HESEKÊ – Îro li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşer a Herêma Cizîrê, civîna xwe ya salane li dar dixe. Di civînê de dê kar û xebatên sala derbasbûyî werin nîqaşkirin û plansaziya îsal were diyarkirin.
Civîn li Hola Reşo ya Hesekê bi beşdariya 200 endamên tevgerê bi rê ve diçe.
Civînê dê rojekê dewam bike û tê de rapora salane were nîqaşkirin û plansaziya îsal were çêkirin.