser gîmê azadî û mafên demokratîk a gelê Kurdistanê çareser bibe didome. Ji vî alî ve li cîhana berdest jî geşedaneke siyasî û avanîyeke ku pirsa Kurd li ser gîmê mafê demokratîk a gelê Kurdistanê nas dike, derneketiye holê.
Baş e ev tê çi maneyê? Kêm zêde hemû hêzên modernîteya kapîtalîst dema ku di berjewndiya wan de be wê destekê bidin êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê. Jixwe di êrîşa pêvajoya dawî ya TC’ê de me ev bi rengekî zelal dît. Tê dîtin ku li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê bazarên çawa bi alçaxî hatine kirin. Li dijî êrîşên hov û dagirker a TC’ê me dit ku her kes bêdeng e. Naxwe ji hêla hişmendî û siyasetê ve mafê jiyana demokratîk û azad a gelê Kurdistanê nasnakin. Ji ber vê jî di serî de li bara êrîşên TC’ê li baraêrîşên hêzên qirker her kes bi bêdengmanê destkê dide an jî bi rengekî aşkere destekê dide. Dema ku di berjewendiya wan de be mafê gele Kurd nabînin. Rêgezên azadiyê û demokrasiyê li Kurdistanê nabînin.
DIVÊ MIROV RASTIYA PERGALA DESTHILATDAR Û DEWLETÎ XWEŞ FÊHM BIKE
Di serdema nû de heke tê xwestin bi rengekî serkeftî têkoşîna siyasî û leşkerî were dayin girîng e ku ev rastî werin fêhmkirin. Helbet, ji bo vê jî bi teqezî hewce ye ku mirov dijmin rast û xweş nas bike. Dijmin kî ye, kî ne, çi diki? Gotine heye dibêje, av disekine lê dijmin ranaze. Divê mirov xweş zanibe ku li pêşberî me dijminekî wiha heye. Bêguman em dixawzin li cîhanê di navbeyna mirovan û civakan de dijminatî nebe, şer nebe, pirs bi rijandina xwînê neyên çaresrekirin. Ev felsefeya me ye , xeta me ev e û ji bo ku em vê bi ser bixin têdikoşin. Lê ji bo ku em wiha ne ev nayê wê maneya ku her kes wiha ye .Ya duyan, ji bo ku em vê biafirînin em hê jî têdikoşin. Halê hazir rewşeke wiha nîne.Naxwe divê em her kesî weke xwe nebînin û nenirxînin. Em nikmarin bi berteng-seresere li rûdanên polîtîk-leşkerî binerin, li groî xwe, bi nêzîkatiya li ser niyetê divê mirov nêzîk nebe. Divê mirov rastiya vê cîhanê xweş zanibe, divê em pergala desthilatdarîxwaz û dewletî xweş fêhm bikin. Divê em krîz û kaosa modernîteya kapîtalîst xweş fêhm bikin. Bi qutebirî divê em dijmin xweş nas bikin, gav bi gav rasst binirxînin bê ka çi dikin.
Bêguman, ji aliyekî ve geşedanan li nav eniya dijber wê were nirxandin, li aliyekî mirov derfet û fersendên ji ber nakokî û pevçûna di wê deniyê de ji aliyê şoreşgerî ve binirxine, ji aliyekî ve jî li dijî dijmin, divê mirov li dij3i dijmin bi şêwazeke pêngavî, rêxistinî û plansazî, xebat û têkoşînê geş bike. Ango bi rikdariya dijmin divê mirov her roj ibxebite, zêdetir bixebite û serkftina mezin bi dest ve bîne. Ne ku mriov tenê li têkoşîna di navbeyna hêzên dijmin de binere û bi derfet û fersenden ji wir hewl bide serr bixe, bi plan û xebatên rêxistinî, bi geşkirina însîyat3iva xwe, şoreşa azadiyê divê li her qadê mirov geş bike, xebatên wiha bike û bi kûr ve rayên xwe berde. Divê em karibin li gel asta îdeolojîk-polîtîk li astên rêxistinî û leşkerî jî bi rengekî berfireh vê bike.
Di roja me de li ser Kurdistanê hêzên navborî bazareke genî û têkoşa berjewendiyê dikin. Bi bîreweriyeke kûr a dîrokî, bi têgihiştina siyasî û pêşbîniya paşerojê, divê lîstikê navborî werin pûçkirin, şerê berjewendiyê rast were fêhmkirin û ew werin pûçkirin. Divê ji têkoşîna naborî xeteke ku têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bi ser bixe ga bi gav bi rengekî rast û serkeftî were şopandin. Ji ber vê jî bi girîngiyeke dîrokî ye ku faşîzma TC’ê ya mêtinger-qirker, li dijî êrîşên wê yên şerê taybet li her qadê berxwedana şerê şoreşgerî yê gel were dayin.
Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gelê me li dijî faşîzma TC’ê divê tekoşîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, leşkerî, her cure têkoşînê li ser hîmê berxwedana giştî û Stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel rêxitinî bike û rê ve bibe .Ji ber vê jî pir girîng e ku şaşî û kêmasiyên di vê çarçoweyê de werin rastkirin. Bi berxwedaniyeke wiha bi têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û bi hilweşandina pergala mêtinger-qirker a TC ya faşîst, têkoşîna ku Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike li her qadê were geşkirin.
NÊZÎKTÊDAYINA SEREKE YE KU MIROV TÊKOŞÎNÊ LI HER QADÊ GEŞ BIEKE
Bi vê çarçoweyê di serî de têkiliyên Kurd-Ereban, gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê bi hemû gelên cîran, bi tevgerên azadîxwaz, demokratîk, şoreşger, çepgir, sosyalîst, ekolojîk, feminîst û çandî re bi asta herî peşketî tifqadan deyne, li dijî hişmendî û siyaseta faşîstqirker têkoşîna hevpar li her qadê geş bike, divê ev bibe nêzîkatiya sereke ya serdemê. Li aliyekî dema ku li dijî siyaeta hişmendî û siyaseta TC’ê ya faşîst-qirker dema bi her kesî re bi her astê re divê têkilî û tifaq werin danîn û li ser vê bingehê girîng e ku mirov Tevgera Azadiya Kurdistanê bike hêza motor a tevgera antî-faşîst a demokratîk.
Bi girîngiyeke dîrokî ye ku mirov li dijî hişmendiya Osmaniya-Nû ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze hişmendî û siyaseta Itttîhat Terakî ava bike, li nav gelên Rojhilata Navîn û li ber rayagiştî ya cîhanê teşhîr bike û bi li ser vê binehê li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar a gelan ava bike. Li ser vî esasî bi gelên cîran re divê mirov bi gelên cîran re bi têkiliya stratejîk a xwîşk û biratiyê be, yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn ava bike, Konfederalîzma Gelên Demokratîk a Cîhanê li dijî hişmendî û siyaseta ku TC ya qirker û mêtinger temsîla wê dike, li ser hîmê têkoşînê geş bike û rêxistinî bike.