NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz li Îzmîr û Mêrsînê, li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda ku tê meşandin, çalakiya nivîskî li dar xistin.
Li Îzmîr û Mêrsînê Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Ciwanên welatparêz bi balkişandina “Azadiya Rêbertî azadiya me ye” bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bin û têkoşînê berfireh bikin.