NAVENDA NÛÇEYAN – Dema Şerê Gelê Şoreşgerî de rola ciwanan zêdetir xwe dide nîşandan. Cihên ku ciwan pêşengtiyê nekin ew der şoreş nîne. Şerê Gelê Şoreşgerî de erka ciwanan her tim diyarde ye. Ciwanên Rojava jî bi vê têgihîştinê ve tevdigerin.
Di meha Komployê de Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê li her derê welat dakete qadan. Rojane ciwan dev ji qadan bernadin. Ciwanên ku derdikevin qadan diyardikin ku xwedîderketina felsefeya Rêber Apo erkên demê pêkanî ne. Li dijî komployê şer kirin destpêka Şerê Gelê Şoreşgerî ye.
Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan fikir û ramanên ciwanan girt.
Ciwanên bi navê Amed Mehmûd û Ebidilqadir Edûlî nêrîn girt. Amed Mehmûd axivî û got: Em wekî ciwan di şerê gelê şoreşgerî de gav bi gav di şoreşa Rojava de serîhildidin. Şoreşa Rojava bi Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku ji fikir û felsefeya Rêber APO tê, li ser piya maye.
Di eynê demê de Ebidilqadir Edûlî got : Şerê gelê Şoreşgerî ew şerê ku însan bi fikirê xwe şer dike û xwe bi rêvedibe şoreşa me ya hemû gela ye û li dijî koletiyê ye wekî Rêber APO gotiye “Me bi ciwantî despêkir û emê bi ciwantî bi serkevin.”
Her wiha di çarçoveya vê mijarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger di derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî de gelek çalakî û xebat dan dest pêkirin.